Weqfa Stargeha Jinan a Çatiyê ji Komîteya Parastina Mafên Karkerên Penaber û Ferdên Malbata Wan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re rapora “Li Tirkiyeyê jinên penaber û tundiya li dijî wan” şand.
Di raporê de hat diyarkirin ku di qanûnên Tirkiyeyê yên têkildarî penaberan de der barê jinan de tu bikeyskirin tune ye û di plansaziya “Belgeya Stratejiya Hevahengî û Plana Çalakiyê ya Neteweyî” ya 5 salan a 2018-2023’yan a ji bo ahenga civakî ya koçberên li Tirkiyeyê de bi taybetî di warê tundiya li ser jinê de tu gavên berbiçav neavêtiye. Di raporê de hat destnîşankirin ku di bin navê “Koçberî û Penaberiyê” ya Peymana Stenbolê de, divê hemû jinên koçber ên tundî li wan hatiye kirin venegerin welatên xwe, lê Tirkiye ji peymanê vekişiya û ji ber vê yekê jin bi metirsiya şandinê re rû bi rû man.
Di raporê de tê gotin ku Komîteyê daneyên ku tê payîn Tirkiye li ser jinên koçber ên di bin tundiyê de ne, li cem xwe nîşe bigire. Dema ku em behsa wekheviya di qanûnê de dikin, di pratîkê de çawa ev wekhevî pêk tê, tu dane parve nekirin. Ev rewş bi zelalî nîşan dide ku ti lêkolînek kûr li ser hewcedariyên taybetî yên jinên koçber ên tundî li wan tê kirin, nehatiye kirin.
Di raporê de jinan cih dane zehmetiyên ku jinên koçber dibînin. Zehmetî wiha hatine rêzkirin; Zehmetiyên di warên cihêkarî, pêşdarazî, negihîştina xizmetên bi zimanê xwe yê zikmakî de, xwenegihandina agahiyan, bi fermî neqeydkirîbûn, aborî, negihîştina xizmetên tenduristiyê û şert û mercên xebatê.
Di beşa pêşniyarê ya raporê de hat destnîşankirin ku divê Peymana Stenbolê vegere. Bi domdarî hat gotin ku “Belgeya Stratejiya Yekbûnê û Plana Çalakiya Neteweyî” dê ji sala 2024’an pê ve dîsa were amadekirin û ji bo jin û zarokên koçber parastin û piştgirî divê bê xurtkirin. Li Midûriyeta Rêveberiya Koçberiyê yekîneyeke pirzimanî û bi bandor bê ava kirin da ku taybetmendiyê pêk tîne. Pêşniyaz hatin kirin ku piştigiriya zagonî ya demdirêj û bêpere û alîkariya aborî ji jinên koçber re bê kirin. Her wiha hat gotin divê di yekîneyên alîkariya hiqûqî yên baroyan de jin bên parastin.
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku girîng e daneyên têkildarî jinan bên parastin û hat xwestin ku di van mijaran de ev dane bên girtin:
*Çend jinên koçber/penaber der barê şîdeta mêran de gilî kirine?
*Çend jinên koçber/penaber di çarçoveya zagona jimare 6284’an de ji bo ku xwe ji tundiyê biparêzin serî li tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê dane? Jinên koçber/penaber serî li kîjan tedbîran dan û çend jinan karîbûn xwe bigihînin tedbîrên ku serî li wan dane û ji bo kengî
*Hejmara lêpirsînên ku li hemberî rayedarên cemaweriyê yên ji ber reftarên cudakar an jî xemsarî li hemberî jinên koçber hatine kirin çend in û lêpirsîn çawa bi encam bûne?