Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Rê, Înşaet û Avahiyan a Şoreşger Dev-Yapi Îşê Nîhat Demîr pirsgirêk û daxwazên karkerên Kurd ên li Tirkiyeyê dixebitin ji ANF’ê re nirxand.
Nîhat Demîr anî ziman ku karkerên Kurd beşa herî bêewle û hesas a çîna karker e û got, “Mercên kar û jiyanê yên karkerên Kurd radixe pêş çavan ku karkerên Kurd yek ji beşên herî bêewle û hesas ên çîna karker a Tirkiyeyê ye. Ji ber nekweheviya avanî ya salên demdirêj û nehevsengiya aborî ya herêmî karkerên Kurd bi giranî di nava koçberiyê de ne. Li ku derê kar hebe ev karker neçar dimînin ku biçin wê derê û bi giranî li karên lêkirina avahiyan, çandinî û karên demkî dixebitin.
Di vê pêvajoyê de yek ji pirsgirêkên esasî yên lê rast tên nebûna ewlehiyê ye. Ev karker bi giranî bê sîgorta yan jî bi kêm sîgortayê têne xebitandin, mûçeyên wan kêm têne dayin yan jî bi temamî têne birîn, tazmînata wan nayê dayin. Bi vî rengî mafên qanûnî yên bingehîn ji wan re nayê naskirin. Bi taybetî karkerên ji derveyî bajêr tên li vê yekê rast tên. Yewmiyeya ku di telefonê de ji wan re tê gotin, dema ku tên cihê kar tê xistin. Ji neçaretiya karker sûd tê wergirtin û bi vî rengî ked tê talankirin.
Li gel vê yekê li cihê kar ne tenê zexta aborî her wiha zexta civakî û çandî jî heye. Karkerên Kurd ji ber ziman, nasname û çanda xwe gelek caran li tundiyê rast tên. Ev rewş ji talankirina kedê wêdetir mercekî kar ê ku rûmeta mirovan binpê dike bi xwe re tîne.”
‘MESELEYA ESASÎ YA KARKERÊN KURD AŞTÎ YE’
Demîr diyar kir ku daxwazên karkerên Kurd ne tenê aborî ye, ji vê wêdetir pirsgirêkên ji ber şer hene, lewma daxwaza bingehîn aştî ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Daxwaza karkerên Kurd ne tenê sererastkirina aboriyê ye. Bêguman karê bi ewle, mûçeyê wekhev, mafên sendîkayî û mercên mirovî yên karkerkirinê ji daxwazên esasî ye. Lê belê ji vê jî wêdetir aliyekî dîrokî û hîn kûrtir heye.
Ji bo karkerên Kurd yek ji meseleyên bingehîn aştî ye. Pêvajoya şer a ku bû sedema parçebûna malbatan, girtin, sirgûn bandoreke yekser li jiyana karkeran dike. Li aliyekî karker hewl didin li xerîbiyê debara xwe bikin, li aliyê din jî bi hesreta malbat û hezkiriyên xwe ne.
Li gel vê yekê azadiya nasname, çand û ziman jî yek ji daxwazên bingehîn e. Karkerên Kurd jiyaneke welê dixwazin ku karibin bi rengekÎ azad bi zimanê xwe biaxivin, bi çanda xwe bijîn, li muzîka xwe guhdarî bikin û govendê bigerînin. Sîstemeke welê dixwazin ku li cihê kar, li kolanan an jî li nava jiyana civakî ji ber nasnameya xwe zextê nebînin.
Her wiha azadiya fikrî ya siyasî daxwazeke girîng e. Weke her karkerî karkerên Kurd jî dixwazin fikrê xwe, tercîha xwe ya siyasî kesên ku hêja dibîne û dilsoziya bi wan re bi rengekî azad bînin ziman. Bi kurtasî daxwazên wan eşkere ye: Welatîbûna wekhev, mafên demokratîk, azadiya çandî û aştiya mayinde.”
Di dawiya axaftina xwe de Demîr bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran ev bang li karker û kedkaran hemûyan kir: “Werin em di 1’ê Gulanê de ji bo jiyaneke dûrî mêtingeriya li ser kedê, dûrî tepisandina nasnameyê û bi serweriya aştî û azadiyê bi hev re têbikoşin. Em qadan bikin zemîna piştevanî û îradeyeke xurt, ne tenê qada pîrozbahiyê. Em daxwazên xwe yên ji bo wekhevî, edalet û azadiyê bi hev re mezin bikin.
Em 1’ê Gulanê veguherînin qadeke têkoşînê ku dengê aştî û azadiyê lê bilind bikin, ked û piştevaniyê bi rengê herî xurt lê şênber bikin.”

