Çalakiya nobetê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Beyoglûya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da destpêkirin di roja 74’an de berdewam dike. Di çalakiyê de pankartên bi Kurdî û Tirkî “Colemêrg ya me ye” û “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye” hatin vekirin. Gelek caran bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Qeyûm wê biçe em ê bimînin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Polîsên Tirk girseya ku xwest bi Rojnameya Xwebûnê bikevin qada nobetê asteng kirin. Parlementera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça bertek nîşanî astengiya li hemberî Rojnameya Xwebûn da û diyar kir ku rojnameyeke qanûnî ye û polîs bi keyfî tevdigere.
Piştî nîqaşa bi polîsan re girse derbasî qadê bû û bi tilîliyan govend gerandin.
Hevserokê DEM Partî yê Sancaktepe Çetîn Yildiz di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku ew 74 roj in li qadan in. Yildiz diyar kir ku hilbijartin ji bo demokrasiyê şert e û wiha got: “Demokrasî ew e ku gel gotina xwe bi xwe bibêjin. Ev pergal, pergalekî ku dijminê ekolojî û jîna ye, ev pergal gelan nas nake. DEM Partî li dijî asîmîlasyon û zîhniyeta tekparêz e. Em parêzvanên demokrasiyê ne. Werin em vê pergala tekparêz têk bibin û bi hev re têbikoşin.”
Endamê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Reşît Înce bertek nîşanî desteserkirina vîna gelê Kurd da û got: “Şerm e. Dîroka we 950 sal e, em 15 hezar sal in li vir in. Em jî neteweyek in, em ê nebin Kurdên we. Dibe ku em bi we re cîran bin. Em 74 roj in li vir vale nasekinin. Em ne kesên duyem û sêyem ên van xakan in. Em xelkê qedîm ê van xakan in. Vîna xelkê Colemêrgê radest bikin.”