Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzer Menzione: Sucê herî giran a serdema modern tê kirin
Rojane

Parêzer Menzione: Sucê herî giran a serdema modern tê kirin

Parêzer Ezio Menzione anî ziman ku bi piştgiriya dewleta Tirk ve çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê, li gorî hiqûqa navneteweyî li dijî Kurdan sûcê herî giran a sedsala modern dikin û got: “Divê ji hevkarîya sûcê derkevin û ji bo parastina Rojava tevbigerin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Çile 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di dema ku êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî a bi piştgiriya dewleta Tirk ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin de, rexneyên ji raya giştî ya navneteweyî jî zêde dibin. Parêzer Ezio Menzione, yek ji parêzerên pêşeng ên Îtalyayê û parêzvanê mafên mirovan e, di nirxandina xwe ya ji bo ANF’ê de destnîşan kir ku êrîşên li herêmê ne tenê leşkerî ne, armanca wan tasfiyeya siyasî, demografîk û civakî ye.

Menzione bal kişand ser êrîşên li ser Elewî û Dûrziyan û bertekên cidî nîşan nedana di asta navnetewî de, wek cesaret dayîna hikûmeta demkî ku êrîşên nû li ser Kurdan bike. Û got ku êrîşên li taxa Kurdan a Helebê û herêmên rêveberiya xweser, nîşan didin ku armanca van operasyonan ne leşkerî ye, guhertina avahiya demografîk e.

Menzione wiha got: “Armancgirtina rasterast a sivîlan, bombebarana warên niştecîh û wêrankirina sîstematîk a cihên jiyanê, nîşana eşkere ya siyaseta valakirina van herêman û koçberkirina bi zorê ya gel e.”

‘EL ŞARA TENÊ QUQLA YE, HÊZA ESASÎ TIRKIYE YE’

Menzione hêzên li pişt êrîşan nirxandin û got ku El-Şara yê serokê rêveberiya demkî a Şamê tenê vitrîn û quqle ye û wiha dewam kir: “El-Şara tenê quqle ye. Du aktorên mezin hene: Tirkiye û DYA. DYA tu carî ne hevalbendê rastîn ê Kurdan bûye. Di dema têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jî ev hevkarî ne pêbawer bû. Îro em dibînin ku ev rûpoş bi temamî ketiye.”

‘MODELEKÊ KU BIBE MÎNAK, WEKÎ METIRSÎ TÊ DÎTÎN’

Menzione destnîşan kir ku Tirkiye mîmarê esasî yê êrîşan e û rêveberiya xweser a Rojava wekî metirsiyeke hebûnî dibîne. Û got ku rêveberiya xweser a Rojava ji aliyê Tirkiye û hikûmeta demkî ve ne tenê wekî metirsiyeke leşkerî, wekî metirsiyeke bîrdozîk jî tê dîtin û wiha nirxand: “Modela Rojava li ser wekheviya jin-mêr, wekheviya etnîkî û olî, demokrasiya herêmî û rêveberiya xwecihî ava bûye. Ev ji bo Kurdên li Tirkiyeyê û gelên herêmê mînakeke bi hêz e. Ji bo Tirkiyeyê metirsiya esasî ev e. Ji ber vê yekê armanc ew e ku ezmûna li Rojava bê tunekirin.”

‘JI ALIYÊ HIQÛQA NAVNETEWÎ VE NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Menzione bibîr xist ku avahiya li Rojava ne dewleteke serbixwe ye, tenê rêveberiyeke xweser e, Êrîşên li ser wê ji aliyê hiqûqa navnetewî ve nayên qebûlkirin. Û got: “Ev avahî ne serbixwe ye, tenê xweser e. Modelek e ku armanc dike têkiliyeke federalî bi rêveberiya navendî re ava bike. Jixwe li hember vê yekê jî tahamûl naye kirin. Ev rewş ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nayê fêmkirin.”

Parêzer Menzione diyar kir ku êrîşên Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî li hember peymanên heyî, nîşan dide ku hebûna hêzên navnetewî li pişt vê yekê ye û wiha got: “Niha dibêjin ku hêzên leşkerî yên Rojava dê bikevin nav artêşa Sûriyeyê. Kesî bawer nake. Bi quqleyekê wekî Şara re peymaneke wiha ne gengaz e. Şara tam berevajiyê ezmûna Rojava ye. Qebûlkirina Kurdan tê wateya qebûlkirina vê modelê; ez bawer nakim ew wisa bikin.”

‘SÛCÊ HERÎ GIRAN Ê SERDEMA MODERN TÊ KIRIN’

Menzione bal kişand ku di van êrîşan de hiqûqa navnetewî li ber çavên cîhanê bi temamî tê binpêkirin û got ku li Sûriyeyê li dijî Kurdan sûcên herî giran a sedsala modern tê kirin. Menzîone wiha domand: “Di van êrîşan de sûcê herî giran koçberkirina bi zorê ya gel e. Kuştin û wêrankirin sûcên mezin in. Lê sûcê herî mezin ew e ku gel bi zorê ji cihê xwe tê derxistin. Gelên kevnar bêmal, bêerd têne hiştin; di kampan de, li ba xizmên xwe, di nîvê zivistanê de li ber hewaya vekirî têne mehkûmkirin. Ev yek ji sûcên herî giran ên sedsala modern e. Tam a li Helebê û îro li herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn ev e. Koçberkirin, li vir û li gelek deverên din ên cîhanê, sûcê sereke yê kesên ku şer dixwazin û vîzyoneke cuda li ser cîhanê ferz dikin bûye.”

‘BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWÎ HEVKARIYA SÛCÊ YE’

Menzione bêdengiya Ewropa û cîhana Rojava bi gotinên tund rexne kir û got ku ev yek berpirsiyariyeke cuda diafirîne. Menzione got: “Berpirsiyariyeke din a van êrîşan jî ya hikûmetên ku dixwazin ezmûna azad a Rojava bê tepisandin û tunekirin e û li hember vê yekê tiştekî nabêjin, yanî bêdeng dimînin. Dema ku Xaze tê gotin, bi zexta raya giştî neçar dimînin ku biaxivin. Lê yên li Rojava di bêdengiyê de tên derbaskirin. Wekî ku yên li Rojava di nava nedîtî de tên jiyîn. Ev bêdengî rasterast hevkarîya sûcê ye.”

‘ÊRÎŞ JI BO EWROPAYÊ JÎ METIRSÎYEKE MEZIN IN’

Menzione bal kişand ser îhtîmala serbestberdana deh hezaran DAÎŞ’iyên li herêmê û got ku ev yek ji bo ewlehiya cîhanî metirsiyeke mezin e. Menzione got: “Ev rewş ji bo Tirkiyeyê ne metirsî ye; ji ber ku Tirkiye gelek salan piştgirî da DAÎŞ’ê. Çek û cebilxane yên ji bo DAÎŞ’ê di rêya Tirkiyeyê re çûn. Niha jî dixwazin ev kes bên serbestberdan. Serbestberdana deh hezar DAÎŞ’iyan ji bo Ewropayê jî metirsiyeke pir mezin e.”

‘TÊGIHÎŞTINA GELÊ ROJAVA HÊZA WAN A HERÎ MEZIN E’

Tevî tabloya giran a ji ber êrîşan derketiye holê jî, parêzer Menzione got ku ew bi berxwedan û hişmendiya siyasî ya gelê Rojava bawer e û di dawiyê de wiha got: “Gelê Rojava li cîhanê ezmûneke civakî ya kêm  tê dîtîn ava kiriye. Ev hişmendî û rêxistinbûn hêza wan a herî mezin e. Ez bawer im ku ew ê li hember van êrîşan jî heman berxwedanê nîşan bidin. Kesên ku kapasîteyeke wiha nîşan dane, ez pê bawerim ku hê jî li hember van êrîşên dagirkeriyê xwedî hêz û berxwedan in. Ya ku li ser me dikeve ew e ku em li hember vê berxwedanê di her warî de xwedî derkevin, piştgiriyê bidin û Rojava biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervanên YPG-YPJ’ê: Divê gelê Kurd tevlî seferberiyê bibin
Nûçeya Pişt re Jinên Abya Yalayê ji bo parastina Rojava bang kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê şehîdên Heftanînê bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, "Meşa xwe ya li nava têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Karîkaturîsta navdar sansur qebûl nekir û îstifa kir

Karîkaturîst Ann Telnaes wêneyê patronê rojnameya lê dixebite Jeff Bezos çêkir ku li ber Donald…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sîncanê berdana bi şert a 12 girtiyên jin tê astengkirin

Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku berdana bi şert a 12 girtiyên jin bi biryarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE’yê Biratiya Misilman a Sûdanê wekî ‘rêxistina terorîst’ ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?