Şemî, 6 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nêçîrvan Barzanî: Divê aşitî neyê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferans: Modela entegrasyona demokratîk ji bo aştiyê zemînek xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 şehîdên HPG’ê merasîma sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirşehîrê 10 gardiyanan êrîşî girtiyekî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MHP: Pêvajo meseleyeke dewletê ya nayê taloqkirin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meclîsa Jinan a DBP’ê: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
Jin

Meclîsa Jinan a DBP’ê: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe

Meclîsa Jinan a DBP'ê got, "Divê Abdullah Ocalan azad bibe, ku pêvajo bi rengekî ji dil bê meşandin. Aştî û azadiya jinê bi pêvajoyeke danûstandinê ya bi Birêz Ocalan dibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Çile 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di 12’ê Çileyê de 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist û di 18’ê Çileyê de jî yekemîn civîna Meclisa Jinan a DBP’ê hate lidarxistin. Meclisa Jinan a DBP’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir. Encamname, bi daxuyaniyeke nivîskî hate eşkerekirin.

Encamnameya Meclisa Jinan a DBP’ê wiha ye:

Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin û hêzên hegemonîk ên gerdûnî di nav xwe de dihewîne. Ev pêvajoya ku bandorê li hemû cîhanê û Tirkiyeyê dike, bi geşedanên li ser ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn didome. Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku li Rojhilata Navîn kûr dibe, şerê modernîteya kapîtalîst a li dijî jin, gelan, civak û xwezayê nîşan dide. Gelê Kurd ê ku yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, bi awayeke sereke di bin bandora vî şerî de dimîne û her êrişeke li dijî gelê me jî di heman demê de êrişa li dijî destkeftiyên gelê Kurd e.

Zîhniyeta ku di sedsala 21. de êrişî mafê statuya gelê Kurd dike, di heman demê de êrişî statûya wekhev û azad a jinê jî dike. Şoreşa Jinê ya Rojava ku di hedefa van êrişan de ye, di şexsê jin û gelê Kurd de hemû şert û mercên jiyana wekhev û azad nîşanî hemû cîhanê da. Bi taybetî li dijî modela neteweya demokratîk û rastiya şoreşa jinê ya ku li Rojava derketiye holê, çete û şirîkê xwe bi balafirên şer, SİHA û çekên giran sivîl, jin û ciwan li ber çavên hemû cîhanê hedef digrin û qetil dikin; sûcên giran ên şer pêk tînin.

Birêz Ocalan li dijî van geşedanan demeke dirêj a berê bi pêşdîtin û nirxandibû xwe bi awayekî berfireh çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş kir, li dijî vê pergala ku Rojhilata Navîn kiriye erdnîgariya qirkirina jin, xweza, çand, nasname û mezheban, bir çareseriya neteweya demokratîk, modela jiyana bi hev re ya bi derfetên azad û wekhev derxistiye holê.

Di heman demê de weke jinên Kurd, di her kêliya jiyana me de êrişên ku polîtîkayên şerê taybet di asta herî bilind de pêk tên û qirkirina jin, xweza û civakê dike hedef didome. Modernîteya kapîtalîst, netew-dewlet û serdestiya mêr, ji bedena jinan bigire heta nasnameya wan, ji zimanên wa bigire heta çanda wan, ji xaka wan bigire heta çemen wan, ji qadên jiyanê bigire heta ked û baweriya wan, li her qadê bi polîtîkayên şer êrişî jinan dike. Di şexsê jinê de polîtîkayên qirkirin, talan, înkar, îmha û asîmîlasyonê veguheriye qirkirina civakê.

Ev pêvajoya ku em weke Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk ji nêz ve dişopînin û rasterast bandora xwe li nasnameya jinên Kurd dike, em dizanin ku ji bo hemû gelan û jinan bi gelek îxtîmalan pêş dikeve. Bi feraseta me ya ku bi paradîgmaya azadîxwaziya Demokratîk-Ekolojîk a jinê tevdigere, ji bo guhertina cîhanê fikreke xurt e, bi vê ferasetê em ê berpirsyariya li ser milê xwe bi cih bînin û ji bo ku ev îxtîmal li gor berjewendiya gel û jinan pêk were em ê têbikoşin.

Ev pêvajoya ku nû dest pê kiriye ewqas bi qiymet e ku divê ji bo berjewendiyên şexsî û siyasî yên ti partî û karekteran neyê bikaranîn. Şert û mercên aştiyê ji şert û mercên şer dijwartir e, em ê jî bi vê feraset û berpirsiyariyê tevbigerin. Ji bilî tayînkirina qeyûman, binçavkirin û girtin, polîtîkayên her cure qirkirina fizîkî, çandî û berdewamkirina polîtîkayên qirkirina jinê; bi berpirsyariya hevpar a bi hemû beşên civakê re di avakirina pêşerojê de; Em alîgiriya çareseriyê weke berpirsyariya xwe ya sereke dibînin.

Dijminatiya ku bi salan e li dijî gelê Kurd û jinan pêk tê li ser gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin, ev jî astengiya herî dijwar e ku divê ji holê bê rakirin, em dizanin ku fikrên birêz Ocalan û deriyê ku li ser rêya aştiyê vekiriye, ji bo jin û gelan hêvî ye. Li aliyekî divê em vê hêviyê bi parêzin û mezin bikin li aliye dinê jî em dizanin ku ev yek bi avakirina aştiyeke mayînde ya ku gelên Tirkiyeyê bi tevahî dihewîne, bi sûdwergirtina ji zanyariyên serdemên borî û tecrûbeyên dîrokî pêkan e.

Bi vê hayê û hişmendiyê em aşkere dibêjin; tecrîd ne tenê rê û rêbaza desteserkirina qadên azadiya hemû gel û jinan e, di şexsê birêz Abdullah Ocalan de ku muxatabê çareseriyê ye, di heman demê de dîmeneke zelal a hewldanên tecrîdkirina aştî, hêvî û demokrasiyê ye. Em dizanin ku polîtîkayên tecrîdê yên ku hemû civak dorpêç kiriye, bi berxwedana gel, jin û hemû hêzên demokratîk ên bi pêşengiya jinan hatiye şikandin.

Ji bo ku pêvajo bi awayekî ewle û bi bawerî bimeşe, weke berpirsyariyeke dîrokî divê di zûtirîn demê de azadiya Birêz Ocalan pêk were. Bi vî awayî li dijî şer, destpêka pêvajoya aşitiyê jî pêkan e. Bi vî awayî wê aşitiyeke mayînde pêk were.  Avakirina aştiyeke mayînde û azadiya jinê ya li ser vê axê, tenê bi pêvajoyeke muzakereyê ya ku nûnertiya hemû aliyên civakê û birêz Ocalan jî di nav de ye, pêkan e.

Ger wiha nebe, wêraniya ku ji ber polîtîkayên kronik ên xitimandinê yên li ser xaka Tirkiyeyê pêk tên, ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji aboriyê heta hişmendiya demokrasiyê wê li hemû qadên jiyanê belav bibe û hîn kûrtir bibe. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de xizaniya ku bandorê li hemû beşên civakê dike kûrtir bû, gel bi birçîbûnê re rû bi rû hate hêştin, pergala serdest a mêr hate xurtkirin, polîtîkayên tenduristî û perwerdehiyê yên ku adil û wekhev nînin berdewam dikin. Ji ber vê yekê em nikarin van pirsgirêkên ku civakê dîl girtiye paş guh bikin,  ji polîtîkayên bêçareseriyê cuda binirxînin.

Helwesta ku wê di pêşerojê de ji gel û jinan re serkeftinê bîne;
 
* Helwesta bi israr û bi biryar wê xeta demokrasiyê ya li Tirkiyeyê pêş bixe û berfireh bike.
 
* Helwesta ku me jinên Kurd û jinên cîhanê bîne cem hev, parastina Rojava û pergala jinê ya li Rojava hatiye avakirin e. 
 
* Helwesta ku li ser bingeha azadiyê, di nav Kurdan de yekîtiya netewî pêk bîne ev e.
 
* Bi modela rêveberiya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berdêlên giran hatiye avakirin Êzidî, Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî û Tirkmen li herêmê bi hev re dijîn, helwesta dilsoz a ku wê di avakirin û domandina pergalê de bê nîşandin ev e.

Bê fikar em jin dê pêşengiya van hemûyan bikin;
 
Em weke Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk soz didin ku bi vê bawerî û îradeya em ê di pêşerojê de li her bajarî komîsyonên jinan ava bikin û bi civînên jinan em ê rêxistinbûna jinan xurtir bikin, bi naskirina dîroka xwe, bi vê ferasetê hebûna xwe ji nû ve pênase bikin û li ser vê pênaseyê pêşeroja xwe ava bikin û azadiya jinê derxin holê. 
 
Em diyar dikin ku em ê li dijî şer aşitiyê, li dijî desthilatdariya mêr em ê bi hev re paradîgmaya azadiya jinê ava bikin û diyariyê hemû jinên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, jinên ku di girtîgehan de ne û jinên  bûn û jinên ku mehkûmê sirgûnê ne, dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Biryarnameyên destpêkê yên Trump
Nûçeya Pişt re QSD: 8 çete hatin kuştin, 4 wesayit hatin îmhakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tişrînê 14 çete hatin kuştin

Hat ragihandin ku di pevçûnên li herêma Tişrînê de 14 çete hatin kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

HRE: 3 çeteyên dagirker hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li herêmên dagirkirî de 3 çeteyên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji qada navneteweyî nerazîbûna li hemberî qeyûm

Li dijî darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Kurd, ji qada navneteweyî hîn jî nerazîbûn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?