Nasname û pênase ji bo hebûnê pêwîst in. Naskirin û pênasekirina tiştekî, diyardeyekî, civakekî, zayendekî, mirov hebûna wê qebûl dike. Wateyên ku ji vê hebûnê re têne destnîşan kirin, nasname û nav nîşan dide. Bi danîna navekî cewherê hebûnê û mîsyona ku ji wê hebûnê re hatiye dayîn eşkere dike.
Dema ku hebûna jinê tê terîfkirin, mirov dikare bibîne ku destwerdana sereke ya zîhniyeta serdest a mêr bi piranî di vê wateyê de ye. Hebûna jinê; Xwe bi wateyeke civakî ve girê daye û bi hêza vê wateyê xwe îfade kiriye. Wate nasnameyê dorpêç kirîye. Nasname wateyê kûr dike. Dema em li ser rûyê jinê li çîroka dîrokê dinêrin, pêvajoyên binavkirin û pêkhatina nasnameyê her tim bi vî rengî pêşketiye. Peyvên Jin-Jiyan, Stêrk-Îştar, Nînhûrsag, Amargî-Azadî bi hêza maneyê ve hatine xwedîkirin û bi demê re bûne nasnameyeke civakî. Zêdekirina peyvan û mînakan mimkun e. Lê ya sereke ew e ku zihniyeta serdemê, hafizeya civakan û cîhana watedar jî çîroka hebûnê diyar dike.
Yek ji sedemên kaosa serdem û pergala ku em tê de dijîn, hilweşîna exlaqî ye. Dibe ku ev sedema herî girîng e. Di vî warî de pirsgirêka herî bingehîn a serdema me di qada exlaqî de tê jiyîn. Hem pênaseya pirsgirêkan û hem jî çareseriya wan bê exlaq pêk nayên. Her çiqas exlaq di her serdemê de mamosteyê herî mezin be jî, şagirtên wê yên baş kêm dibin. Ji ber ku pergal bi zanebûn hewl dide civakê ji exlaq dûr bixe. Modernîteya kapîtalîst bi çekên nûjen ên ku bi gotina xwe pêşxistiye, vê mesafeyê bi awayekî jêhatîtir dike. Bi tecrîdkirina mirovan û civakê digire. Mirov her ku diçe ji dîrok, nasname û xweseriya xwe dûr dikeve.
Li cihê ku pêkhateya civakî ya exlaqî û polîtîk veguheriye wêraniyê, jin çi winda kiriye ne zehmet e kû neyê dîtin. Ya hêsan ne ewe kû çi winda kirîye, lê çi destê wî de maye mêzandin e. Em hemû, kêm-zêde, dizanin kû di serdema me de guneh e ku jin bi xwe be, heta ji bo xwe li ser navê xwe tiştekî bifikire. Her jina ku hewl dide xwe nas bike, dizane çiqas bê wate bûye. Exlaq bi asta jîrbûna civakî ya di mirovan de ve girêdayî ye. Pîvanên civakî yên wekî qencî, bedewî û bextewarî bi vê asta jîrbûnê ve girêdayî ne. Ev asta afirîneriya ku civakê ava dike hêza ku wate pêş dixe ye. Azadî hinekî jî bi wî ve girêdayî ye. Ji bo têgihîştina civakê çiqasî exlaqî ye, pêwîst e mirov li çiqasî azade binêre.
Tekoşîn û ked wê bedewiyê û azweriya azadiyê bi xwe re bîne. Tişta ku Rêber Apo di şexsê hevala nemir Bêrîtan de derxist pêş ew bû; ‘Yê ku şer dike azad dibe, yê azad dibe bedew dibe, yê ku bedew dibe tê hezkirin.’ Amûrên etîk-estetîkî; Ev sedsala azadiya jinê, serdema ku rastiya jinê ya têkoşer, bedew û azadbûyî dîsa bi mîrateya xwe ya civakî re bûye nav û deng.
Modernîteya ku xwe dispêre zanistê, ehlaq ji holê rakiriye û ferdperestî û lîberalîzm weke jêhatîbûnekê kiriye pîvana modern. Ew vê yekê wekî çekek bingehîn bikar tîne. Lê belê tenê pirsgirêkên ferdperestî-lîberalîzmê kûrtir dike. Dihêle ku civak bê nefes bimîne. Herî zêde jî wan li hember pirsgirêkên civakî bêhestî û bêberpirsiyar dike. Hema hema; Fikra “Marê ku dest nede min bila hezar sal bijî” armanc dike ku serdest be. Derbaskirina van hemû pirsgirêkan ancax bi hişmendî û rêxistinbûneke xurt a exlaqî pêkan e. Weke avakerên civaka exlaqî û polîtîk, erk û berpirsyariya me heye ku bi eşkerekirina bêexlaqiya vê pergala serdest, exlaqê derbasbûyî û azadiyê ava bikin. Bi serketî bicihanîna vê berpirsyariyê ve emê nifşekî nû ji bo Kurdistana azad bihêlin.