Li hemberî Qamişloyê, di vî aliyê sînor de deh hezaran kes kom bûn; ne xetek erdnîgarî, cudabûna ku dixwestin di hiş û zihnan de bên çandin, hedef girtin.
Li hemberî êrîşên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hemberî Qamişloyê, li navçeya Mêrdîn a Nisêbînê meşekê ku bi deh hezaran kesan beşdar bû çêbû.
Girseya ku li ser xeta rêya hesin kom bûbûn, ne tenê îfadekirina hêrsê bû, îfadekirina xwedîderketineke kûr bû. Dirûşme tund bûn lê ewqas jî naskirî bûn; dengên li dijî êrîşên li ser Rojava radibûn, mîna berdewamiya bîranîna berxwedaneke bi salan bûn. Dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” ne tenê parastina herêmekê bû, parastina qederek hevpar bû.
Her ku meş pêş ve diçû, girse mezin dibû, mesafeyên di navbera wan de kêm dibûn. Têlên zivirî, kuleyên leşkerî û xetên sînorî, wê gavê wateya xwe winda kirin. Gavên bi sedan kesan ber bi Qamişloyê ve, ji derbasbûneke rastîn wêdetir bû; ev îtiraza kolektîf a li dijî parçekirina gelê Kurd bû. Bi kêliyekê jî be, her du aliyên sînorê di heman dirûşme, heman nihêrîn û heman dilê de li hev hatin.
Di nav girseyê de hem ciwan hem jî kal û pîr hebûn; yên ku qet Rojava nedîtibûn jî, yên ku bîranînên wan li kolanên Qamişloyê hebûn jî. Hesteke hevpar di dilê her kesî de hebû: Rojava ne tenê ye. Êrîşên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê, di vê meşê de ne tenê hatin şermezarkirin; bi îradeya gel dixwestin bên bêbandorkirin.
Her gavekê ku li Nisêbînê hate avêtin, careke din nîşan da ku sînorên çêkirî yên di navbera Kurdan de çiqas lawaz in. Îro li vir, zimanê sînor bêdeng bû; dengê gel axivî. Û ew deng gihîşt Qamişloyê.
Li Qamişloyê jî tiştekî din xuya bû: Kurdîtiya azad. Ne sloganek, rewşeke zindî. Helwesteke xwebawer, dengê xwe kêm nake, ji bo hebûna xwe destûrê naxwaze. Îradeya li aliyê hemberê hêl dibû, mîna ku ji dilê vê girseyê derketibe; berdewamiya heman bîranîn û têkoşînê bû.
Wê kêliyê ji Nisêbînê heta Qamişloyê, ne derbasbûnek bû, rû bi rû bûnek bû. Hate eşkerekirin ku kî/ê li ser sînor maye, kî/ê sînor derbas kiriye. Teslîmbûn li paş ma; azadî li Qamişloyê xwe nîşan da.

