Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) û Şandeya Îmraliyê, di salvegera yekemîn a “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû, di çalakiyekê de peyama nû ya Rêber Apo bi raya giştî re parve kir. Rêber Apo di peyama xwe de pêvajoya li pey xwe hiştine wekî “qonaxa negatîf” bi nav kir û destnîşan kir ku ji niha û pê de divê derbasî pêvajoya “Komara Demokratîk” bibe.
Parêzer Cemal Demir, vê banga nû ya Rêber Apo û rewşa rojane ya di lêgerîna aştiyê de ji ANF’ê re nirxand.
‘TEVGERA AZADIYÊ YA LI SER MILÊ XWE KIR, DOR LI DEWLETÊ YE’
Parêzer Cemal Demir, di daxuyaniya xwe ya salvegera pêvajoya dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatibû destpêkirin de bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê û Rêber Apo ji bo aştiyê gavên jiyanî avêtine. Demir got: “Bêguman îro salvegereke pir krîtîk e. Salek berê Birêz Ocalan ji bo aştî û civaka demokratîk deriyekî dîrokî vekir. Em dizanin ku ji wê rojê heta îro ji aliyê Tevgera Azadiyê ve vîneke pir cidî hatiye nîşandan û gavên dîrokî hatine avêtin. Lê belê li hemberî vê yekê, mixabin di aliyê dewlet û desthilatê de geşedaneke berbiçav çênebûye. Raporta dawî ya komîsyona ku di bin banê meclîsê de hatibû avakirin, her çend hinek pêşniyaran dihewîne jî, hîn çarçoveyeke zelal û şênber ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd pêşkêş nekiriye.”
‘DEMA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK HATIYE’
Demir bal kişand ser têgehên “entegrasyon” û “demokratîkbûnê” ku Rêber Apo di peyama xwe ya nû de tekez kiriye û diyar kir ku divê pêvajo êdî derbasî qonaxa duyemîn bibe. Demir tespîta Ocalan a ku dibêje “Kurd beriya sed salî avêtin derveyî pergal û hiqûqê” bi bîr xist û nirxandina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan ragihandiye ku divê ev pêngav êdî derbasî qonaxa duyemîn bibe. Bingeha vê qonaxê ew e ku gelê Kurd û saziyên wî di zemînekî demokratîk de tevlî pergala hiqûqî ya dewletê bibin. Em behsa gelekî dikin ku sed sal in li derveyî hiqûqê hatiye hiştin. Ji bo pêkhatina vê entegrasyonê, mecbûrî ye ku dewlet ji demokrasiyê re hestiyar be. Heke pergala dewletê demokrasiyê ji xwe re neke esas, pêkhatina entegrasyona civakî ne pêkan e. Di vê xalê de, li ser zemîna parlamenê pêkanîna guhertinên zagonî û destûrî êdî ne bijareyek e, neçariyek e dîrokî ye.”
‘ZAGONA DEMKÎ Û MAFÊ HÊVIYÊ KILÎLÊN ÇARESERIYÊ NE’
Parêzer Demir da zanîn ku ji bo derbasbûna xitimandina pêvajoyê divê pêşniyarên zagonî yên şênber bikevin meriyetê û bal kişand ser mijarên “Zagona Demkî” û “Mafê Hêviyê” yên ku Rêber Apo nîşan dane:
“Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bi rê ve biçe, xala yekemîn a ku Birêz Ocalan nîşan daye ‘Zagona Demkî’ ye. Ji bo kesên girêdayî Tevgera Azadiyê ne, yên li qadên gerîla ne an jî li derve ne, karibin tevlî vê pergala nû ya demokratîk bibin, pêdivî bi misogeriya hiqûqî, yanî bi zagoneke demkî heye. Piştî vê yekê divê di zagonên înfaz û ceza de revîzyoneke bingehîn bê kirin. Mijara herî jiyanî jî ‘Mafê Hêviyê’ ye. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ku di sala 2014’an de li ser vê mijarê daye, hîn jî nehatiye sepandin. Sûdwergirtina Birêz Ocalan ji Mafê Hêviyê û rakirina astengiyên li pêşiya azadiya wî ya fîzîkî, ji bo serkeftina pêvajoyê şerta herî bingehîn e.”
‘BÊYÎ AZADIYA FÎZÎKÎ ÇARESERÎ PÊŞ NAKEVE’
Di dawiyê de Cemal Demir tekezî li ser girêdana di navbera azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêvajoya aştiyê kir û wisa got: “Bêyî ku şert û mercên fîzîkî yên Rêberê Gelê Kurd bên başkirin û azadiya wî bê dabînkirin, ev pêvajo nikare bi awayekî saxlem bi pêş ve biçe. Azadiya Ocalan hêza motorî ya pêngavê ye. Heya ew azad nebe, pêvajo mehkûmî tengbûn, qelsbûn û xitimandinê ye. Îro ne tenê gelê Kurd, hemû derdorên demokratîk û dostên me li benda dabînkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan in. Em di xaleke dîrokî de ne û serkeftina vê pêvajoyê bi rêbazên xwe yên demokratîk, bi van gavên zagonî yên wêrek ve girêdayî ye.”

