Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fransa, Spanya û Kanadayê daxwaza tehliyeya Nergiz Muhammediyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman û Gul pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî wê biçe Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cotkar: Ji ber zilma DEDAŞ’ê em neçar man erdên xwe bifiroşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 13 roj in agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Jin a têgihiştî jin a xweparastî ye’
Jin

‘Jin a têgihiştî jin a xweparastî ye’

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo diyar kir ku xweparastina jinê xwe dispêre zanebûn û rêxistiniyê û destnîşan kir, jin a têgihiştî jin a xweparastî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo li ser girîngiya xweparastinê, mekanîzmaya perwerdeyê ya heyî û rola perwerdeyê ya ji bo xurtkirina xweparastina jinê ji ANF’ê re axivî.

Gulistan Gulo anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re mekanîzmaya xweparastinê gihîşt asta herî bilind û diyar kir, jin a ku pêşengiyê ji civakê re dike, parastina civakê ji xwe re dike esas û ji bo jiyaneke ekolojîk li ber xwe dide, li ser koka xwe têkoşîna jinûve afirandinê meşand û hîn jî dimeşîne.

Gulistan Gulo ragihand ku misogerkirina xweparastina jinê, yanî ji bo jin bibe ya xwe, zane bibe, xwe bi rê ve bibe, îradeya xwe xurt bike, bi esaswergirtina mîrateya çanda xwedawendiyê serî li gelek rê û rêbazan dide û got, “Li pêşiya ferz û zextên avaniya civak û malbatê ya kevneşop a li dijî jinê bend danî, li gel vê yekê ji bo afirandina civakeke demokratîk têkoşiya. Li hemberî pênase û nêzîkatiyên ku dibêjin, ‘Jin nikare xwe biparêze, cihê jinê mala wê û kêleka hevserê wê ye, aqlê jinê kêm e’, bi têgihiştina xweparastinê berxwedanek hate nîşandan.”

Têkildarî sîstema perwerdeyê ya ji bo têgihiştin û xweparastina jinê jî Gulistan Gulo got, “Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ji bo karibe di çarçoveya projeya Neteweya Demokratîk de civakê perwerde bike û bibe xwedî rêxistiniyekê, di Konferansa Kongra Star a 6’emîn de ava bû. Di sîstema perwerdeyê de meclîs û komunan ji xwe re dike esas. Ji perwerdeyên branşê heta bi perwerdeyên îdeolojîk li akademiyên me li gorî asta perwerdeyê ya mirovan dewreyên perwerdeyê têne lidarxistin. Ji bo jin bibe xwedî pîşeyekî perwerdeyên branşê têne dayin. Pirsgirêkên civakê li van mekanîzmayan têne nîqaşkirin, hewl tê dayin ku bêne çareserkirin. Bernameyên me yên akademiyê jî ji bo zêdekirina asta zanebûnê ya jinê, naskirina xwebûna xwe, xwerêvebirin û têkoşîna ji bo mafê xwe têne amadekirin. Li saziyên me her hefte bi rêk û pêk sîstema perwerdeyê pêk tê.

Gaveke din a girîng jî mijara perwerdekirina mêr e. Weke Komîteya Perwedeyê ya Kongra Star me karê perwerdekirina mêr jî hildan ser milê xwe û li amadekiyan mêr têne perwerdekirin. Dema ku mêr ên tevlî perwerdeya dewreyên vekirî û girtî bûne beşdarî nava civakê dibe, di asta tê xwestin de nebe jî ji aliyê wekheviya zayendî ya civakî de têkoşînek tê dayin. Ji bo avakirina hevjiyaneke azad, modela malbateke demokratîk di perwerdeyên ji bo mêr de têkoşîna zayendî tê meşandin.”

Gulistan Gulo li ser rola jinan a bilindkirina asta perwerdeyê û xurtkirina xweparastinê jî got, “Bi rêya sîstema perwerdeyê em ji civakeke nezan ber bi civakeke zane ve diçin. Jineke zane û têgihiştî dike ku civak û neteweyekê zane biafire. Jin a têgihiştî xwedî hunera rêvebirina civakê ye. Jin a ku asta xwe ya têgihiştî pêşkêşî xizmeta civakê dike, bandorê li civakê dike ku gav bi gav zane bibe. Di vê mijarê de mirov dikare Şoreşa Rojava weke mînak nîşan bidin. Di demên destpêkê de ku sîstema perwerdeyê hate avakirin cudahiya navbera jin a perwerdekirî û ne perwerdekirî li holê bû. Piştî ku hejmara jinên perwerdebûyî zêde bû, kir ku hejmara jinên têgihiştî û civaka têgihiştî zêde bibe. Bi vî rengî li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî jinê têne meşandin bingeha xweparastinê hate danîn. Jin a zane tê wê wateyê ku dikare xwe biparêze. Jin a têgihiştî û zane jin a xweparastî ye. Jin a ku xwe nas dike, ew jin e ku dikare xwe biparêze. Jin a têgihiştî ew jin e ku dikare li ber êrişan rabe, li hemberî polîtîkayên qirkirinê tawîzê ji têkoşînê nade. Lewma bi têgihiştina jinê re xweparastin pêk tê. Jin ên zane û têgihiştî timî dibin hedefa dewleta Tirk û dewletên dijminê têkoşîna azadiyê ya jinan. Êrişa li dijî jin a têgihiştî ji bo qelskirina asta zanebûnê ya civakê têne kirin.”

Gulistan Gulo ragihand ku ew dixwazin sîstemeke li ser bingeha wekhevî û demokrasiyê ava bikin û got, “Em dixwazin mêrekî demokrat, jineke demokrat, yanî civakeke wekhev ava bikin. Bêguman ji bo avakirina vê sîstemê jî pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Di mijara wekheviya zayendî de ku tê xwestin bi Şoreşa Rojava re bê afirandin, gavên girîng hatin avêtin lê belê hilweşandina mejiyê serweriya mêr ê pênc hezar salî hêsan nîne. Lewma em têkoşîna xwe dewam dikin.”

Gulistan Gulo li ser pêşengiya jinê ya di xweparastinê de jî got, “Di avakirina civakê de çawa ku rola jinê girîng e, di vê serdemê de jî berpirsyarî û wezîfeya jinê zêde ye. Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê deng veda. Lewma mîna deryayekê jin ber bi qadan herikîn, ji bo doz û mafê xwe têkoşiyan. Çawa ku jin malekê bi rê ve dibe di nava civakê de jî divê bi mîsyoneke bi vî rengî rabe. Dema ku mirov dikeve malekê eger jin ne amade be hingî mîna ku ew mal tarî ye xuya dike. Ji bo civakê jî ev yek derbasdar e. Tevlînebûna jinê li nava civakê dibe sedem ku ew civak ji rê derkeve. Ji ber vê jî ji malbatê heta bi saziyan divê jin li her qada jiyanê di asta rêvebirinê de be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Tirk a dagirker gundên Başûr dişewitîne
Nûçeya Pişt re ROJEVA 8’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hesekê 51 girtî hatin berdan

Li Hesekê 51 girtî bi amadebûna şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb hatin berdan.

Ji aliyê Stêrk TV

Li girtîgeha Tîpa F a Boluyê berdana du girtiyan hate asteng kirin, Metîn Dalan hate berdan

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Boluyê berdana girtiyên 32 salan Aydin Adiyaman û…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Dewleta Tirk li dijî mirovahiyê sûc dike

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku bîlançoya 24 saetan a berxwedana li dijî êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?