Li gorî agahiyên ku Nivîsgeha Ragihandinê ya parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed parve kirine, Ehmed şandeya komîteya ji aliyê serokê hikumeta demkî Ehmed El Şeri ve ji bo şopandina bicihanîna peymana 29’ê Çileyê hatiye avakirin, pêşwazî kir.
Şande ji berdevkê komîteyê Ehmed El Hîlalî û endamê komîteyê Mistefa Ebdî tê û bi parêzgarê Hesekê re civiya. Di civînê de cîgirê rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl û ji rêveberên Asayîşê Nesrîn Abdullah jî amade bûn.
Di civînê de dosyaya koçberan bi berfirehî hat nîqaşkirin. Ji bo hêsankirina vegera koçberan bo Heleb û Efrînê, tedbîrên hatine girtin, hatin vegotin. Hate diyarkirin ku divê dosyaya vegera ewle û birûmet a koçberan bi lez were çareserkirin.
Her wiha hate zanîn ku xebatên hêsankirina vegera koçberan û dabînkirina xwarin, erebeyên veguhastinê û ambulansan dê bi çavdêriya parêzgarên Hesekê û Helebê û beşdariya cîgirê rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl û ji rêveberên Asayîşê Nesrîn Abdullah pêk werin.

