Sêşem, 18 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di doza komkujiya girtîgehê de biryara ‘demborî’ hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyvên Kurdî yên ku cara yekem ketin girtekên Meclisê dîsa hatin jêbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara destpêkê gotinên Kurdî ket nava girtekên meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balafira kargoyê ya leşkerî ya Tirk li Gurcistanê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmamoglu bi ‘serokê rêxistinê’ tê tewanbarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê serdana karkerên di berxwedanê de kir: Ev ne qeza ye komkujî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek li dijî derbasbûna kujer bo girtîgeha vekirî: “Ev sîstem hevkarê sûc e”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de rêbazên berxwedanê hatin vegotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Em ê dadweriya karkerên jin ên hatine qetilkirin biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > MKP: Newroz serhildan e, serhildanê hembêz bikin!
Rojane

MKP: Newroz serhildan e, serhildanê hembêz bikin!

Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Maoîst (MKP) destnîşan kir ku ji bo desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin, "Em bi ruhê serhildanê Newrozê hembêz bikin û têkoşîna şoreşgerî bilind bikin.” 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Maoîst (MKP) di peyama Newrozê de wiha got: “Wekî çalakiya Kawayê Hesinkar em ala serhildanê li dijî Dehaqên îro jî bilind bikin û şerê şoreşgerî berfireh bikin.” 

Daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Navendî wiha ye:

Di van rojan de ku em pêşwaziya Newroza nû dikin ku di dîroka mafên bindestan û îstismarkirî de sembola serhildan û berxwedanê ye û agirê ku ji bo azadiyê hatiye pêxistin, erdnîgarî yek ji demên herî bi xwîn ên têkoşîna dîrokî ya zalim û bindestan. Li seranserê cîhana me her ku diçe şerê ku pergala kapîtalîst a emperyalîst afirandiye bi dagirkerî, komkujî, birçîbûn û feqîriyê hatiye dorpêçkirin. Di dema ku li Filistîn-Xezeyê komkujî tên kirin, dagirkerî li Ûkraynayê berdewam dike, nakokiyên kûr ên di navbera blokên emperyalîst de, krîza sîstemê ya ku ketiye rê û di encama van pevçûnên germ ên bi dehan dever/herêman de, hema bêje weke şerê cîhanê yê sêyemîn e..

Ligel zilm û dorpêça giran jî gelên cîhanê yên bindest ji berxwedan, têkoşîn û serhildanê dûr nakevin. Jinên ku ji bilî têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr û kapîtalîzmê rêyeke din tuneye, di 8’ê Adarê de qadan dagirtin û li hemû qadên jiyanê serî hildan, bûn mizgîniya biharê. Banga serhildanê ya jinan wê agirê serhildana Newrozê geş bike, têkoşînê wê mezin bike!

Meha Adarê ku meheke tijî komkujî, berxwedan û serhildanan e, di encama bedelên giran de di bîra gelên herêmê û cîhanê bi taybet Tirkiye-Bakurê Kurdistanê de bi awayekî nemirovane hatiye nivîsandin. Yek ji rojên meha Adarê ku sembola berxwedan û serhildanê Newroz e ku mîrateya hevpar a bîra dîrokî ya gelan e. 21’ê Adarê ku roja serketina têkoşîna ku Kawayê Hesinkar bi sedsalan berê li dijî Dehaqê zalim daye destpêkirin, di destên kesên ku li dijî zaliman şer dikin, bûye ala ku bi sedsalan pêxistiye. Şûnwarên afirînerê Newrozê Kawayê Hesinkar di şert û mercên herî dijwar de, bi bedelên xwîn û can têkoşîna Kawayan berfireh kirin û heta roja îro anîn. Gelê herêmê bi taybetî jî gelê Kurd Newroz kiriye leza têkoşînê û sembola serhildana li dijî desthilatdaran. Neteweya Kurd di şexsê Mazlûm Dogan de Kawayên serdema me afirand û gelên bindest li dijî zaliman serî rakir û berê xwe da têkoşînê.

Ji bo neteweya Kurd ku ji aliyê netewe dewletên serdest ên herêmê ve mafê wî yê çarenûsiyê hatiye paşguhkirin û li çar parçeyan rastî komkujî, sirgûn, êşkence û êrîşên qirkirinê hatiye, Newroz navê serhildana li dijî zilmê ye. Ev rastî hem ji aliyê dîrokî ve û hem jî niha didome. Ji ber ku zilma ku li çar parçeyan li ser Kurdan tê kirin îro jî bi rengekî piralî berdewam dike û miletek di bin lepên qetlîam, dagirkerî û qirkirinê de tê tunekirin. Neteweya Kurd ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve qirkirina wî tê kirin, li Bakurê Kurdistanê rastî her cure zext û zordariyê tê û bi polîtîkayên heyî dijminatiya dîrokî berdewam dike. Her roj bi tonan bombe bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de dibarin, çekên kîmyewî jî di nav de hemû çekan bi awayekî bêperwa bikar tînin û bi hedefgirtina cihên jiyanê û binesaziya sivîlan Kurdistanê herêmê bêmirov bikin. Li ku derê destkeftiyek ji bo Kurdan hebe, destên xwînmij ên dewleta Tirk a faşîst û dewletên paşverû yên herêmê dirêj dibin. Niha dewletên paşverû yên herêmê, bi taybetî jî ‘TC’a faşîst û axayên wan, hêzên emperyalîst, li ser netewa Kurd danûstendinên qirêj dikin. Ji bo berjewendîyên xwe yên paşverû li dijî Kurdan planên nû yên xwînrêj amade dikin. Kawayên îroyîn wê şerê li dijî Dehaqên zalim gurtir bikin û êrîşên dagirkeriyê jî pûç bikin.

Çîn û kedkarên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê, li her devera ku xwe birêxistin dikin, ji bo rawestandina van kiryarên qirêj, êrîşên xwînmij û planên dagirkeriyê yên ku nû hatine plankirin, divê bikevin nava liv û tevgerê û çalakiyên xwe yên hevgirtinê bi gelê Kurd re geş û berfireh bikin. Divê were zanîn ku bi yekîtî û têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan dikare planên êrîşa dewleta Tirk a faşîst û dewletên paşverû yên herêmê rawestîne, pêşî li dagirkeriyê bigire û hemû êrîşan pûç bike.

SERHILDAN ÇALAKIYA REWA YA GELÊN BINDEST E

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo hebûna xwe biparêze û berjewendiyên çîna sermaye ya ku nûnertiya wê dike, li dijî gelên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê şerekî topyekûn dimeşîne. Mêtingerî, xizanî, komkujî, zext û êşkence her ku diçe roj bi roj xerabtir. Dema ku têkoşîna çîna karker û kedkarên ku li ber birçîbûnê zêde dibe, mafên bidestxistî yên çîna karker yek bi yek tên desteserkirin; Karkerên ku ji bo başkirina mafên xwe yên sendîkayî, şert û mercên xebatê têdikoşin, bi zordestiya dewletê re rû bi rû ne. Jin tên qetilkirin, şîdeta mêr û dewletê tê normalîzekirin, jin bi polîtîkayên malbatê mehkûmî mêran tên kirin, bi qanûnên hiqûqî dixwazin koletiya jinê ya malê kûr bikin. Ciwan, neteweyên bindest, kêmnetewe û bawerî, girtiyên siyasî, yên ku cewhera xwe diparêzin, bi kurtasî hemû civak di hedefa dorpêça faşîst de ne. Li dijî vê dorpêça faşîst a li dijî hemû dînamîkên li ber xwe dide û têdikoşe tine bike û hêza faşîst hemû derfetên xwe seferber dike û li dijî navendên berxwedana civakî şer mezin dike.

Lê dewleta faşîst  bi her cure amûran hewl dide bi tundî û zordarî, gav bi gav tecrîdê li tevahiya civakê belav dike, bi taybetî jî bi hemû teknolojiya xwe yên ‘milî û herêmî’ bi balafirên keşfê, li ser hêzên gerîla û şoreşgeran kîmyasalê diceribîne. Her kuçe bi mobeseyan hatiye pêçan, her kuçe bi barîkatên polîsan tê dorpêçkirin û dorpêça faşîst ji gelek aliyan ve berdewam bike. Wê nikaribe wêraniya ku tê xwestin pêk bîne, yan jî ji çarenûsa xwe ya dîrokî nikare bireve. Hemû dorpêç û êrîş nîşana wê yekê ne ku ew çiqas ji hêza rêxistinî ya gel û tevgera wî ya şoreşger ditirse. Lê bêfêde ye! Wê bi hêrsa çîna kedkar, kedkar û gelên bindest wê bi serhildanê re rû bi rû bimîne. Desthilatdariya faşîst wê bişîne dîrokê û wê bi  heman çarenûsa Dehaqan rû bi rê were.

Weke çalakiya Kawayê Hesinkar em ê ala serhildanê bilind bikin û têkoşîna şoreşgerî ya li dijî Dehaqên îro berfireh bikin. Divê em agirê serhildana Newrozê li her qadê li dijî dagirkerî, mêtinkarî, xizanî, zext û tecrîdê gurtir bikin û têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî ya li dijî faşîzm, emperyalîzm û kapîtalîzmê berfireh bikin.

Rizgariya me di raperîn, têkoşîna yekbûyî, şerê şoreşgerî de ye. Ji bo bindestan û kedkarên cîhanê tu rêyeke din nîne. Em bang li çîna karker, gelê xwe yê kedkar û bindest dikin ku ji bo rizgariya xwe tevlî şerê gelên Sosyalîst bibin û di nava refên Partiya me de têkoşîna rêxistinkirî berfireh bikin.

Cejna Newrozê bi taybetî gelên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê û li gelê me pîroz be. Em hemû şehîdên şoreş, sosyalîzm û komunîzmê, di şexsê wan şehîdên ku bi bedena xwe agirê berxwedana Newrozê geş kirin bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan heta serketinê bimeşînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelê Minbicê: Em ê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bikin
Nûçeya Pişt re Erebên Şengalê: Me bi paradîgmaya Rêber Apo Newroz nas kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê bi hunera jin dawî li qirkerên çandê bînin’

Hunermedên ku tevlî festîvala şehîd Berçem bûne, diyar kirin ku bi fikir û felsefeya Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E pêngavê derbasî qonaxeke nû dike: Tîrêjên Rojê

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) pêngava bi daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re,…

Ji aliyê Stêrk TV

Jehr ji Çemê Mûratê diherike

Ji ber karê Şîrketa Koza Altin ê li herêma Giyadînê, Çemê Mûratê tijî jehr û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

HRW: Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di dadweriyê de şefafî û berfirehî nîşan nade

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rojavayê Siwêdayê bi çekên giran tê topbarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Serokwezîra berê ya Bangladeşê ji ber sûcên dijî mirovahiyî cezayê darvekirinê lê birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di doza komkujiya girtîgehê de biryara ‘demborî’ hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?