Jinên Kurd di parastina civak û bajarên xwe de li dijî her cûre zilm û êrîşkariyê roleke pêşeng dilîzin. Bi taybetî li Kobanê, jin hem bi roj hem jî bi şev li nuqteyên kontrolê xizmetê dikin û ewlehiya bajêr misoger dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin di erka parastinê de berpirsiyariyek xurt hildigirin.
Li bajarê Kobanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin, gul hatin belavkirin. Dayîna gulan wekî nîşanek spasdariyê ji bo ked û fedakariya wan hat nirxandin. Di axaftinan de, hat destnîşankirin ku jin ji bo parastina destketiyên Şoreşa Rojava bi biryar in û dê heta dawiyê van destketiyan biparêzin.
‘PARASTINA BAJÊR ERKA ME YE’
Yek ji Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê Dîcle Elî, diyar kir ku parastina bajêr ji bo wan erkek sereke ye. Dîcle Elî, destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê yên jin bi şev û roj li xalên kontrolê û li taxan nobetê digirin û got ku ew ê ji bo ewlehiya Kobanê û aramiya gelê wê xebata xwe bidomînin.
Dîcle Elî, her wiha diyar kir ku ew bi boneya 8’ê Adarê roja hemû jinên kedkar û berxwedêr pîroz dikin û got ku jin di her warî de roleke pêşeng dilîzin. Dîcle Elî, da zanîn ku hêzên ewlekariya jin dê di nav civakê de hîn xurttir bin û rêxistinbûna xwe berfireh bikin.
‘TÊKOŞÎN DIDOME’
Berdevka Meclîsa Jin a PYD’ê Bedîa Miho, jî anî ziman ku jinan di şert û mercên herî zehmet de jî li ber xwe dane û rola girîng a hêzên ewlehiyê yên jin û şervanên YPJ’ê yê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi bîr xist.
Bedîa Miho, diyar kir ku hin hêzan bi rêya jinan Şoreşa Rojava hedef girtine, lê tevî vê yekê jî berxwedana jinan berdewam dike. Bedîa Miho, destnîşan kir ku her çend di demên berê de gelek jinên Kurd hedef hatine girtin jî, bi hezaran jinan cihê wan girtine û têkoşîn berdewam kirine.
Di dawiyê de Bedîa Miho, da xuyakirin ku berxwedan û têkoşîna jinan ji bo azadiyê dê hîn xurttir bibe û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

