Wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar, di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Sîncar, di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Firatê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) ve hat lidarxistin. Bi sedan kesên ji bo bîranînê li ser Cadeya Akdoganê hatin gel hev, ber bi goristanê ve meşiyan. Di meşê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û wêneyên Sîncar hatin hilgirtin. Li gel malbata Sîncar, wekîlê berê Nîzamettîn Toguç ku di êrişê de bi birîndarî rizgar bûbû, siyasetmedarên DBP û DEM Partiyî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Salih Kuday di bîranînê de got: “Faîl diyar in lê nayên aşkerakirin. Ne tenê kesên tetîk kêşan, divê kesên ew araste kirin û perwerde kirin jî bên cezakirin. Heke aştiyek bibe, divê faîlên kesên ji hêla hêzên tarî ve hatine qetilkirin jî bên aşkerakirin. Em ê wan tu caran ji bîr nekin. Hemû cîhanê bi têkoşîna Mehmet Sîncar û hevalên wî pirsgirêka Kurd nas kir.”
Nîzamettîn Toguç jî ev tişt anî ziman: “Hevalê min ê xwînşirîn, oxir be. Em ê di rêya we de bimeşin. Em ê her tim ji bo pêkanîna xeyalên we têbikoşin. Em bi hev re têkoşiyan lê hûn şehîd bûn. Heta serkeftinê jî dê ala têkoşînê her li ba be. Ji wê rojê heta niha aqilê pergala fermî her heman e. Ji te re soz be; em ê tevî her tiştekî jî aştiyê bo vî gelî bînin. Heta gelê me azad dibe bila sekinînin li me heram be.”
Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz jî got: “Me tu caran li dijî komkujiyan paşvegav neavêt. Ev meşa me îro mezin bû. Bi ser re 32 sal derbas bûn. Niha em gelek nifş li vir in. Ev yek, ji bo kujeran bersiveke baş e. Mehmet Sîncar û hevalên xwe serî netewandin û aştiyeke birûmet dê encama vê seknê be. Hêza ku em ji we digirin em anîn vê rojê. Niha bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek heye. Heta ku aştiyeke birûmet tê jî em ê meşa xwe bidomînin.”
Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncarê jî got: “Bi ser re 32 sal derbas bûn lê hêj wekî roja ewil em li se soza xwe ne. 32 sal berê me li ser vê gorê çi gotibe, em niha heman tiştan dibêjin. Her kes şahidê vê ye. Mehmet Sîncar û hevalên xwe ne ji bo pereyan, ji bo demokrasî were, ji bo xwîn nerije li pêş bûn. Endamê Meclisê bû lê heta niha jî meclisê ji min re negotiye “pêvajoyek dest pê kir, were em li te guhdarî bikin.’ Heke aştiyeke birûmet bibe, divê em jî di vê pêvajoyê de cih bigirin. Bi gotina em xwişk-bira ne nabe. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Vî gelî gelek bedel da. Em ji bo tevahiya Rojhilata Navîn aştiyeke birûmet dixwazin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em dixwazin saleke din li ser gora Mehmet mizginiya aştiyê bidin.”
Piştî axaftinan, beşdaran çîçek danîn ser gora Sîncar û bîranîn bi dawî bû.