Sîstema perwedeyê ya ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Rojava bi kedeke mezin hate afirandin, heta bê vê astê gelek zor û zehmetî dît. Pêvajoya perwerdeyê ya ku li malan bi kûrsên dizî destpê kir di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi mufredata xweser bi 3 zimanan dewam dike.
Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Semîra Hec Elî bi bîr xist ku beriya Şoreşa Rojava rejîma Baasê sîstemeke perwerdeyê ya bi yek alî dimeşand û got, “Yanî bi rengê yek ziman, yek çand, yek dîrok dihate dayin. Li pêşiya Suryan, Ermen, Asûr, Tirkmen, Kurd û gelên din gelek astengî dihate danîn. Çi ji aliyê axaftina bi zimanê dayikê, çi ji aliyê jiyana bi çand û dîroka xwe ve timî zextek hebû. Ji xwe qedexe bû ku gel bi zimanê xwe perwerdeyê werbigirin. Lê belê van gelan ji bo jiyana bi çanda xwe, ji bo parastina zimanê xwe têkoşîn meşandin. Bi taybetî gelê Kurd ji bo vê yekê gelekî têkoşiya.”
Semîra Hec Elî anî ziman ku wê demê kesekî ne ji partiya Baasê bûya nikarîbû biçûya zanîngehê û got, “Bixwenda jî nikarîbû pîşeyê beşa xwendiye bike. Ji ber vê yekê hejmara Kurd, Ermen û Suryanên diçûn dibistanên bilind gelekî kêm bûn. Rejîmê hemû derfet, şert û mercên xwendinê ji holê radikir. Bi vî rengî sîstema Baasê dixwest gelan di nava xwe de bihelîne.”
Semîra Hec Elî ragihand ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ji bo avakirina sîstema xwe pêvajoyeke berfireh destpê kir û got, “Hem ji bo parastina qadên Rojava, hem jî ji bo avakirina sîstema perwerdeyê, avakirina li qadên aborî û civakî, pêvajoyeke avakirina tevahiya sîstemê destpê kir. Pêngava herî girîng jî di dema 19’ê Tîrmehê de me dest bi karên ji bo perwerde û ziman kir. Bêguman beriya wê jî hebû, lê belê bi dizî dihate kirin, li malan dihate kirin. Lê belê bi şoreşê re di mijara perwerdeyê de karên girîng hatin kirin. Saziya Zimanê Kurd (SZK) di vir de bi roleke girîng rabû. Ji aliyê perwerdekirina mamosteyan, avakirina sîstema perwerdeyê ve karên girîng hatin kirin. Lê belê destpêkê di nava gel de kûrsên bi Kurdî hatin dayin. Piştre jî hêdî hêdî dibistan hatin avakirin.”
Semîra Hec Elî anî ziman ku piştî vê pêvajoyê diviyabû êdî perwerde bi rengekî akademîk bihata dayin, yan jî derbasî sîstema dibistanan bibûna û got, “Ji ber ku êdî hînkirina zimanê Kurdî têrê nedikir. Piştî ku herêmên Rojava hem ji rejîma Baas hem jî ji çeteyan hatin rizgarkirin, me dest bi pêvajoya amadekirina mamosteyan kir. Di 19’ê Gulana 2012’an konferansa SZK’ê hate lidarxistin. Di wê konferansê de me biryar wergirt ku perwerdeya ziman êdî li dibistanan bidin. Me ev sîstem destpêkê di dibistanên destpêkê de xistin meriyetê, piştre jî derbasî dibistanên navîn û lîseyê bû. Bêguman di vê pêvajoyê de em li gelek zor û zehmetiyan rast hatin. Ji ber ku li dibistanan hîn sîstema rejîma Baasê derbas dibû. Mufredata rejîma Baasê hebû. Her wiha li dibistanan li dijî Kurdî li dijî Kurdan dijberiyek hebû. Rejîma Baasê ji xwe bi temamî dijber bû. Ev rewş bû sedema zor û zehmetiyan, lê belê tevî vê yekê jî li tevahiya Rojava mamoste hatin perwerdekirin. Hejmareke kêm mamoste hatin amadekirin. Lê belê ev mamoste tenê li ser bingeha hînkirina tîpên Kurdî hatin amadekirin. Ji bo bikin ku civak nerazîbûnê nîşanî me bide, carna bi rojan dibistan digirtin. Bi vî rengî hewl didan nîşan bidin ku sedema astengkirina perwerdeya zarokan em in û bi vî rengî dixwestin civakê nerazî bikin. Lê belê helwesta gel gelekî cuda bû. Gel deriyê hin dibistanên hatin girtin şikand. Ji wan re hate gotin ku hem dibistan wê neyên girtin, hem zarok karibin perwerdeya xwe temam bikin, di heman demê de wê dersên zimanê Kurdî jî bê dayin. Bi vî rengî hem bi alîkariya mamosteyan hem jî bi alîkariya gel deriyên dibistanan careke din li gel hatin vekirin. Wê demê mamosteyên ser bi rejîmê ve carna bi mehan nedihatin dibistanan. Bi vî rengî xwestin zorê bidin me û nîşan bidin ku em nikarin bi ser bikevin.
Ez li vê derê dixwazim spasiya hemû xwendekarên 2-3 salan çûn zanîngehê û alîkarî dan me û mamosteyan bikim. Bi saya alîkariya wan me karîbû dersên xwe bidin. Materyalên dersê yên rejîma Baasê jî bû, lê belê bi rengekî cuda jî be me dersa pêwîst didan. Bi vî rengî me nehişt ku zarokên me bê perwerde bimînin. Bi vî rengî perwerdeya zarokan bi mehan dewam dikir û li gel vê yekê jî me perwerdeya zimanê Kurdî didan. Bêguman ji bo vê jî têkoşîneke girîng hate meşandin. Me ji dibistanên seretayî destpê kir, piştre derbasî dibistanên navîn û perwerdeya lîseyê ya li herêma Rojava bûn. Di vir de ya herî bedew jî kêfxweşiya zarokan bû. Perwedeya bi zimanê dayikê, xwendin û axaftina bi zimanê dayikê ew kêfxweş dikir. Bêguman destpêkê hejmara zarokan kêm bû, lê gav bi gav zêde bû û her roj hîn bêhtir zarok dihatin dibistanê. Bi vî karî û van gavan me îro karî mufredata rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin. Dibe ku gavên biçûk bûn, lê belê ji bo vê têkoşîneke mezin hate meşandin, zehmetî gelekî zêde bûn. Lê belê moral û motîvasyon ji zehmetiyên wê hîn mezintir û bedew bûn. Hezkirina gel a ji bo mamsoteyan, hewldana ji bo piştgiriya wan bû wesîleya serketina me. Di sala 2014’an de li kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê Rêveberiya Xweser hate ragihandin. Di nava Rêveberiya Xweser de desteya perwerdeyê bû yek ji saziyên herî girîng. Ji ber ku ya hebûna civakan diparêze, wan digihîne çand û dîroka wan û li ser piyan dihêle sîstema perwerdeyê ye. Û îro di rastiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em vê yekê dibînin.
Ji dema avabûna rêveberiya xweser heta vê demê pêvajoya perwerdeyê û sîstema dibistanan a di nava pêvajoya perwedeyê de bi salan bi vî rengî bi pêş ket: Di salên 2015 û 2016’an de li Efrîn û Kobanê ji pola destpêkê heta pola sêyemîn bi mufredata Rêveberiya Xweser perwerde hate dayin. Li Cizîrê ji pola destpêkê heta pola duyemîn. Li Cizîrê di dema perwerdeyê ya 2016 û 2017’an de mufredata Rêveberiya Xweser heta pola 6’emîn hate dayin. Li Kobanê û Efrînê jî derbasî pola 12’an bû. Di sala 2017-2018’an de li Cizîrê ji pola 6’emîn heta pola 12’emîn derbasî mufredata Rêveberiya Xweser bû, lê hinek zehmetî hebûn. Lê belê dikarim vê bibêjim, ji sala 2015’an heta 2018’an mufredata Rêveberiya Xweser derbasî hemû dibistanan bû.”
Semîra Hec Elî destnîşan kir ku sîstema wan sîstemeke demokratîk e û got, “Mafên her zarokî têne parastin. Lewma her zarok di nava vê sîstemê de bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werdigire. Li gel vê yekê hînî zimanên pêkhateyên din jî dibin.”