Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ê qeyûm ji erk hate dûrxistin ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li pişt dagirkirina şaredariyê faktorên stratejîk hene û banga hişyariyê li gel kir.
Xelfetî navçeyeke xwedî girîngiyeke stratejîk e û warê Rêber Apo ye. Ji vê hêlê ve, li gorî nêrînê we piştî gotina Devlet Bahçelî ya “Bila Ocalan li Meclîsê biaxive” sedema tayînkirina qeyûman çi ye?
Em dikarin wiha bibêjin, qeyûm ne tenê Xelfetî, ev sê serdem in îrada gelê Kurd tine dihesibînin. Lê belê qeyûmên ku vê carê tayînê her sê şaredarî hatin kirin bi temamî planeke stratejîk e. Li Êlih di salên 90’î de Hîzbûllahê xwe tê de birêxistin kir. Û cihekî ku AKP û HUDA-PAR’ê ji bo tepisandina îrada gel, gelek giraniyê didin ser. Lê gel îrada xwe raber kir û hevrêya me Gulîstan Sonuk bi ferqek mezin a dengan ji bo hevşaredariyê hilbijart. Pergal ji ber têkçûna xwe qebûl nekir û ji bo ku hestên xwe têr bike serî li vê rêbazê da. Li Mêrdînê birêz Ahmet Turk siyasetvanekî girîng e ji bo siyaseta Kurd. Bi salan wekîltî, seroktiyê giştî û hevşaredarî kiriye û di vê wateyê de, qeyûm tayînê Mêrdînê kirin nêzîkatiyeke sembolîk li hemberî siyaseta Kurd e.
Xelfetî cihê jidayikbûna Birêz Ocalan e. Di heman demê de navçeyeke ku Tirk û Kurd bi hev re lê dijîn e. Lewma di pozîsyoneke girîng û stratejîk de cih digire. Bi dîtina min, qeyûma li Xelfetiyê hatiye tayînkirin li dijî modela jiyana bi hev re gel e.
We di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de dest bi wezîfeyê kir û we xizmetek kir. Bi tayînkirina qeyûm re di heman demê de xizmeta ku we ji bo gel dikir jî hate birîn. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
Helbet dema ku em hatin hilbijartin li Xelfetiyê rehetiyek çêbû. heta polîs û cendirmeyan jî. Ji ber ku li Xelfetiyê qeyûm xwe mîna çete birêxistin kiribû û serdestiyek li ser burokrasiyê ava kir. Firotina erdan û kirê gihîştibû asta herî bilind, erdên hevpar ên gel hatin firotin, çêrgeh ji holê rakirin, cihên girêdayî şaredariyê hatin firotin. Li Xelfetiyê ku navçeyeke pirçandî û pir nasnameyî ye, berberîbûn lê kûr bû, gendelî pêş ket û tiryakê lê berbelav bûn. Dîsa ez vê yekê bi girîngiya stratejîk a bûyîna warê Birêz Ocalan ve girê didim. Li aliyê din gelê me li me xwedî derketin. Kê deng dabe me û kî nedabe jî, me xizmeteke wekhev kir, me bi esnafên xwe re civîn li dar xist û me nêrîna gel esas girt. Li hemberî şaredariya me dareke tuyê hebû ji bo me dibû sîber. Lê ewil ew dar hat birîn. Nivîsa “Şaredariye Xeletî” ya bi Kurdî ji hesabên medya civakî yên şaredariyê hate rakirin. Û niha qeyûmê deriyê şaredariyê ne ji gel û ne jî ji xebatkaran re venake. Kes nikare pê re hevdîtinê bike.
Di dawiyê de, bangawaziya we ji gel re çi ye?
Ez gelê me yên ku ji darbeya 4’ê Mijdarê û vir ve li dijî qeyûm li ber şaredariyê, me bi tenê nehiştine xwedî li îradeya xwe derketine û qeyûm mehkûm kirine bi rêzdarî silav dikim. Em ê li dijî vê derba li hemberî îradeya me hatiye kirin helwesta xwe raber bikin û li ber xwe bidin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku xwedî li nirxên xwe derkevin û wan vedixwînin pêşiya şaredariyê.