Rewşa girtiyên nexweş hîn jî di rojevê de ye. Gelek girtiyên nexweş li gel rapora ‘nabe li girtîgehê bê hiştin’ jî li girtîgehan dîl têne girtin.
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Yûsûf Erdogan li ser rewşa girtiyên nexweş ji ANF’ê re axivî û got, “Di pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015’an de rewşa girtiyên nexweş di rojevê de bû. Meseleya girtiyên nexweş ji bo me parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqnasan ew mesele ye ku divê ne di hin demên diyarkirî de, lê her tim di rojevê de be û bê çareserkirin.”
Yûsûf Erdogan anî ziman ku rewşa psîkolojîk û fîzîkî ya girtîgehên Tirkiyeyê ji bo girtiyên nexweş guncaw nîne û got, “Mirovekî bikeve girtîgeheke Tirkiyeyê nikare bi tenduristiyeke baş înfazê temam bike Bi taybetî piştî avakirina Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F rejîma girtîgehan li Tirkiyeyê bi temamî guherî. Bi vê guherînê re girtîgehên bi gelek tîpên nû ava bûn. Bi taybetî avaniya fîzîkî ya girtîgehên nû dibe sedem ku girtî nexweş bikevin. Girtîgehên li Tirkiyeyê bi giranî qelebalix in û gelek mirov li girtîgehan li odeyan tijî têne hiştin. Em dibînin ku bi girtîgehên bi tîpa nû re girtî li odeyên gelekî biçûk têne hiştin. Girtî neçar dimîni ku li qadên deng ên li dijî rûmeta mirovahiyê ne jiyana xwe dewam bikin. Ev şert û mercên fîzîkî hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê derûnî ve dibin sedema nexweşiyan.”
Yûsûf Erdogan destnîşan kir ku wergirtina mafê xizmeta tenduristiyê ji bo girtiyên nexweş yek ji pirsgirêkên herî giran e û got, “Ji revîreyê heta bi veguhestina ji bo nexweşxaneyê gelek astengî hene. Mafê xwarina têrker û baş a girtiyên nexweş li gelek girtîgehan nayê dayin. Ev rewş jiyana girtiyên nexweş hîn zehmet dike.”
Erdogan diyar kir ku Saziya Tipa Edlî gelek caran rapora ‘nabe li girtîgehê bimîne’ ya nexweşxaneyan têrker nabîne, li şûna wê jî rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ dide û got, “Ev rapor jî gelek caran dibe sedem ku girtî di demeke kurt de li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide. Em ne bawer in ku Saziya Tipa Edlî bê alî û serbixwe ye. Li gorî me raporên nexweşxaneyên dewletê divê têrker bêne dîtin. Girtiyên nexweş bê şert û merc divê bêne berdan. Qanûan bi hejmara 275 astengiyeke cuda ye. Saziya Tipa Edlî raporeke erênî bide jî dozgeriya înfazê yan jî hêzên ewlekariyê bi hinceta ‘ewlehiya civakê’ dikarin li pêşiya berdanê bibin asteng. Desthilatdarî bi feraseta dîlgirtî û tolhildanê nêzî girtiyên nexweş dibe. Ev yek nayê qebûlkirin. Meseleya girtiyên nexweş nabe ku bibe mijareke bazarê. Di demekê de ku li ser pêvajoya aştî û danûstandinan axaftin tê kirin divê ev pirsgirêk tavilê çareser bibe.”