Meclisa Bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hin alî propagandayên xerabker belav dikin ku êrişeke muhtemel li ser bajêr heye. Armanca ji van propagandayan xistina tirsê di nava şêniyan û valakirina bajêr e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bawerkirina van propagandayan derbekirina ewlehiya civakê û têkbirina aştiya navxweyî ye, armanca wê jî dizîn û talankirin e.
Meclisê bang li şêniyên bajarê Hesekê kir ku nekevin pey van propagandayên derew. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC û QSDˊê parastina taxan bi moralekî bilind dikin.

