Komîsyona Ekolojî û Mafê Jiyanê ya Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê têkildarî tehrîbata ekolojîk a li Şirnexê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di cîvînê de daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku li herêmê ev demeke dirêj e ji ber projeyên bendavê, xebatên lêgerîn-derxistina madenan û kêmasiya rêveberiya çopan çavkaniyên avê tên qirêjkirin û xwezayê zirarek mezin dîtiye.
Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê Serhat Altandag got ku bi taybetî jî mînakên qirêjiyê yên li ser Çemê Hezilê, Çemê Dîcleyê û Çemê Nerdûşê nîşan dan ku pirsgirêk ne demkî ye berovajî wê avanî ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bidestxistina ava paqij mafekî mirovan ê sereke ye û hate daxwazkirin ku qirêjî ji aliyê heyetên serbixwe ve were lêkolînkirin, derheqê berpirsiyaran de lêpirsîneke zelal were vekirin û birêvebirin, bi awayekî rêk û pêk analîzên avê werin kirin û xebatên madenan yên li ser çavkaniyên avê werin sekinandin.

