Milîsên Botan Başkale yên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Me li 2 bajaran çalakiyên silavkirina 15’ê Tebaxê li dar xistin.”
Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:
“Milîsên me 14’ê Tebaxê sibehê saet derdora 07:00’an li navçeya Kemera Antalyayê kelekekî geştiyariyê ya bi navê ‘Hîlal Ay’ ku aîdê Suleyman Aydinişik e, dan ber agir. Kelek bi temaî şewitî.
14’ê Tebaxê bi şev saet di 02:00’an de atolye û kargehên rûn-plastîk û tamirkirinê bi taktîka sabotajê dan ber agir. Hat tespîtkirin ku di çalakiyê de herî kêm 4 cihên kar zirareke mezin dît.
Yekîneyên me ku çalakiyan lidarxistin bi ewlehî gihiştin cihê xwe.”
Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn:
Pêngava 15’ê Tebaxê ku yek ji pêngavên fedayî û berxwedêr ên şoreşa me ya yekbûyî ye, li çiya û bajaran dibe pisûla şer û ezîma têkoşîna ya Milîsên me.
Em şervanên fedayî yên Şoreşa Yekbûyî heta ku li ser şopa nemiran azadiyê bi ser bixin, dagirkeran ji Kurdistanê derxînin, ji her demê zêdetir bi biryar in ku şer bikin.
Em ê têkoşînê mezin bikin û li kêleka Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê li ber xwe didin, têkoşînê bi ser bixin.”