Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi boneya salvegera Komkujiya Roboskî li Amedê 3 çalakiyên cuda li dar xistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya MAK’ê de ev agahî hatin dayîn:
“25’ê Kanûnê bi şev li semta Şehîtlîkê ya Amedê hêzên me li dijî qereqola polîsan çalakiyek li dar xist. Dema ku ketina qereqola ku dagirker lê bi cih bûne ji aliyê milîsên me ve bi teqemeniyên destçêkirî hatiye hedefgirtin, teqînên dijwar rû dan.
27’ê Kanûnê bi şev saet di 02.00’an de li semta Şehîtlîkê ya Amedê milîsên me li dijî qereqola polîsan çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de avahiya ku dagirker lê bi cih bûne bi teqemeniyên destçêkirî hatiye hedefgirtin û teqînên dijwar rû dan.
Milîsên me 28’ê Kanûnê bi şev bazara A-101 a hevkar a li semta Şehîtlîkê ya Amedê hedef girtin. Market bi çek û molotofan hat lêdan zirara madî çêbû.”
Di daxuyaniyê de ev peyam jî hatin dayîn:
“Gelê Kurdistanê ji dîrokê heta niha bi bêhejmar komkujî û qirkirinê re rû bi rû maye. 13 sal berê li Roboskî di komkujiya li dijî gelê me de 34 welatiyên me yên sivîl şehîd bûn. Bi vê komkujiyê dewleta Tirk a faşîst rûyê xwe yê bi xwîn careke din nîşan da. Ji gelê me û ji hiqûqa navneteweyî re û yên ku behsa mafên mirovan dikin, divê berê cer bidin gundê Roboskî. Weke zarokên gel em ê ji Roboskî heta Rojava bibin agirê tolhildanê, li hemberî her komkujî û êrîşa dagirkeran heta dawiyê li ber xwe bidin û azadiya xwe misoger bikin.
Em şehîdên Roboskî bi çalakiyan bi bîr tînin. Em ê hesabê van komkujiyan li ser gelê me hatine kirin bipirsin û heta ku dagirker ji axa Kurdistanê bên derxistin em ê têbikoşin.”