Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin di kîjan astê de ye? Mafê mehkûmên li Îmraliyê yê ji bo dîtina malbat û parêzeran çawa tê astengkirin? CPT çima li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng e? Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo şikandina vê tecrîdê karekî çawa dikin?
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez ku beşdarî konferanseke li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bû ev mijar ji ANF’ê re nirxand.
Îbrahîm Bîlmez destpêkê qala şert û mercên girtîgeha Îmraliyê kir û got, “Girtîgeha Îmraliyê di statuya Tîpa F a Wezareta Edaletê de ye, ku statuya tîpa F jî li girtîgehan nayê qebûlkirin. Şert û mercên li wê derê tecrîd e. Li hemberî vê yekê saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê demeke dirêj têkoşiyan. Şert û mercên girtîgeha Îmraliyê ji şert û mercên girtîgehên tîpa F qat bi qat girantir e.
Rewşa li Îmraliyê hîn bêhtir xerab e. Nêzî 40 meh in em nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan werbigirin. Ji 25’ê Adara 2021’ê dema axaftina bi telefonê ya duyemîn û vir ve em nikarin agahiyê ji Birêz Ocalan werbigirin. Ev axaftina ku bi birayê xwe re kir nîvco mabû û Birêz Ocalan ji birayê xwe re gotibû ‘Ez dixwazim Tirkiye qanûnên xwe bi cih bîne. Dixwazim tavilê parêzerên xwe bibînim’.
Ji wê rojê ve em nikarin agahiyê jê werbigirin. Ji bo hevdîtina parêzeran her hefteyê du caran em serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Her wiha malbat jî her hefte serlêdanê dikin. Bersiv ji van serlêdanan re nayê dayin. Li ser vê yekê em li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê îtirazê dikin, dema ku ew jî tê redkirin em serî li Dadgeha Cezayê Giran didin. Li wir jî dema tê redkirin em serî li Dadgeha Destûra Bingehîn didin.
Demeke dirêj em li bendê man ku Dadgeha Destûr Bingehîn bikeve nava liv û tevgerê. Mixabin li wir jî biryareke erênî nayê dayin.”
Parêzer Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku di sala 2012’an de 5 muwekîlên wan ên di li Îmraliyê hatin bicihkirin û got, “Ev pênc kes ji bo rakirina tecrîdê li Îmraliyê hatin bicihkirin. Lê belê her pênc kes jî mîna Birêz Ocalan hatin tecrîdkirin. Ji tîpa F anîn Îmraliyê lê belê mafên wan ên li girtîgehên tîpa F jî nehiştin bi kar bînin. Yên ku çûnê Îmraliyê nekarîne parêzerên xwe bibînin. Nikarin malbata xwe bibîni, nikarin sûdê ji mafê xwe yê axaftina bi telefonê werbigire. Ew jî ketine nava tecrîda li Îmraliyê. Me ev rewş weke îzolasyona komî pênase kir. Ji bo wan jî me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Ev yek serlêdanek bû ku em jê re tecrîda komî dibêjin. DMME ji sala 2012’an û vir ve di vê mijarê de biryarekê nade. 12 sal derbas bûn, mixabin saziyek mîna DMME’yê hîn ê biryar nedaye. Bi dîtina me ev helwesta DMME’yê polîtîk e.
‘EM PARÊZER LI DERVEYÎ HEMÛ PÊVAJOYAN TÊNE HIŞTIN’
Mirov meraq dikin bê çawa tecrîdeke bi vî rengî, bêhiqûqiyeke bi vî rengî dikare pêk were. Bi vî rengî dikin; ji bo astengkirina hevdîtina malbatê cezayên dîsîplînê bi kar tînin. Her sê mehan carekê Desteya Çavdêriya Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî otomatîk cezayê dîsîplînê li Birêz Ocalan û sê muwekîlên me yên li wê derê dibire. Sê mehan hevdîtina bi malbatê re qedexe dikin. Û sedema qedexeyê jî eşkere nakin.
Em ti carî sedema cezayên dîsîplînê hîn nabin. Em parêzer li derveyî van pêvajoyan têne hiştin. Li gel serlêdanên me jî ne ji me re biryarên li ser cezayê dîsîplînê dişînin ne jî li ser îtiraza me dosyayê didin me, ne jî destûrê didin ku em dosyayê lêkolîn bilklin. Ji me re bi ti awayî nayê ragihandin. Weke parêzer em bi temamî li derveyî mekanîzmaya dadgeriyê têne hiştin.”
‘EM LI NUQTEYA HERÎ NEBAŞ IN’
Têkildarî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku helwesta CPT tevkariyê li rakirina tecrîda li Îmraliyê nake. Bîlmez got, “CPT ji destpêkê ve tevlî vî karî bû. Ji dema ku Birêz Ocalan bi komployekê teslîmî Tirkiyeyê hate kirin û li Îmraliyê ev sîstem hate avakirin û vir ve CPT vê sîstemê kontrol dike.
Heta niha 9 caran serdana Îmraliyê kir, rapora 8 serdana eşkere kir, di hemû raporan de jî Tirkiye rexne kir. Diyar kir ku şert û mercên li Îmraliyê ne yên qebûlkirinê ne, îzolasyoneke gelekî giran heye. Di rapora dawî de jî gotina incommunicado bi kar anî. Rewşa agahî wernegirtinê ku ev yek dişibe rewşeke windakirinê.
Lê belê Tirkiyeyê ti ji rexneyên di rapora CPT de hatin kirin li ber çavan negirt, sererast nekir. Û îro em li nuqteya herî nebaş in. 40 meh in nikarin agahiyê werbigirin. Hevdîtina bi parêzeran û malbatê re nîne. Bersiv ji nameyên me re nayê dayin. Ti têkilî nîne. Em tenê texmîn dikin ku muwekîlên me li Îmraliyê ne.
Weke parêzer em nikarin vê piştrast jî bikin. Em nikarin tenduristiya wan piştrast bikin. Lewma li holê rewşeke bi vî rengî heye û eger CPT di avakirina vê sîstemê de hebe hingî mirov nikare bibêje ku berpirsyariya CPT nîne. Berpirsyariya CPT heye.
‘ÎMRALI GIRTÎGEHEKE JI RÊZÊ NÎNE’
CPT hîn rapora xwe ya li ser serdana dawî ya li Îmraliyê eşkere nekiriye. Belê rast e; ji bo CPT karibe rapora xwe bi raya giştî re parve bike divê Tirkiye qebûl bike. Lê belê di asta heyî de 25 sal in tecrîdeke giran heye, 40 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Îmrali girtîgeheke ji rêzê nîne. Rewşeke li derveyî rewşa asayî heye. Rewşeke awarte heye. Temenê Birêz Ocalan dirêj bûye û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hene. Sê muwekîlên me yên din jî hema bibêjin 30 sal in girtî ne, di nava şert û mercên giran de ne. Lewma nabe ku CPT bi rengekî ji rêzê nêzî Îmraliyê bibe. Eger Tirkiye destûrê nade ku ev rapor bê eşkerekirin, divê êdî CPT xala 10/2 a prosedura xwe bi cih bîne, dema vê yekê hatiye.
‘DIVÊ ÊDÎ CPT DAXUYANIYÊ BIDE RAYA GIŞTÎ’
Di çarçoveya vê xalê de, têkildarî welatê ku destûra eşkerekirina raporê nade, yan jî têkildarî welatên ku pêşniyarên CPT salên dûr û dirêj bi cih nîne, CPT dikare daxuyaniyekê bide. Daxuyaniyekê dide raya giştî ya navneteweyî û radigihîne ku ew welat li gorî hiqûqa welatê xwe, li gorî Peymana Ewropayê tevnagere. Ti welatekî ku di destûra wê ya bingehîn de dewleta hiqûqê tê nivîsandin naxwaze bi daxuyaniyeke bi vî rengî re rû bi rû bimîne. Lê belê Tirkiye hêdî hêdî ber bi vê nuqteyê ve diçe. Li gorî me divê êdî CPT vê daxuyaniyê bide. Dema vê hatiye, ji ber ku rewş ji vê xerabtir nabe.”