Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ meşa ‘Çareseriya demokratîk û azadiyê’ ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê kir.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat û hunermendê kurd Kadîr Çat ji ANF’ê re axivîn û ji bo meşê banga tevlîbûnê kirin.
Kerem Canpolat anî ziman ku ‘Meşa Azadiyê’ ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo gelekî girîng e û got, “Li Tirkiyeyê xitimandinek heye û sedema herî mezin a vê yekê jî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo dawî li vê yekê bê anîn me ji Amedê dest bi meşê kir û heta Enqereyê em ê bimeşin. Armanc ji vê meşê avakirina demokrasiyê li Tirkiyeyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê yekê em ji raya giştî ya Tirkiyeyê dixwazin ku piştgiriyê bide me. Em bi dengekî bilind diçin Enqereyê ji bo çareseriyê. Divê dewlet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tavilê gavên pêwîst biavêje. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ti pirsgirêk çareser nabe. Em ji vê derê bang li her kesî dikin; ji bo çareseriyeke demokratîk em destê xwe bidin hev.”
GIRÎNGIYA MEŞÊ DÎROKÎ YE
Hunermend Kadîr Çat jî anî ziman ku meş ji bo demokrasiyê dîrokî ye û got, “Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, bûyerên li Rojava diqewimin pêwîstiya aştiyê ya gelan ên li Tirkiyeyê hîn mezin dike. Li ser vê bingehê ji bo danûstandin ji nû ve destpê bikin, ev meş xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji vê derê em tevahiya gelê xwe vedixwînin meşê. Em dibêjin cihê çareseriya pirsgirêka Kurd meclîs e. Divê meclîs tavilê bi erka xwe rabe û pêvajoya aştiyê destpê bike. Armanca bingehîn a vê meşê avakirina jiyaneke hevpar a gelên li Tirkiyeyê ye. Em li benda gelê xwe ne ku tevlî meşa ji bo aştiyê bibe.”