Jêhat di 13’ê Çileya 2024’an de bi hişmendiyeke xurt û hostatiya şer tevlî çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bû; heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.
Jêhat Bager da ser şopa berxwedanê, teslîmiyet, bêdengî û têkçûn red kir û di navîna 2019’an de xwe gihand çiyayên Kurdistanê. Em li ser girekî dixebitîn, ji girê em li ser bûn rê jî xuya dikir. Me li rê dinihêrî. Jêhat tevî çend hevalan ber bi girê me ve dihat. Ji meşa wî, ji kenê li ser rûyê wî, ji hembêzkirina me, ji liv û tevgera wî dihate fêhmkirin ku Jêhat ji ber pêkanîna xewn û xeyalên zarokatiya xwe gelekî kêfxweş û bi coş e.
Jêhat tevî ku li çiyê nû bû zû hîn bû. Ji roja destpêkê ve tevlî nava karên pratîkî bû. Zû hînî jiyana li çiyê bû. Bi taybetmendiya kesayetiya xwe ya kedkar, fedakar û xebatkar ev yek pêk anî. Her kar bi xurtî, pak, bi rêk û pêk diqedand. Gotinên hevrêyên xwe bi cih dianî.
Bi biryardarî tevlî nava karên perwerdeyê bû. Ji ber ku zanîbû li ku ye û ji bo çi lê ye, pêwîstî jî bi cih dianî. Tişta fêhm nedikir dipirsiya, ya kku fêhm dikir jî parve dikir. Venedişart bê li çi difikire û çawa difikire.
BI KELECAN TEVLÎ WEZÎFEYA DESTPÊKÊ BÛ
Bi jiyana xwe sade û ji dil bû. Bi rengekî cidî nêzî her wezîfeyê dibû. Kar çi be jî bi kelecan bi cih dianî. Her tim bi rengekî cuda li bûyerê dinihêrî. Piştî ku wezîfeya xwe qedand bi kelecaneke mezin tevlî wezîfeya xwe ya destpêkê bû. Bi salan hewl da ku ciwanan bi rêxistin bike. Ciwan tevlî nava refên gerîla kir.
XWEST TEVLÎ ŞERÊ GIRAN BIBE
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Zap, Avaşîn û Metînayê kir, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berxwedaneke bêhempa nîşan da. Jêhat xwe ji bo qada şer pêşniyar kir. Di encama perwerdeyên leşkerî de gihîşt astekê. Bi têkoşîna xwe, bi daxwaz, kelecan û sekna xwe nîşan da ku li cihê herî giran dikare li ber xwe bide. Bû sabotajvanekî pispor. Têkildarî şerê tunelan û yekîneyên bi tevger de bû xwedî agahiyan. Li ser bingeha van derbasî cihê şerê giran Metînayê bû.
Li Metînayê tevlî gelek karên pratîkî bû. Li qadê li ser her girekî, her çepereke dijmin, her geliyekî, çiyê serwer bû. Ji bo pêkanîna gelek çalakiyên li qadê xwedî ked bû.
WEKE PISPOREKÎ ŞER ÇÛ
Jêhat di çalakiya 13’ê Çileya 2024’an a li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî de bi berpirsyarî rabû. Bi hişmendiya xwe ya kûr û hostatiya şer tevlî bû. Haya xwe ji erk û berpirsyariya xwe hebû. Bi vî rengî heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.
JI BO NETEWE Û WELATÊ XWE ŞER KIR
Jêhat ciwanekî Kurd ê gelekî ciwan, bedew, hêja, têgihiştî, bi dîrok, çand û zimanê xwe zanî, Rêber Apo dixwend û hewl dida fêhm bikira. Bû şervanekî welat û neteweya Kurd. Bi çalakiya xwe ya dawî jî nîşan da bê şervanekî çiqasî leheng bû.