Navenda Mafên Zarokan FÎSA xwe amade dike di 23’ê Nîsanê Cejna Zarokan de rapora “Mafê Jiyanê yê Zarokan ê li Tirkiyeyê ya 2025’an” eşkere bike. Ji FÎSA’yê Ezgî Koman di serî de tundiya tundiya li nava dibistanê, rewşa giştî ya ku zarok di nav de ne ji ANF’ê re nirxand. Ezgî Koman diyar kir ku di vê atmosferê de mirov nikare qala cejnekê bike û got, “Weke mirovên bi temen, rêveberên welêt, nûnerên rêxistinên civakî û medya; divê em li xwe vegerin û bi şaştiyên xwe re rû bi rû bimînin.”
Parêzvana Mafên Zarokan Ezgî Koman anî ziman ku tundiya li nava dibistanê ya ku dema dawî bi êrişan xwe nîşan da, bûyerên tekane nîne û destnîşan kir ku ne zarok lê belê mercên ku zarok di nav de ne ji vê rewşê berpirsyar e. Ezgî Koman got, diyar bû ku encameke bi vî rengî wê derkeve holê û sedemên wê jî bi vî rengî eşkere kir, “Li Tirkiyeyê mekanîzmayek nîne ku têkiliyê bi zarokan re datîne û wan diparêze. Sîstema parastina zarokan naxebite. Ji ber vê jî zarok belawela dibin. Asayîbûna tundiyê li nava civakê, rewadîtina wê, hewldanên dayik û bavan ên ji bo debarê ya nava şert û mercên zehmet, nedîtina rewşa zarokan, li dibistanan zexta li mamosteyan, têkbirina qîmetê agahiyên pîşeyî; van hemûyan ev wêne bi xwe re anî.”
Ezgî Koman destnîşan kir ku ev rewşa tundiyê radixe pêş çavan bê zarok çiqasî zehmetiyan dikişînin û diyar kir ku şaş e zarok weke mirovên “xetere” bêne pênasekirin, di vir de divê were bê dîtin ku yên di bin xeteriyê de ne zarok bi xwe ne.
Ezgî Koman anî ziman ku li şûna sûcdarkirina zarokan divê sîstem xwe di ber çavan re derbas bike, bi we re rû bi rû bibe.
Ji Navenda Mafên Zarokan FÎSA’yê Ezgî Koma ragihand ku yek ji cûreyên tundiyê jî ew e ku zarok li derveyî sîstemê bêne dehfdan, bi tenê bêne hiştin û diyar kir ku vê yekê di mînaka êrişa li dibistanê ya li Rihayê de xwe nîşan da. Ezgî Koman bi bîr xist ku O.K. ê ku êriş pêk anî ji lîseeyê hatibû avêtin û got, “Ev zarok li derveyî sîstemê hatibû hiştin. Yanî em gihîştine wê astê ku zarokan bi hêsanî ji nedîtî ve bên, di zehmetiyeke biçûk de em zarokan ber bi derveyî sîstemê ve dehf didin û nafikirin ku piştî li derveyî sîstemê hate hiştin wê çi bike, çi wê bê serê zarok. Halbûkî piştî ku li derveyî sîstemê hate hiştin, zarok wê êriş bike. Tiştekî din jê nayê hêvîkirin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi exlaqê pîşeyî, bi agahiya pîşeyî heye. Berê tiştên bi vî rengî hebûn. Niha wateyeke van nemaye. Lewma kes nizane bê zarokekî ku tundiyê dike çawa bisekinîne. Tundî weke yekane rê tê dîtin. Weke ku di mînaka Mereşê de hate dîtin, eger zarokek êriş dike, yekane tişta tê bîra mirovan jî ew e ku ji bo rawestandinê, kuştin e. Yanî weke mirovên bi temen, weke rêveberên welêt, nûnerên rêxistinên civakî û medya divê me li xwe vegerin û ji xwe bipirsin, bê em çi dikin.”
Ezgî Koman diyar kir ku desthilatdarî rewşên sosyolojîk û pedagojîk ji nedîtî ve tê, pirsgirêkê tenê di nava polîtîkaya ewlekariyê de dinirxîne û destnîşan kir ku ev yek nêzîkatiyeke rast nîne, bi vî mejî pirsgirêk çareser nabe. Ezgî Koman got, “Eger em li çareseriyeke ewlekariyê digerin, wê demê divê nehêlin ku zarok û her kes xwe bigihîne çekan.”
Ezgî Koman bi bîr xist ku Tirkiye aliekî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye û lê belê peyman li Tirkiyeyê tenê li ser kaxiê maye.
Ezgî Koman anî ziman ku 23’ê Nîsanê Cejna Zarok û Serweriya Neteweyî di atmosfereke bi vî rengî de tê pêşwazîkirin, di vir de qala cejnekê nikare bê kirin û got, divê ew li hev kom bibin û ji bo avakirina cîhaneke baştir a ji bo zarokan bi hev re bixebitin.

