Hevseroka Desteya Karên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem El Îbrahîm bi wesîleya salvegera 7’an a rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAÎŞ’ê, ji ANF’ê re axivî. Meryem El Îbrahîm diyar kir ku Reqa ji aliyê çandî û civakî ve bajarekî dewlemend e û anî ziman ku DAÎŞ’ê dest danî ser vê dewlemendiyê, hewl da qirkirina gelan a li herêmê ji vî bajarî destpê bike, lewma jî Reqa ji xwe re weke paytext hilbijart.
Meryem El Îbrahîm got, “Beriya krîza Sûriyeyê rejîma Baas li ser hemû bajarên Sûriyeyê serwer bû. Di nava vê sîstemê de mirov neçar bûn ku bêyî li ber tiştekî rabe, bijî. Li gel ku ji derve welê dihate dîtin ku zêde pirsgirêk nîne, lê belê di nava sîstemê de mirov bi temamî bê îrade hatibûn hiştin. Reqa jî bajarekî Sûriyeyê bû û li heman sîstemê rast hatibû. Ji ber vê yekê li Reqayê bêdengiyek hebû. Bi destpêkirina bûyerên Sûriyeyê re komên OSO destpêkê ketin nava bajarê Reqayê. Lê belê hejmara van koman gelekî zêde bû. Her komek li gorî xwe xwedî nêzîkatiyekê bû. Her komê dixwest sîstema xwe li ser civakê serwer bike. Ev yek bû sedem ku zexteke giran li ser civakê bê kirin. Ji ber van komên çete, gel gelekî zehmetî kişand. Hebûna komên OSO li Reqayê kir ku gelê Reqayê bibîne ku ev kom rêya çareseriyê nîne. Gel nedixwest ev kom li Reqayê bimînin. Ji ber ku civaka ji sîstema Baasê rizgar bûbû, vê carê li dizî, talan, desteserkirin, êşkence û komkujiyên van komên çete rast dihatin. Piştî demekê DAÎŞ kete nava Reqayê. Destpêkê komên OSO û çeteyên DAÎŞ’ê bi hev re tevdigeriyan.
Lê belê piştî demekê di navbera van de nakokiyan destpê kirin. DAÎŞ’ê beşeke mezin a komên OSO ji hev belav kir. Hin ji wan çûn Ewropayê hinekan jî berê xwe dan welatên cuda. Hinek jî tevlî nava DAÎŞ’ê bûn. Ji xwe her kes bi sîstema hovîtiyê ya DAÎŞ’ê ya li Reqayê zane. Civak nava tarîtiyekê de hate mehkûmkirin. Di nava vê tarîtiyê de bûyerên bi serê jinan hatin gelekî giran bûn. Ji jinan re mafê jiyanê nedihat dayin. Li Reqayê jiyan ji bo jinan êdî mîna dojehê bû, êş û êşkenceyeke bêdawî bû. Li qadan serê mirovan dihatin jêkirin û ev yek rojane dihate kirin. Nedihiştin ku zarokên Reqayê biçin dibistanê. Zarok tenê dikarîbûn biçin mizgeftan û li gorî xwe perwerde dikirin. DAÎŞ’ê Reqa ji bo xwe weke paytextekê didît.
Ji ber ku Reqa bi dîrok û çanda xwe bajarekî dewlemend bû. Her wiha mozaîka gelan bû. Ji her gel, ol û çandê mirov lê bûn. Lewma DAÎŞ’ê dest danî ser vê dewlemendiyê û qirkirina çandî û gelan a ku dixwest li herêmê bike, xwest ji vê derê bide destpêkirin. Li vê derê Çerkez, Ermen, Kurd, Ereb, Suryanî bi hev re dijiyan. Xwestin vê mozaîka çandî tine bikin. Tiştekî din ku DAÎŞ’ê bi taybetî xwest li Reqayê pêk bîne, kûrkirina şerê Kurd-Ereban bû. DAÎŞ ji xwe wê demê xwestibû Kurdan hemûyî ji Reqayê derxîne û bi eşkere digotin, wê Kurdan tine bikin. Her wiha Reqayê li hemberî gelek polîtîkayên dewleta Tirk her tim li ber xwe da û ti carî serî netewand. Belavkirina vê potansiyela li Reqayê ne tenê bi kêrî DAÎŞ’ê dihat, di heman demê de bi kêrî dewleta Tirk û hin hêzên din ên navneteweyî jî dihat. Eger tinekirin li ser civakekê bê ferzkirin, destpêkê êrîş li ser nirxên wê civakê têne kirin. Civaka Reqayê dilsozê çand, kevneşopî û nirxên xwe ye. Ji ber vê jî DAÎŞ’ê destpêkê êrîş bir ser nirxên civakî yên li Reqayê.”
‘TENÊ ZAROKÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ LI BER TARÎTIYA DAÎŞ’Ê RABÛN’
Meryem El Îbrahîm destnîşan kir ku ji bo DAÎŞ ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê derxistin têkoşîneke gelekî mezin hate meşandin û got, “Ji bilî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku zarokên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, kesî nikarîbû DAÎŞ’ê ji vê xakê derxîne. Hêzên navneteweyî tenê li rewşê temaşe dikirin, hin dewletên herêmî yên mîna dewleta Tirk jî ji bo vê hovîtiyê hîn kûr bikin bi her awayî piştgirî dan DAÎŞ’ê. Hikumeta Şamê jî bi heman rengî li rewşê temaşe dikir. Lê belê ji destpêka şoreşê û pê ve tenê wan li dijî DAÎŞ’ê û piştevanên wan têkoşîneke bêeman meşandin. Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pey hev rizgar kirin û bi pêngava Reqayê re DAÎŞ’ê cihê herî stratejîk ku kiribû paytexta xwe, ji dest da. Wê demê dewleta Tirk ji bo berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikîne û bêhnê bîne ber DAÎŞ’ê, Efrîn dagir kir û êrîşên xwe yên li ser herêmê heta roja îro jî dewam kir. Lê belê li gel van êrîşan hemûyan jî rêveberiya xweser destketiyên mezin bi dest xist. Rêveberiya xweser ne tenê bersiv da pêwîstiyên gelên herêmê, di heman demê de kir ku gelên herêmê careke din li hev kom bibin û jiyaneke bi hev re, sîstemeke demokratîk ava bikin. Nirx û çanda civakê ya ku tinebûn lê dihate ferzkirin, parast. Li herêmê ji aliyê siyasî, civakî û leşkerî ve bi roleke girîng rabû.
Li Reqayê şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê gelekî belav dibûn. Ji bo astengkirina vê jî tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin. Nirxên civakê hatin parastin. Deriyên dibistanan jinûve li xwendekaran hatin vekirin, perwerdeyê dewam kir. Zarokan jinûve zarokatiya xwe jiyan. Gel li nava sîstema demokratîk jiyana xwe ava kir. Jin tevlî her qada jiyanê bûn. Bi tecrûbeyên xwe dikarim vê bibêjim; Rêveberiya Xweser ji bo jinan hemûyan bû rêya rizgariyê. Îro jin li hemû saziyan di nava sîstema hevserokatiyê de ne. Mînaka herî mezin a vê yekê ew e ku îro jin dikare li ser civakê û xwe nêrîna xwe bîne ziman. Jinan di pêngavên rizgarkirinê de bi rola pêşengiyê rabûn. Ji aliyê leşkerî ve şareza bûn. Îro jî ji bo parastina destketiyên şoreşê bi roleke mezin radibin. Jinan saziyên xwe, rêxistiniya xwe ya xweser ava kirin.”