Berdevkê Komîseriya Bilind Marta Hurtado, di civîna li Cenevreyê de got, “Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di navbera 1’ê Çile û 15’ê Adarê de di encama van êrîşan de bêhtirî 500 sivîl hatine kuştin. Piraniya sivîlên ku hatine kuştin li sê navçeyên herêma Kordofanê ye.”
KRÎZA MIROVÎ Û ŞER GIRANTIR DIBE
Şerê li Sûdanê ku di 15’ê Nîsana 2023’yan de dest pê kir, du sal şûnda girantir bû û bû sedema krîzeke mezin a mirovî.
Şer di navbera her du aktorên sereke yên darbeya 2021’an de pêk tê. Li aliyek Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Abdul Fettah el-Burhan û li aliyê din Hêzên Desteka Lezgîn a paramiliter û fermandar Mihemed Hamdan Daglou hene.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Sûdan yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê dijî. Tom Fletcher, rewş wekî “rewşek mirovî ya pir cidî” pênase kir. Beşek mezin ji nifûsa welêt hewcedarê alîkariyê ye û li hin herêman birçîbûn derketiye asta herî jor.
BI MÎLYONAN KES KOÇBER BÛN
Ji Nîsana 2023’yan û vir ve, bi qasî 13 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne. Ji van, 8.6 mîlyon kes di hundurê welêt de man. Bêhtirî 4 mîlyon kes jî derbasî welatên cîran bûn. Neteweyên Yekbûyî, vê rewşê wekî krîza koçberiyê ya herî mezin a cîhanê bi nav dike.
LI DARFÛR Û KORDOFANÊ ŞER GIRAN DIBE
Bi taybetî li herêmên Darfûr û Kordofanê şer giran dibin. Piştî Hêzên Desteka Lezgîn (HDK) di 26’ê Cotmeha 2025’an de bajarê El Faşîrê girtin bin kontrola xwe, krîz hîn kûrtir bû.

