În, 20 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Rehan Bayik hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Esreen Ghadri: Ji bo Kurdan dema yekîtiya stratejîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykan Sever: Şer dikare demeke dirêj dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laçîner: Pêwîstî bi pênaseyeke nipînû ya sosyalîzmê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê dan du Belûcên ku tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qurbaniyên şewata beriya salekê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora gerîlaya YJA Starê cara çaremîn e rastî êrîşan tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga ‘Divê dorpêça li ser Mexmûrê tavilê rabe’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Mexmûrê li Çemçemalê droneyek ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Hewlêrê û bêdengiya li pişt Ronî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Girtiyên li Girtîgeha Evînê: Azadî bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan dibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê ji bo rojnamevana girtî banga piştevaniyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Komîte û saziyên girseyî li qada siyasî ya Îranê ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gûrbetellî Ersoz destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ‘Tora Têkoşîna bi Tundiyê re’ hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parlamenta Îngilistanê eleqeya mezin ji bo dokûmantera ‘Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34 komên folklor di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvala Respectê de Kurd bi ‘Govendê’ li ber nijadperestiyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Azadiya jinê bi parçekirina sîstema Îmraliyê dibe
Jin

PAJK: Azadiya jinê bi parçekirina sîstema Îmraliyê dibe

PAJK: Em bang li jinên dilxwazên azadiyê dikin ku pêşengiyê ji pêvajoya demokratîk re bikin ku ji aliyê Rêber Apo ve bê destpêkirin û roja qirkirina Kurdan bikin roja azadiya Kurdan, bi vê têgihiştinê dakevin qadan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Di serî de em di şexsê hevrê xwe Halît Oral, Rotînda, Kurde de ku li dijî komploya navneteweyî bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bedena xwe kirin sîper û xeta têkoşînê diyar kirin hemû şehîdên şoreşê bi hurmet û mînet bibîrtînin û soza têkoşîna wan gihandina serketinê dubare dikin.

Em bi pêvajoyeke gelek girîng û krîtîk dest bi sala 27’an a pergala êşkenceyê ya Îmraliyê dikin. Rêber Apo ku bi komploya navneteweyî ya xayînane 15’ê Sibata sala 1999’an di pergala Îmraliyê de hate esîr girtin 15’ê Sibatê weke Roja Qirkirina Kurdan pênase kir. Xwestin bi pergala qirkirina Kurdan a ku 200 sal e tê pêkanîn re piştî Şerê Cîhanê yê yekemîn bi rêya komkujiyan tepisandina berxwedana Şêx Saîd a 15’î Sibat a 1925’an û di pêvajoya şerê cîhanê yê seyemîn de jî bi esîrgirtina Rêbertî li Îmraliyê biencam bikin. Komploya navneteweyî ji bo DYE û mutefîkên xwe dagirkeriya xwe bikarin bi hêsanî li Rojhilata Navîn pêk bîne hatiye pêşxistin. Ev komplo weke merhaleyekî herî bi encamgir û tije ya Şerê Cîhanê yê Seyemîn hate nirxandin. Berxwedana di pêşengtiya Rêbertî de hatiye nîşandan pêkanînên qirkirinê binxistiye, pirsgirêka Kurd bûye mijara ku ji aliyê herkesî ve bê dîtin, li ser nîqaş bê kirin û herkes hesabê wê bike.

Pêngava ‘Ji Rêber Apo Re Azadiya Fizîkî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ ku di pêşengtiya Gelê Kurd û dostên xwe ve 10’î Cotmeha sala 2023’an hemwext li 74 welatan hatibû destpêkirin di valaderxistina komployê de encamên girîng bi xwe re aniye. Di vê bingehê de di tevahî salê de li çar aliyên cîhanê bi milyonan mirovan azadiya Rêber Apo azadiya xwe û azadiya gelan dîtin, vê pêngavê bi çalakiyên cûr be cûr bi hêz kirin. Li her aliyê cîhanê jinan jî gotin ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ û ji çalakiyan re pêşengtî kirin. Di encama vê têkoşîna gerdûnî de di şexsê Rêbertî a 26 salin di bin esareta mutleq de ye pirsgirêka Kurd di asta herêmî û navnetewî de gihêşt merhaleyekî ku çareseriyê ferz dike. Ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk di vê pêvajoya ku nîzama cîhanê ji nûve tê dîzayn kirin de pêvajoya hevdîtinan bi Rêber Apo re da destpêkirin.

Rêbertî di hevdîtinên 23’î Cotmehê yên bi biraziyê xwe Omer Ocalan re, 28’î Kanûnê û 22’yî Çilê bi heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re pêk anî de perspektîfa xwe ya çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd ji raya giştî re ragihandiye. Rêbertî di hevdîtina destpêkê de di wateya çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd de anî bû ser ziman ku ‘xwedî wê hêza fikrî û pratîkî ye ku bikare pirsgirêkê ji zemîna şidetê derxe û bikşîne nava zemînê huquqî-siyasî’. Di hevdîtina duyemîn de nêzîkatiyên bi pîvan ên ji 7 xalên ji bo çareseriyê pêwiste bêne pêk anîn daniye holê. Cardin heman heyeta Dem Partî di bingeha plansaziyekê de bi hin şexsiyetên girîng ên navendên giştî yên partiyên di nava meclîsê de cîh digrin re hevdîtin pêk anîn û di derheqê hevdîtina bi Rêber Apo re pêk hatî agahdar kirin. Rojeva ku li derdorê Rêber Apo ava bûye carek din nîşan da ku hêza bingehîn a çareseriyê Rêber Apo ye. Her çiqas pêvajoya ku Rêber Apo bi girtina însiyatifê daye destpêkirin di merheleya nîqaşan de jî be ji niha ve careke din li şûna şer çareseriya demokratîk xistiye navendê û ji bo hemû jinan, gelên bindest û mirovahiya cîhanê re bûye ronahiya hêviyê. Li hemberî nîzama cîhanê ya hêzên hegemon ên kapîtalîst ku bi şer, hilweşîn, xwîn, êş û azaran re dixwaze ava bike di wateyek rasteqîn de bûye dengê hêzên modernîteya demokratîk û nîşan daye ku nîzama demokratîk ku pala xwe dide azadiya jinê pêkane ku bê avakirin. Em di pêvajoyek wiha dîrokî de derbas dibin ku çawa hêzên dagirker rastiya civakî-çandî-erdnîgarî û pêwistiya demokratîkbuyînê ji nedîtî ve tê û di şer de israr dike, li beramberî vê yekê di serî de Kurd hemû gelên xwediyê van axa ne û jinên avakerên jiyanê ne divê di projeyên xwe yên azadiyê de bi israr bin.

Bêgûman ev hemû pêşketin di encama berxwedaniya muazam ya Rêber Apo, têkoşîna civakî ya di pêşengtiya jinê û têkneçûna gerîlayên Kurdistanê de derketiye holê. Di encamê de carek din derketiye holê ku yê di pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn de diyarkerê bingehîn e Rêber Apo ye. Di salvegera komployê de Rêbertî gavên vala derxistina komployê diavêje. Rêber Apo ragihandibû ku yê 21’emîn salvegera komployê wek bingeha amadekariya pêngava ji bo nêvenga siyaseta demokratîk biafirîne pêşwazî bike. Di vê pêvajoyê de carekî din anî ser ziman ku çiqas girîngiyek taybet dide jinan. Me jî bi saya keda bêhempa ya Rêber Apo di partîbûna jin de, artêşbûn, rêxistinbûna jin de gavên mezin avêtine. Rêbertî di pergala êşkenceya Imraliyê de jî hertim ji bo azadiya jinê bûye xwediyê kedê. Ya xwe bi xwe bûyîna jinê weke Xwebûn pênase kir, li hemberî aqlê zilamê desthilatdar yê ilmcîtî-olcitî-zayendperestî-netewperestî ilmê jinê jineolojiyê pêşxist ku bingeha xwe dide azadiya jinê, ji bo rêxistinkirina pergala konfederal a demokratîk ya jinê perspektîfan afirand. Bi saya hemû kedên Rêber Apo di eksena jinê de daye bandora formûla a bi sihîr ya Jin-Jiyan-Azadî re ku li çar aliyê cîhanê jinan xistiye nava çalakiyan û deng vedaye îro jî eşkere tê dîtin. Rastiya ku komploya navnetewî ne tinê Rêber Apo, Kurdan hedef girtiye, tevahî gelên Rojhilata Navîn û jinan xistiye bin esaretê, pêşeroja wan tarî kiriye îro pir aşîkar tê jiyîn. Ji bo serxistina gava dîrokî ku ji aliyê Rêber Apo ve bi armanca binxistina komploya ku di rastiya Şerê Cîhanê yê 3.’mîn de derbasî qonaxekî pir xeternak bûye emê bi hemû hêza xwe ve têkoşînê bidomînin. Azadiya fizîkî, tendûristî û ewlehiya Rêber Apo pêkanîn ji parçekirina pergala dîl girtinê ya Imraliyê derbas dibe. Di vê wateyê de bi boneya salvegera 27.’emîn ya komploya navnetewî ya 15’î Sibatê ku weke ROJA REŞ derbasî pelên dîrokê bûye de em di serî de bang li jin û ciwanên Kurdistanê û bang li tevahî mirovahiyê dikin ku bi boneya azadiya fizîkî ya Rêbertî azadiya xwe bi xwe jî pêk bînin. Ji bo em bikarin Rêber Apo ku ji me re bi paradîgma ya demokratîk-ekolojîk-azadiya jinê jiyanekî nû bexşandiye bigihînin azadiya fizîkî şert e ku em xwe bigihînin xetekî çalakiyên bê rawestan. Ji bo hemû çalakî û fealiyetên di vê bingehê de bêne kirin re pêşengtî kirina jinan erkekî bingehîn e. Rêberê azad heman demî jina azad e. Em bang li Jinên ku tîbûnê azadiyê ne dikin ku pêşengtî ji pêvajoya demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve tê birêvebirin bikin û bi zanebûna roja qirkirina Kurd vegerînin roja azadiya Kurd biherikin qadên çalakiyê û daîmî bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Kabûlê ye
Nûçeya Pişt re Ji YJA Starê daxuyaniya 15’ê Sibatê: Em ê li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi israr bin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşvanên Amarayê gihîştin Parka 4’ê Nîsanê

Ciwanên ku bi boneya 76’emîn rojbûna Rêber Apo ji Amedê ber bi Amarayê ve dimeşin…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê ya li ber Meclîsê di roja 20’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku ji bo hevjînê xwe û kurên xwe yên li Rihayê hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebê di çalakiya 8’ê Adarê de dagirkerî hate şermezarkirin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di çalakiya 8'ê Adarê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komkujiya Hewlêrê û bêdengiya li pişt Ronî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayika Aştiyê Latîfe Dag jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Girtiyên li Girtîgeha Evînê: Azadî bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan dibe!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?