Milîsên Evîn Goyî yên KBDH’ê ragihandin ku li dijî komkujiyên Parîsê li Bûrsayê du çalakî lidar xistine.
Li gorî daxuyaniya nivîskî çalakiya yekem di şeva 22’yê Kanûnê saet 23:00’yan de hatiye lidarxistin. Hate diyarkirin ku li taxa Alaadînbey a navçeya Nilufer a Bûrsayê tesîs û çewlika şexsekî AKP-MHP’yî bi rêbaza sabotajê hatiye hedefgirtin.
Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de zirareke mezin gihaye tesîs û çewlikê.
Li gorî daxuyaniya Milîsên Evîn Goyî yên KBDH’ê şeva 23’yê Kanûnê depoya marketa bi navê DIP a li Taxa Samanli ya girêdayî navçeya Yildirim a Bûrsayê hatiye hedefgirtin. Hate ragihandin ku depo bi temamî şewitiye.