Şemî, 17 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aslan: Sûriye welatekî wisa nîn e ku ji HTŞ’ê re bê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Azadiyê: Em ê xeta têkoşînê ya Celal Amed bidin jiyîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku êrîş rawestin em ê li kolanan bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 7 partiyên Kurd ên Rojhilat bangawazî ji bo NY’yê

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê êdî gavên şênber û jêneveger bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê provokasyon: Êrişî wêneyê Ziyad Heleb kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyan mizgeft terikandin û mela protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xelkê Şengalê li hemberî her xeteriyê divê rêxistiniya xwe xurt bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê Ziyad Heleb li kolanên Kerkûkê hate daliqandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Êrişên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrişên li dijî pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervana ku pêşengî ji jinên Ereb re kir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan bi çekên giran Dêr Hafirê bombeberan dikin
Çeteyên hikumeta demkî gundên Dêr Hafirê bombebaran dikin
Çeteyan bi 2 dronan derdora Tişrînê hedef girtin
Çeteyan 3 caran êriş birin ser Tişrînê
Çeteyan li Dêr Hafirê kargeh û milkên sivîlan hedef girt
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Oral ê 30 sal in girtî ye: Hewl didin me bikujin!
Rojane

Oral ê 30 sal in girtî ye: Hewl didin me bikujin!

Birayê Îhsan Oral ê ku di girtîgehê de bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceyê tê, Haşim Oral got, "Di serdana me ya dawî de ew ji ber tayê dişewitî. Piştî ku ew ji nexweşxaneyê anîn, ava sar êşkence lê kirin. Divê her kes bêhiqûqiya li girtîgehan bibîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Binpêkirinên mafên mirovan û êşkenceya li dijî girtiyên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin. Di demên dawî de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Kirikkaleyê, girtiyê bi navê Îhsan Oral di hucreyek bê kamera û sungerkirî de ji aliyê çend gardiyanan ve rastî êşkenceya fîzîkî hat. Li nexweşxaneya ku Îhsan Oral biribûnê bijîşk rapor û belge nedanê. Birayê wî Haşim Oral li ser vê mijarê ji ANF’ê re axivî.

Haşim Oral  diyar kir ku birayê wî jî piştî ji nexweşxaneyê vegeriya, di hucreyê de bi ava sar îşkence lê kirin. Haşim Oral diyar kir ku di serdana dawî de dît ku birayê wî ji ber êşkenceyê nexweş ketiye û piştî ku bi rêveberê girtîgehê re axivîn û li dijî êşkenceyê nerazîbûn nîşan dan, birayê wî ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê. Haşim Oral bi gotina “Aştî, wekî ku dibêjin, divê bigihêje girtîgehan jî” bertek nîşanî bûyerê da.

RAPORA ÊŞKENCEYÊ NEDANÊ

Bûyer di 31’ê Kanûna 2025’an de qewimî. Girtî Îhsan Oral lji ber timî ode tên giherandin û hewldanên wî bibin odeyeke din nerazîbûn nîşan da. Piştî vê yekê, gardiyanan li ber çavên rêveberên girtîgehê êşkence li wî kirin. Oral li erdê kaş kirin, ew qiriqa wî şidandin û birin hucreya sungerkirî û li wir jî heman êşkence lê kirin.

Girtiyên bi navê Ahmet Herdem û Hayrullah Turan ên ku befrtek nîşanî êşkenceyê dan, bi êşkenceya fîzîkî ya gardiyanan re rû bi rû man. Îhsan Oral ê ku piştî êşkenceyê birine nexweşxaneyê, bijîşk rapora ku êşkence lê kirine nedanê. Dema ku ew vegeriya girtîgehê, ji aliyê rêveberê girtîgehê ve rastî gefên,”Ez ê serê te bişkînim, ez ê çavên te derxim, tu kî yî ku li ser van şert û mercan gilî bikî, bertek nîşan didî?” hat.

BÛYER BIRIN ROJEVA MECLISÊ!

Piştî ku bûyer gihîşt parêzer û meclisê, Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal bi fermî serî li Komîteya Lêkolîna Mafên Mirovan (ÎHÎK) ya meclisê da û pirseknameyeke berfireh pêşkêpêşî Wezareta Dadê kir. Piştî ku bûyer ket rojevê, hat hînbûn ku girtî rastî heman zextê hatine û êşkence bi awayekî sîstematîk berdewam kiriye.

Haşim Oral ê ku piştî bûyera êşkenceyê serdana birayê xwe yê li girtîgehê kir, got ku girtî nikarin bigihîjin tenduristiyê û heta xwarina ku bixwin nabînin.

‘PIŞTÎ KU JI NEXWEŞXANEYÊ ANÎN JÎ ÊŞKENCE DÎTIYE!’

Haşim Oral anî ziman ku zext û binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û got ku birayê wî yê ku ji sala 2016’an vir ve girtî ye, pêşî sirgûnî Edeneyê, paşê sirgûnî Mereşê û herî dawî sirgûnî girtîgeha Kirikkaleyê hatiye kirin û xetereya sirgûnkirina wî ji wir jî heye. Haşim Oral diyar kir ku birayê wî piştî êşkenceyê birine nexweşxaneyê, piştre dîsa anîne girtîgehê û dîsa êşkence lê kirine û got, “Pêşî di odeyek bê kamerayan de lê xistin, piştre jî qiriqa wî şidandin û gef li wî xwarin. Li nexweşxaneyê rapora lêdanê nedan. Piştî vegeriya girtîgehê, midûr bi heman awayî gef li birayê min xwar. Ji ber van bûyeran, piştî vegera ji nexweşxaneyê li şûna wî bibin odeyê birine hucreyê.. Li wir, wî tazî kirin û bi ava sar êşkence lê kirin. Piştî vê bûyera êşkenceyê, birayê min dîsa nexweş ket. Cara dawî ku ez çûm, tayê wî bilind bû. Ez ji vê rewşê bêxem nemam û min bi rêveberiya girtîgehê re axivî. Min li dijî vê êşkenceyê giliyê sûc jî kir. Birayê min zêdetirî 30 salan e di girtîgehê de ye. Ji roja ku ew çûye Kırıkkaleyê timî bi binpêkirinan re rû bi rû maye.”

‘DAXWAZÊN WÎ YÊN XWARIN Û NEXWEŞXANEYÊ PÊK NAYNIN’

Haşim Oral diyar kir ku birayê wî piştî hevdîtina xwe bi rêveberiya girtîgehê re dermankirin kirine û wiha domand: “Pirsgirêkên ku ew li girtîgehê dijîn pir in. Divê ev pirsgirêk werin çareserkirin. Berî her tiştî hewce ye ku parlamenter serdana girtîgehê bikin.

Birayê min ji roja ku çûye wir ve 15 kîlo winda kiriye. Ew çerm û hestî maye. Destûrê nadin ku ew biçe xebatên civakî an werzîşê bikin. Di serdana min a dawî de, birayê min ji min re got, ‘Ew hewl didin ne derûnî be jî di aliyê fîzîkî de mirovan bikujin’. Daxwazên sewqê têne redkirin. Dema ku ew bi pereyên xwe ji kantînê tiştek siparîş dikin, piştî çend hefteyan ji wan re tînin. Ew qet nikarin xwe bigihînin xwarinê. Di kawşa birayê min de girtiyek felcbûyî jî heye ku nikare bi tena serê xwe biçe destavê. Dev ji berdana wî berdin, wî ji bo dermankirinê jî nabin nexweşxaneyê.”

‘DIVÊ KES GIRTÎYAN JI BÎR NEKIN’

Haşim Oral li hember binpêkirinên li girtîgehan daxwaza çavdêrî û başkirinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro qala aştiyê dikin, lê eger îro aştî hebûya, ev tişt li girtîgehan nediqewimîn. Em dixwazin şert û merc bên baştirkirin. Divê girtiyên siyasî neyên jibîrkirin. Divê hemû sazî li ser wan bisekinin. Divê şert û merc bên baştirkirin, divê hem parlamenter û hem jî wezaret li ser vê yekê bisekinin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aslan: Sûriye welatekî wisa nîn e ku ji HTŞ’ê re bê hiştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê hat vekirin

Zanîngeha Kobanê ya Kantona Firatê bi merasîmeke heybet û bi beşdariya mêvanan ji Herêma Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana li Xelfetiyê di roja 8’an de ye

Berxwedana ku gel li dijî desteserkirina şaredariya Xelfetiyê daye destpêkirin di roja 8’an de didome.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê serdegirtinên 1’ê Gulanê: Gelek kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk serê sibehê li Stenbolê careke din bi hinceta 1'ê Gulanê serdegirtin pêk anîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Aslan: Sûriye welatekî wisa nîn e ku ji HTŞ’ê re bê hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tevgera Azadiyê: Em ê xeta têkoşînê ya Celal Amed bidin jiyîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Heta ku êrîş rawestin em ê li kolanan bin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?