Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya “Di Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk De Hevdîtinên Jinan” de li Îzmîrê bi jinan re lev civiyan. Di çarçoveya van civînan de Meclîsa Jinê di mijara avakirina “Civaka Demokratîk” û mîsogerkirina aştiyê de wê roleke çawa bilîze û xeta têkoşînê ya piralî dewam dike hatin axaftin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, endamên Koordînasyona Jinan a DEM Partiyê û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bi lêv kir ku meseleya wan a bingehîn “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk e” û wiha got: “Li hemberî rewşa ku li welat diqewime em ê weke jin çi bikin? Ev demeke dirêj e em li dijî polîtîkayên desthilatdariyê ya li hemberî jinan têdikoşin. Mixabin em li Rojhilata Navîn di nava serdemekî ku şer hîn kûr bûye de ne. Li gorî hinekan em di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne. Ev hemû bandora xwe li ser jiyana jinan dikin. Di şexsê jinan de civak jî tê hedefgirtin. Em nikarin geşedanên li Tirkiyeyê dûrî geşedanên li Rojhilata Navîn binirxînin. Em gotina jinên ku li Sûriyeyê têdikoşin dibihîzin, em di nava pêvajoya demokratîkbûnê de ne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelekî jinan heye, di heman demê de HTŞ û polîtîkayên wî yên dijminahiya jinan heye. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn rejîmên ku pergala serweriya mêr çêdikin hene. Li hemberî vê tevgerên ku têkoşîna civakî dimeşînin heye. Li Tirkiyeyê ji sala 2016’an ve êrîşên ku zêdetir dibin hene. Rejîmeke siyasetê ku berberî dike heye. Ev rejîm bi xwe êrîşî têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jin, gel û kedkaran dike.
Em jin, ji aboriyê heta siyasetê têkoşîna azadî û wekheviyê didin. Bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re em çawa dikarin vê pêvajoyê di eniya jinan de bi rê ve bibin? Me li ser vê yekê hevdîtinan kir. Rêveberiyên herêmî jî di nav de divê em xetekî ku têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan bi hev re bibîne de bin. Divê pêvajoyekî ku jin li ser jiyana xwe xwedî însiyatîf bin bibe.
Em ê bi rêxistinên kedê, baro û rêxistinên tenduristiyê re li hev bicivin. Em ê bi jinên nasnameyên cuda re li hev bicivin. Em ê bi hemû jinên ku di vê pergalê de dibe hedef û dema pirsgirêkên xwe tîne ser ziman nikare azadiya gotinê bi kar bîne re li hev bicivin. Divê bi dîtina van hemû bi hev re, bi persperftîfa jinan şêwe bidin siyasetê. Jin xwedî wê qabiliyetê ne ku li vî welatî siyaseta aşitiyê ava bikin.”
Hevdîtin bi gotubêjên jinan dewam kir.