Di êrişa hêzên hikumeta Şamê û komên “Difa Watanî” ya girêdayî wê de, li rojhilatê kantona Dêrazorê de 7 sivîl birîndar bûbûn. Hat zanîn ku ji wan 2 zarok in; yek bi navê Emmar El Yasir (17) û yê din Ehmed Xelîl El Mihemed (9) e û li nexweşxaneya Hecînê têne dermankirin.
Her du zarok jî ji bajarokê Xiranîc in, birîna Emmar xedar e û dê nîştergerî lê bê kirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihandibû ku di êrişa hikumeta Şamê de 2 sivîl şehîd bûne û 7 jî birîndar bûne.