Endama KJAR’ê Werîşe Muradî ya ku li Girtîgeha Evînê ya li Îranê tê ragirtin, ji ber êşkenceyên lê hatine kirin, rû bi rûyê pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê ye. Hat zanîn ku bi gotina “derketina wê ya ji girtîgehê qedexe ye” sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.
Werîşe Muradî li girtîgehê rû bi rûyê zextê tê hiştin. Hat ragihandin ku piştî cezayê îdamê ya lê hatî birîn, di serî de mafê tenduristiyê, ji ti mafan sûd wernagire.
Rêveberiya Girtîgehê diyar kiribû ku ew ê bi şertê ku ew bi xwe mesrefên nexweşxaneyeke ji dervey girtîgehê bide, wê destûrê bidin sewqa Werîşe Muradî. Lê belê, piştî cezayê îdamê hatî birîn, ev biryar nehat bicihanîn.