Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzer Sarica: Mafê hêviyê nabe bibe mijara bazarê
Rojane

Parêzer Sarica: Mafê hêviyê nabe bibe mijara bazarê

Ji parêzerên Rêber Apo Rezan Sarica anî ziman ku li Îmraliyê pêşketineke nû nîne û destnîşan kir ku ji bo mafê hêviyê pêwîstî bi guhertinên qanûnî heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parêzerê Rêber Apo Rezan Sarica mafê hêviyê ku lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî anî ziman, pêvajoya nû û bûyerên têkildarî mijarê ji ANF’ê re nirxand.

Sarica got, “Bahçelî anî ziman ku eger şertên ew dibêje bi cih bê anîn ‘bila ji bo mafê hêviyê guhertinên qanûnî bê kirin’ û ji bo Birêz Ocalan karibe sûdê ji vê yekê werbigire ‘rêya vê yekê bê vekirin’. Lê belê nediyar e ku Meclîs vê yekê pêk bîne yan na. Ji ber ku mafê hêviyê ji aliyê teknîkî ve nayê wateya yekser azadiyê. Hin guhertinên hiqûqî ji bo vê yekê pêwîst e, bi şertê demokratîk be pêwîstî bi hin gavên civakî, sosyo-polîtîk heye.”

Têkildarî bazara li ser mafê hêviyê tê kirin jî Sarica got, “Rêbazeke rast nîne ku mafên bingehîn û azadiya hatiye bidestxistin bi polîtîkayên hikumetê ve bê girêdan. Di serî de qedexekirina êşkenceyê mafên bingehîn û azadî ji dîrokê û vir ve bi hin rê û rêbazan hatine ewlekirin. Bi qanûnên destûra bingehîn û peymanên navneteweyî re ev mafên komî hatine parastin û dewletan, desthilatdariyan jî soz dane ku wê bi cih bînin. Dadgerî, rêveberî û qanûndanîn xwedî wê berpirsyariyê ne ku li gorî pergala hiqûqî tevbigerin û Meclîs jî yek ji van saziyan e. Ji ber vê yekê beriya her tiştî divê bê îzahkirin ku çima ev pêwîstiya hiqûqî 10 sal in bi cih nehatiye anîn.”

Rezan Sarica anî ziman ku Tirkiye weke welatekî bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) girêdayî xwedî wê berpirsyariyê ye ku li gorî xala 46’an biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bîne û got, “Li gorî xala 90’emîn a Destûra Bingehîn jî divê li gorî PMME’yê tevbigere. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bicihanîna biryara Ocalan, Gûrban, Kaytan û Boltan berpirsyar e, di salên 2021 û 2024’an de bang li Tirkiyeyê kir ku tavilê guhertinên qanûnî bike. Ji ber vê yekê sererastkirinên qanûnî yên guncaw li gorî biryara DMME’yê nabe ku bi şertên siyasî ve bê girêdan.”

Rezan Sarica got, “Guhertina qanûnî ya li gorî biryara DMME’yê aliyê ûsilê yê meseleyê ye û ev yek divê bê şert û merc bi cih bê anîn. Azadî tenê bi wî rengî li ser bingeheke hiqûqî dikare pêk were. Bêguman naveroka guhertina qanûnî jî girîng e. Nîqaşa mafê hêviyê li ser bingeha azadiyê esasê meseleyê ye. Ev nîqaş jî divê heman piştî guhertina qanûnî bêyî dereng bikeve bê meşandin. Bi gotineke din, esasê mijarê ew e ku Birêz Ocalan nêzî 26 sal in girtî ye; di nava vê pêvajoyê de ji bo çareseriyeke bi rêbazên demokratîk a pirsgirêka Kurd kete nava hewldanan û bang kir; ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane xwedî rolekê ye; ji bo bicihbûna pergal û feraseta demokratîk kete nava hewldanan. Ji bo pergaleke demokratîk divê li ser mafê azadiyê, mafê hêviyê, pêwîstiyên vê yekê nîqaş bêne kirin û bêyî dereng bikeve gav bê avêtin.”

Ji parêzerên Rêber Apo Rezan Sarica bi dewamî anî ziman ku li Îmraliyê di halê hazir de ji bo rakirina bêhiqûqiya piralî gaveke mayinde nehatiye avêtin û got, “Serdana malbatê ya piştî 43 mehan bi Birêz Ocalan re hate kirin tenê paceya tecrîdê vekiriye. Ji bilî vê yekê li Îmraliyê guhertineke din nîne. Zêdeyî 5 sal in em nikarin hevdîtinê bikin û qedexeya parêzeran dewam dike. Daxwazên me yên ji bo hevdîtinê bê bersiv têne hiştin. Weke parêzer destûr ji me re nayê dayin ku em biryarên qedexeyê û cezayê dîsîplînê hîn bibin; hîn jî bi rengekî ne qanûnî û veşartî tê meşandin û mafê parastinê nayê naskirin. Cezayên dîsîplînê hîn jî têne dayin. Em nikarin bi Birêz Konar, Birêz Yildirim û Birêz Aktaş re hevdîtinê bikin ku sala 2015’an li Îmraliyê hatin bicihkirin. Malbatên wan jî nikarin hevdîtinê bikin. Birêz Aktaş tevî ku meha Nîsanê 30 salên girtîmayinê temam kiriye, nayê berdan. Agahî ji wan jî nayê wergirtin. Jİ ber vê yekê daxuyaniya Bahçelî hîn tiştek neguhertiye. Sîstemeke siyasî, kêfî ya dûrî ji pîvanên qanûnî û hiqûqa navneteweyî heye. Li gorî pêşniyarên CPT û Neteweyên Yekbûyî gaveke guncaw nayê avêtin. Rapora CPT a li ser serdana dawî ya li Îmraliyê ku Îlona 2022’an kir, hîn jî di destê Tirkiyeyê de ye û destûr nayê dayin ku bê weşandin. Weke ku tê fêhmkirin sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê weke berê dewam dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hecî Ehmed: Berxwedana gel wê qeyûman têk bibe
Nûçeya Pişt re Li Farqînê stasyona bazê hate şewitandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinan li surên Amedê agirê Newrozê pêxistin

Bi pêşengiya jinan li Bircê Sen û Benê agirê Newrozê hat pêxistin. Jinan tevî meşale…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Norşînê banga ji bo vekirina deriyê Murşîtpinarê

Li navçeya Norşîn a Bedlîsê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Meclîsê bi rojeva ‘komîsyon’ civîna ewil hat kirin

Ji bo komîsyona ku tê plankirin bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd were avakirin, Serokê Meclîsê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?