Meclisa Jinan (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) encamnameya civîna 18’ê Tîrmehê ya li Wanê pêk hat, ragihand. Di encamnameyê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêşketinên siyasî yên herêmî û xebatpn rêxistinî hatin nirxandin û bal kişandin ser rola jinan a avakirina civakek demokratîk.
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku modernîteya kapîtalîst bi salan e polîtîkayên şer bi awayên cûrbecûr dimeşîne û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi polîtîkayên netewe-dewletê û têkoşîna hêzên kûrewî ve girêdayî ne.
Di encamnameya Meclisa Jinan a DBP’ê de bal kişand ser girîngiya rola jinan a di qada siyaseta demokratîk de û ev tişt hatin parvekirin:
“Em jinên ku nîvê civakê ne û di heman demê de wekî dîrokî kirdeya damezrîner ên civakîbûnê ne, bê di qada siyaseta demokratîk de xeta têkoşînê çawa ava bikin girîng e. Bi hezaran salan e van sîsteman nas dike, dahûrîne û li dijî wan têdikoşe. Dewletên herêmî yên bûne yek ji parçeyên pergala kapîtalîst a kûrewî bi polîtîkayên ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dimeşîne re encamên giran ên krîzên piralî yên berfireh dijîn jin in. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi banga 27’ê Sibatê re di nirxandinên xwe de teqez kir ku; cihgirtina jin a mîsogerkirina aştiya mayînde û bi rûmet, civakîbûna aştiyê û avakirina civaka demokratîk berpirsyariyeke dîrokî ye. Hemû jin wê bi vê hişmendî û berpirsiyariyê têkoşînê mezin bikin. Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, afirandina şert û mercên xebata azad û wekî sermuzakerevan rû bi rû bi jinan re hevdîtinê bike, wê tevkariyeke mezin bide aştiya mayînde û ev pêdiviyeke dîrokî ye. Avakirina civaka demokratîk bi qasî her kesî, di aliyê jinan de jî girîngiyeke jiyanî ye. Divê qanûna kok a ku yek ji gavên herî girîng vê pêvajoyê ye demildest bê derxistin, bi bicihanîn wê bihêle ku jin di têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê de astengiyek girîng derbas bikin.
Asta qirkirina jin û xwezayê ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve li ser bingeha zîhniyetek dîrokî ya baviksalar hatiye afirandin, li holê ye. Qirkirina jinan, qirkirina çandê û qirkirina zarokan encamên herî giran ên wêrankirina ku ji hêla vê pergalê ve hatî afirandin in. Li gorî daneyên ku di şeş mehên dawî de hatine weşandin de hejmarên ku ji hêla TKDF’ê ve hatine ragihandin nîşan didin ku herî kêm 201 jinan ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest dane. Ev dîmen êrîşên li dijî jinan ên ku bêyî erdnigariyê nas bike bi awayekî sîstematîk li her deverê berdewam dikin, datîne holê. Têkoşîna li dijî van avaniyên kastîk ên ku bi sîstematîk re jinan qetil dike, pêdivîyek girîng a jiyanî ye. Di têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest a mêran de ku bi hezaran salan hatiye avakirin, xebatên cûrbecûr ên perwerdehiyê jî pir girîng in.
Di encamnameyê de; em xwedîderketina li perspektîfa azadî, aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, heta ku azadiya fîzîkî misoger bibe têkoşînê mezin bikin, desketiyên jinan mezin bikin û pêşeroja hevpar a gelên me di bin pêşengiya jinan de ava bikin wekî berpirsyariyeke bingehîn dibînin. Jinên ku kirdeya damezrîner ên civaka demokratîk in, hem hilgir û hem jî mîsogeriya xurt a vê pêvajoyê ne. Têkoşîna me; wê bi biryardarî di armanca jinên azad, civaka azad û jiyana wekhev de berdewam bike.”

