Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku 11’ê Tîrmehê beşdarî merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, li ser çavdêriyên xwe ji ANF’ê re axivî.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, “11’ê Tîrmehê ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk û pejirandina rêbaza siyaseta demokratîk a ji niha û pê ve asteke dîrokî bû. Ev yek kombûneke gelekî girîng bû. Heyeta ji 30 kesî weke ku 50 salên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi xwe re anî. Ew meş ji aliyekî ve dihate vê wateyê. Ya ku pêşengî ji heyetê re ki Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bû. Yanî pêşenga meşê jinek bû. Ev rewş cih û girîngiya jinê ya li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nîşan dida. Di destekî Hozat de sembolên ji têkoşînê, di destê wê yê din de jî metna ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk’ hebû, ku mizgîniya destpêkirina serdema nû bû. Li pişt dika ku daxuyanî lê hate dayin portreyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû.
Ev mase rojekê ava nebû, ev daxuyanî jî di nava rojekê de nehat amadekirin. Li wê maseyê têkoşîna gelê Kurd, nirxên gelê Kurd û ewlekarên gelê Kurd ên ji destdayî hebûn. Li gel vê yekê jî nîşaneya pêvajoyekê bû ku destpêkeke nû temsîl dikir. Daxuyaniya destpêkê ji aliyê Besê Hozat ve hate kirin. Gelek mijarên girîng destnîşan kir. Li wê derê mirovên ji gelek derdorên cuda hebûn ku şahidî ji vê yekê re kirin. Di daxuyaniyê de gelek xusûs derketin pêş. Yek ji wan jî ew bû ku divê ev kêliya dîrokî rast bê fêhmkirin. Ev yek ne ji aliyê şeklî ve, lê ji aliyê cewherê ve bangeke xurt bû. Eger ev gav rast bê fêhmkirin wê pêşî li gavên hîn xurt ên ji niha û pê ve veke. Hozat di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hin nuqteyên krîtîk. Işraet bi reformên nû, sererastkirinên qanûnî û destûra bingehînî kir.
Piştî daxuyaniyê bi rengekî sembolîk çek hatin şewitandin. Weke ku Hozat di hevpeyvîna xwe de diyar kir, eger wê aştiyeke mayinde û demokrasî bê avakirin, divê çek êdî weke rêbazekê neyê dîtin. Ev çalakî jî nîşaneya baweriya ji vê yekê bû. Heyetê piştî îmhakirina çekan lîsteya çekan a amadekirî radestî heyeta erkdar a bi pêşengiya ÎHD, TÎHV û OHD’ê kir û vegeriyan cihê jê hat. Her kesên beşdarî merasîmê bûn hestewar bûn. Dayikên ku beşdarî merasîmê bûn hesreta ji zarokên xwe anîn ziman. Dibe ku hevdîtineke cuda xeyal dikirin; lê belê ji aliyê cewherî ve vê heyetê asta heyî ya têkoşîna 50 salan a gelê Kurd temsîl dikir. Daxuyaniya ku hate dayin di çarçoveya Aştî û Civaka Demokratîk de gava herî şênber bû ku heta niha hatiye avêtin. Di daxuyaniyê de bang li dewlet, hikumet, derdorên civakî û aktorên din ên siyasî dihate kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Bi taybetî destnîşankirina jin û ciwanan balkêş bû. Ev yek jî nîşan dide ku di avakirina aştî û civaka demokratîk de wê berpirsyariyeke mezin bikeve ser milê jin û ciwanan.”
Têkildarî rêveçûna pêvajoyê Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, “Bi rêveçûna vê pêvajoyê re gelek astengiyên qanûnî û prosedurên burokratîk derketin holê. Mînak dîmenê ku di 9’ê Tîrmehê de hate weşandin, li gorî agahiyan di 19’ê Hezîranê de hate kişandin. Hîn di destpêkê de hatibû destnîşankirin ku bangeke bi dîmen û dîtina gelê Kurd a Rêberê xwe wê lezê bide pêvajoyê. Lê belê rayedarên dewletê di asteke mezin de nêzîkatiyeke hiqûqî ya ku Kurdan nas nake nîşan da. Dîmen hate weşandin û Tirkiye parçe nebû; berevajî vê yekê lez ji pêvajoyê re hate dayin. Ev gav ji aliyê gelê Kurd û alîgirên aştiyê ve weke pêşketineke gelekî girîng hate nirxandin. Divê mirov balê bikişînin ser daxuyaniyên di dîmen de. Di bingeha têkoşîna gelê Kurd de 2 xalên bingehîn hene; naskirina hebûnê û azadî. Birêz Ocalan anî ziman ku hebûn êdî hatiye naskirin, lewma divê têkoşîna çekdarî neyê meşandin. Destnîşan kir ku li şûna çekê divê siyaseta demokratîk û aştiya civakî bibe esas. Banga Birêz Ocalan û daxuyaniyên PKK’ê li hev hatin û vê yekê jî gelek nêzîkatiyên sûcdarkirinê yên li nava raya giştî pûç kir. Gelê Kurd ti carî qebûl nekir ku têkoşîna wan bi terorê bê pênasekirin. Pênaseya ku ji aliyê dewletê ve tê kirin cuda jî be, banga Birêz Ocalan û daxuyaniyên wî di bin sernavê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de şênber bû. Komê jî xwe bi vî navî pênase kir. Ev binavkirina ku li ser esasê rewabûn û qebûla civakî ve hate kirin, diyar e di vê pêvajoyê de bû nêzîkatiya herî zêde tê qebûlkirin.”
Li ser gavên ku ji niha û pê ve bêne avêtin Kiliçgun Ûçar got, “Her gava ku bê avêtin ji bo demokrasiya Tirkiyeyê gelekî girîng e. Dewlet û hikumet heta niha bi giranî di asta gotinê de man. Serokkomar yekemcar daxuyaniyek da ku wê li meclîsê komîsyonek bê avakirin. Ev gotin hîn neketiye pratîkê, lewma zehmet e ku mirov binirxîne. Lê belê ev bivê nevê divê bê kirin. Meclîs avaniya herî girîng e ku dikare dînamîkên pirrengî yên siyasî li hev kom bike. Pêvajoay çekdanînê destpêkek e, lê belê ji bo yên çek danîne tevlî siyaseta demokratîk û jiyana civakî bibin divê nexşerêyek bê amade kirin. Nabe ku pirsgirêka Kurd tenê bi feraseteke ewlekariyê bê nirxandin. Nuqteya ku herî zêde civak li ber radibe ev e. Çareseriya pirsgirêka Kurd ferz dike ku reform, sererastkirinên qanûnî û naskirina hiqûqî jî di nav de ji gelek aliyan ve gav bêne avêtin. Wezîfeya komîsyonê divê bi çekdanînê neqede, wezîfeya xwe ya esasî divê ji wê û pê ve destpê bike; meseleya pênasekirina nasnameya Kurd bi rengekî qanûnî. Ev gav ne tenê ji bo Kurdan, wê ji bo hemû komên bawerî û nasnameyan ên li welêt pêşî li naskirinê veke. Banga Birêz Ocalan jî divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Weke ku Serokkomar di axaftina xwe de banga azadiyê li Kurd, Tirk, Ereb û gelên Rojhilata Navîn kir… Ev yek hem banga Ocalan e hem jî banga Koma Aştî û Civaka Demokratîk e. Bangek berpirsyariyê li hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e.”