Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi wesîleya salvegera wefata dayika Rêber Apo, Uveyş merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn li Parka Dayika Uveyş a li wargehê hate lidarxistin. Endamên Meclîsa Îştar û saziyên jinan di merasîmê de amade bin.
Ji rêveberiya Meclîsa Îştar Fadîle Yilmaz axivî û bal kişand ser kesayeta serhildêr a Dayika Uveyş û got, “Weke gelê Kurd em minetdarê Dayika Uveyş in. Dayika Uveyş dayika hemû gelên bindest e.”
Di bîranînê de dar û gul jî hatin çandin. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

