Pêncşem, 3 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hejmara girtiyên doza Gulîstan Doku derket 32’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Yuksel li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş wê beşdarî kombûna ciwanan a li Kolnê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê dema qeyûm ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî temam bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Zextên li ser rojnamegeran meha Tebaxê jî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Çapakçur taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rewşenbîrên naskirî peyamên ji bo Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewqa navê xwe bû: Dîlan Şoreşger

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobetê azadiyê ya li Mexmûrê ji aliyê komeke din ve hate dewrgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemal Doskî ê PDK’yî hate revandin û êşkencekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobetên Edaletê: Heta azadiyê dê ev têkoşîn bidome
Rojane

Nobetên Edaletê: Heta azadiyê dê ev têkoşîn bidome

Çalakiya Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin berdewam dike. Di çalakiyan de peyama, “Heta azadiyê dê ev têkoşîn bidome” hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 76’en de dom kir. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hatin serdana nobetê. Dayik bi xizmên girtiyan re axivîn û gotin ku piştgiriyê didin berxwedana wan.

Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.

AMED

Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşegntiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 76’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edelatê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibû vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Gelek kes hatin serdana nobetê.

Kesên hatin serdana nobetê bal kişandin ser wateya meşa azadiyê, têkoşîna dayikan û xizmên girtiyan û banga piştgiriyê li xelkê Amedê û her kesî kirin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û çalakî bi çepik û tililiyan bi dawî bû.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 18’an de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Stewrê hat serdana nobetê û peyama têkoşînê hat dayîn. Dayika Aştiyê Saîme Onder di çalakiyê de axivî û got ku wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nobet daye destpêkirin. Onder, wiha domand: “Zarokên me jî di zindanan de di greva birçîbûnê de ne. Em daxwaza azadiya Rêbertiya xwe, zarokên xwe û gelê xwe dikin. Heta azadiyê dê ev têkoşîn bidome. Bijî berxwedana zindanan.”

EDENE

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 77’an de berdewam kir. Nobet, li avahiya komeleyê tê lidarxistin û îro Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê hatin serdanê. Çalakvanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Nobeta Edaletê bi stranên dayikan berdewam kir.

STENBOL

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê li Stenbolê hatiye destpêkirin, di roja 69’an de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê dom kir. Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo avakirina aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Eyupê Nedîm aydin, rêveberên Konfederasyona Saziyên Civakî yên Sivîl ên Bedlîsê (BÎTLÎSKON) û Komeleya Amediyan û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Hevserokê DEM Partiyê yê Eyûpê Nedîm Aydin di çalakiyê de axivî û wiha got: “Çalakî êdî li her devera cîhanê tên naskirin. Hemû gelên bindest vê têkoşîna gelê kurd ji xwe re mînak digire. Awayê xebatê yê tevgera me ji bo cîhanê dibe mînak. Êdî li seranserî cîhanê behsa Kurdan tê kirin.”

Piştre jî Hevserokê MATUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol axivî û ev tişt anî ziman: “Weke Kurd em neteweyekin û xwedî ziman, çand û erdnîgariyekê ne. Em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Lewma em bi tu awayî tecrîda girakirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin. Heke çareseriyek çêbibe, divê ev çareserî bi Birêz Abdullah Ocalan re bibe.”

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere kir
Nûçeya Pişt re Amedsporê tîma Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ajansa Welat dest bi weşanê kir

Ajansa Welat bi dirûşma 'Deng û rengê welat' bi zimanê Kurdî dest bi weşanê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Di 47 salan de 12 kongre: Siyaseta înkarê hate tasfiyekirin, dora avakirina civaka demokratîk e

PKK a ku beriya 47 salan hate avakirin, siyaseta înkar û îmhayê ya sedsalî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mûşê Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk

Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, li Mûşê “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hejmara girtiyên doza Gulîstan Doku derket 32’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîd Denîz Yuksel li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çetîn Arkaş wê beşdarî kombûna ciwanan a li Kolnê bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdînê dema qeyûm ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?