Çarşem, 10 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyenên Misrî: Projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîna SAMER’ê: Piraniya hilbijêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin hevdîtinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel: Parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -IV
Kurdistan

Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -IV

Halît Oral ku li ser xeta fedaî ya Şehîd Zîlan meşiya, jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurd, 9'ê Cotmeha 1998'an li Girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir û bû pêşengê destpêkê yê çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Têkoşînên azadiyê bi wêrekî û fedakariyê rê li ber dîrokê dixin. Mîrateya Zîlan di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bû meşaleyek. Halît Oral da ser şopa vê xetê. Di sala 1971’ê de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1998’an li Girtîgeha Mereşê bi çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ev agir dada. Halît Oral ku bi dilsoziya bi Rêber Apo re bedena xwe da ber agir, ji Zapê heta bi Rojava ruhê azadiyê bilind kir, li ber mêtingeriyê rabû û bû yek ji sembolên nemir ên berxwedanê.

Halît Oral sala 1971’ê li navçeya Omerlî ya Mêrdînê, li nava malbateke bi taybetmendiyên feodal, xizan, lê welatparêz ji dayik bû. Ji ber zextên mêtingeriya dewleta Tirk sala 1978’an li gel malbata xwe koçî Çûkûrovayê, Skenderûnê kir. Hesreta wî ya ji bo ax û çiyayên Kurdistanê di dilê wî de timî zindî bû. Jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurd û 9’ê Cotmeha 1998’an li Girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir û bû pêşengê destpêkê yê çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’. Halît Oral li Skenderûnê li dibistanên mêtingeriyê dest bi xwendina dibistana seretayî kir, lê belê ji ber zor û zehmetiyên aboriyê û nqebûlkirina dibistanê di pola destpêkê de dest jê berda. Ji bo karibe tevkariyê li aboriya malbata xwe bike di karên cuda de xebitî, lê belê ti karî dilê wî rehet nekir.

Di nameya xwe de ya ku ji bo Rêber Apo nivîsî bû anîbû ziman ku ti ji wan dilê wî rehet nekiriye û gotibû, “Malbata min demeke dirêj partî nas dikir jî bi taybetî bi vî rengî bandor li min kiribû; ji ber ku di temenê biçûk de ji welêt cihê bûm, ji ber bandora giran a çand û jiyana metropolan, kesayetiya min li gorî vê yekê ava bû. Bi bandora çanda çewt û pirsgirêkên madî nizanîbû ku çi bikim, min jiyan tenê weke îtibarek li nava civakê, bilindbûn û bûyîna xwedî hêzekê didît. Li ser vê yekê lêgerînên min hebûn. Kesayetiya min a asîmîlekirî, dema ku hîn bêhtir ji rastiya gel û welat re bû xerîb, kete nava pratîkeke li gorî jiyana pergalê ya ku dijmin li ser civakê ferz dikir. Bi bandora derdora civakî ya çewt bala min çû ser ciwantiya têkçûyî. Li şûna hezkirina netewe, gel û welêt ez bi têgihiştina parastina malbatê radibûm, li şûna giştî min berjewendiyên şexsî ji xwe re dikir esas û jiyana xwe li ser vê yekê ava dikir. Di nava pergalê de di pîşeyê ku lê dixebitîm, zû aciz dibûm.”

BIRYARA TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN PARTIYÊ

Halît Oral pêvajoya xwe ya lêgerînê di nameya ji bo Rêber Apo de bi vî rengî anî ziman: “… Hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê hêzê ve min daxwaza xwe pêk anî. Dawiya sala 1992’an ji nava derdoreke bi vî rengî jî aciz bûm. Li gel ku min digot, ez gihîştime her tiştî, hîn jî di nava min de valahiyeke mezin hebû. Min xwe hîn bêhtir bi tenê hîs dikir. Ji ber ku malbat û derdora min welatparêz bûn, dema ku min karê li hemberî civakê dikir, heta astekê ji aliyê malbata xwe ve nehatim qebûlkirin. Ji ber ku hem karê ku min dikir hem jî nêzîkatiyên min li yên malbata min, derdora malbata min nedihatin. Di encama vê yekê de jî lêgerîna min a li nasnameyê û kesayetiyê bi rengekî çewt û xerîbiya ji xwe bi pêş diket. Piştî sala 1992’an bi mezinbûna têkoşînê re, çalakî û serhildanên girseyî yên li metropolan bala min a ji bo partiyê zêde dikir.

Di vê demê de min partî nas kir. Lê belê min nekarîbû dest ji jiyana sîstemê berdim ku demeke dirêj di nav de bûm. Min qutbûneke şênber nikarîbû bikira. Di vê mijarê de dudil bûm. Li hemberî vê yekê ez ji jiyaneke derewîn, sexte, ya ku mirov dixapand û xerîbê xwe bû, aciz bûbûm. Û min dest bi lêgerînên nû kir (…) Piştî ku bi hevalan re axivîm, min sextetiya jiyana derbasbûyî dît. Min dît bê çiqasî dejenere bûye, jiyaneke ku mirovan diqedîne. Piştî ku min heval nas kir, bi taybetî bi hevaleke jin re axivîm, min biryar da ku dest ji jiyana xwe ya berê berdim. Û min biryar da ku tevlî partiyê bibim.”

Sala 1992’an tevlî nava karên eniyê bû û bi vî rengî ber bi refên PKK’ê ve gav avêt. Nikarîbû xwe li têkoşînê rabigire; dixwest her wezîfeyê bê kêmasî bi cih bîne. Bi biryardariya serxistina karê xwe, li nava derdora xwe bû cihê baweriyê. Dilsoziya wî ya bi partiyê re her roj hîn xurt bû. Di Gulana 1994’an de ji bo Rêber Apo bibîne bi rê ket, lê belê 4’ê Gulanê hate girtin. Ev roj weke ‘roja lanetbûyî’ pênase kir, ji ber ku firsenda dîtina Rêbertî ji dest dabû. Ji zindana Mersînê heta ya Konyayê, ji wir heta Girtîgeha Ermenekê hate sirgûnkirin. Li zindanê xwe bi analîzên Rêbertî xwedî kir, bi kêmasiyên xwe re rû bi rû bû û li hemberî meylên li derveyî partiyê bi rengekî bê eman têkoşiya. Bi gotina ‘Min bi ti kêmasiyan û şaşitiyan re li hev nekir, bi ser wan de çûm’ nasnameya xwe ya berxwedêriyê parast.

BERXWEDANA LI ZINDANÊ: FERMANDAREKÎ JI AGIR

Gotina ‘Wê şer kir’ a ku Rêber Apo ji bo Sema Yuce got, ji bo xwe kir rêber. Bi armanca xwegihandina Rêber Apo her kêliya xwe bi têkoşînê dagirt. Zindan ji bo wî qadeke şer bû. Bi ruhê Rêber Apo û hişmendiya şehîdan tevgeriya, ti carî xwe têr nedît. Di rêwîtiya agir de her şaneya xwe bi azadî û hezkirinê dagirtî bû. Mirovek ji xwe wêdetir bû.

Sala 1998’an dema ku li hemberî Rêber Apo komploya navneteweyî destpê kir, Halît Oral li cihê xwe nesekinî. Gefên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê planek li dijî Rêber Apo bû. Di civînan de got, “Ev yek ne tenê li hemberî Sûriyeyê ye, êrîşek li hemberî Rêbertî ye’ û bal kişand ser aliyê vê xeteriyê. Hevdîtinên Barzanî û Talabanî yên li DYE û Enqereyê weke parçeyek ji komployê dît. Got, ‘Divê tiştek bê kirin’.

ÇALAKIYA FEDAÎ: BENDA JI AGIR

Biryar da ku li hemberî komploya li ser Rêber Apo bendeke ji agir ava bike. Çalakiya xwe bi hesasiyet plan kir, bêyî ku kes pê bihese amadekariyên xwe temam kir. Du kevir xist nava çakmakê xwe û hemû detayên biçûk  hesab kir. Şeva 8’ê Cotmehê bi 9’ê Cotmehê ve girê dida, saet di 03:00 de li Girtîgeha Mereşê çalakiya xwe pêk anî. Ji berxwedana li Koxûşa 35’an a Mazlûm Dogan sûd wergirt. Bi bêdengî vegeriya hucreya xwe, kincên ji naylon li xwe kir, derî bi ben girê da. Bîdona kolonyayê rahişt û bedena xwe da ber agir.

Bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ di nava êgir de govend gerand. Hevrêyên wî hewl dan derî vekin û bikevin hundir, lê belê Halît Oral bi biryar bû. Bİ gotina ‘Hevrêno bihêlin bişewitim’ xwest çalakiya xwe temam bike. Di nava êgir de nîşaneya serketinê kir, keniya. Dema ku derî vebû piraniya bedena wî şewitî bû, lê belê ew bi ruhê xwe yê serhildêr razayî bû. Dema ku personelên girtîgehê û leşker hatin, bi nîşaneya serketinê li ber wan rabû û bi ken nîşanî wan da ku têk çûne.

MÎRATE: NEMIRÎ Û BERXWEDAN

Çalakiya Halît Oral bû çirûska destpêkê ya berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’. Halît Oral ku ji bo têkbirina komploya navneteweyî bedena xwe da ber agir, bû berxwedanek heta hevrêyên xwe Alî Aydin, Bulent Bayram, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Mehmet Gul û Mîrza Sevîmlî. Di nameya xwe ya ji bo Rêber Apo de got, “Dibe ku çalakiya min nikaribe bi dewleta Tirk gavê paşve bide avêtin, lê belê wê cîhanê li wan bike zindan’. 

Halît Oral fermandarek bû di dilê dîrok û paşerojê de. Milîtanê rojê, pêşengê benda ji agir bû, di nava têkoşîna azadiyê de nemir bû. Agirê Halît Oral li her bihosta Kurdistanê hîn jî dişewite.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Makbûle Guner: Eger dewlet ji dil be divê gavê biavêje
Nûçeya Pişt re Hisên Hecî: Madeya 140 weke amûreke propogandayê hilbijartinê tê bikaranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Canan Kepenç: Em ê wan bajaran ava bikin ku jin lê azad bin

Canan Kepenç diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê ya faşîst herî zêde êrîşê dibe ser destketiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Perûyê krîza siyasî: Serokkomar Dina Boluarte ji wezîfeyê hat dûr xistin

Li Perûyê serokkomar Dina Boluarte, şeva di navbera Pêncşem-Înê de bi biryara meclîsê ji wezîfeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Îmraliyê: Em di asta ‘komîsyon’ û ‘qanûnê’ de ne

Ji heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan diyar kir ku pêvajo gihîştiye 'astekê' û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

YPJ’ê nasnameya şehîd Azadî Helebçe eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?