Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), MED TUHAD-FED, MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên başûrê Kurdistanê daxuyanî dan.
Daxuyanî li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda DBP’ê ya li Amedê pêk hat. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û nûnerên saziyên beşdar bûn.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ewil axivî û wiha got: “Îktİdara Tirkiyeyê aboriya xwe li şer û ewlehiyê xerç dike. Îktİdara AKP-MHP’ê pêşeroja xwe li ser şer ava dike. Ne tenê gelê kurd, gelê Tirkiyeyê jî bi şerekî mezin re rû bi rû ye. Ya ku jiyana me ji destê me distîne ne tenê çek in. Ji xeynî çekan, kaos û krîza ku şer li pey xwe hiştiye jî jiyana me ji destê me digire. Piştî şer xizanî, koçberî, talankirin û wêranî pêş dikeve. Dema koçberî û xizanî pêş dikeve, bêyî çekan jî mirov jiyana xwe ji dest dide. Dîroka cîhanê jig elek ceran re şahidî kir. Gelek şer pêk hatin û bi dawî bûn. Şerê 1-2’emîn ê cîhanê hat û çû. Şerê korfesê hat û çû. Civakan pir ders ji van şeran derxist. Li dijî şeran sazî hatin avakirin. Lê mixabin şerê ku li dijî çar parçeyên Kurdistanê li dijî hebûna kurdan didome neqediya û naqede. Îro jî em bi vî şerî re rû bi rû ne.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tifaqa Enqere, Hewler û Bexdeyê û wiha berdewam ki: “Li Tirkiyeyê di serî de Wezîrê Parastina Neteweyî gelek welatên din hem di pirsgirêka Îsraîl û Filistinê de, hem jî di meseleya şerê Ukrayna – Rûsyayê de wekî şerê cîhanê yê sêyemîn pênase dikin. Lê ev pêvajo û ev şer îro bi destê AKP-MHP’ê di rojeva me de ye. Kesên meseleya kurdan wekî meseleya terorê dibînin û faşîzma xwe wekî rewa dibînin, dîsa îktîdara ku axa Kurdistanê wekî terorîst dibîne, piştî meha hezîranê şerekî nû dane destpêkirin û vî şerî kûr dikin. Îro em dibînin ku tifaqa Enqere, Hewler û Bexdayê gavek nû navêje. Enqere, Hewler û Bexda bi vê tifaqê destkeftiyên gelê kurd dikin hedef. Ev şerê heyî bi çekên kîmyewî û çekên qedexe hatibû rojeva tirkiye û cîhanê. Di operasyonê de li pêş çavê hemû cîhanê çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Lê wezîrê Parastinê îro vê rastiya şer înkar dike.”
Uçar bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û wiha pêde çû: “Îro ji hewayî û bejayî êrîşên pir mezin pêk tên. Gelek kes di şer de jiyanaxwe ji dest didin. Di vî şerî de li gel leşkerên TSK’ê pêşmergeyên PDK’ê jî cihê xwe digirin. Li gel wan hêzên paramîlîter ên wekî DAÎŞ’ê jî cihê xwe digirin. Di çavdêriya PDK’ê de bi sedan nokteyên TSK’ê û bi dehan qereqol hatine avakirin. Erdogan û Bahçelî di vî şerî de çi armanc dikin? Ez hinekî vekim. Em dixwazin mijara dagirkeriyê fireh vekin. Ji ber ku îktîdara AKP-MHP’ê politikaya mezinkirina axê berdewam dike. Rastî ewe ku dixwazin dîsa li sînorê Mîsak-î Mîllî vegerin. Lê ev sînor ji bo kurdan û hemû gelê Kurdistanê tenê mirinê tîne. Ji xeynî mirinê tu tiştî ji kurdan û Kurdistaniyan re nîne.”
Uçar da zanîn ku bi vî şerê heyî dixwazin Kurdistanê bê mirov bihêlin û wiha berdewam kir: “Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin. Dixwazin erdnîgariyê hem bê mirov bihêlin û hem jî kesên ji bo vê axê têdikoşin ji vir derxin û vê erdnîgariyê bêparastin bihêlin. Kurd di heman demê de têkoşerin. Dixwazin vê axê bê tekoşîn bihêlin. Di vê polîtîka şer û dagirkeriyê de din ava 9 salên dawî de 750 hezar mirovan ji cih û warên xwe koç kirin. Ji sedî 80’yî kurd in. Heta meha hezîranê 100 gundên herêmê bi zorê vala kirin. Di vê valakirinê de PDK, TSK û DAÎŞ’ê rolên xwe lîstin û li vir bi cih dibin. Dîsa dixwazin 602 gundan vala bikin.”
Uçar li ser hedef û armanca desthilatdariya AKP-MHP’ê jî rawestiya û got: “Hedefek din a vê îktîdarê dixwazin xweza û ekelojiya Başûrê Kurdistanê tune bikin. Di encama vî şerî de hefteyên borî li çilayên Başûr şewatek mezin derket. Li wir alên Tirk vekirin. Di şewatê de nêzî 20 hezar dolim zeviyên çandiniye şewitîn. Çandinî ji bo gelê herêmê çavkaniya herî mezin a debarê ye.
Hedefek wan a din dixwazin cih û warên dîrokî ku hafıza ye, bi destên çeteyan talan û wêran bikin. Çeteyan li herêmê bicih dikin. Bi destê çeteyan demokrafiya Başûrê Kurdistanê diguherînin. DAÎŞ’a ku li Şengalê tecawizî jinan kir û jin qetil kirin, DAÎŞ’a ku jin firotin û kirin kole, mirov bi saxî şewitandin û serê pêşmergeyan jêkirin, îro bi destûra PDK’ê û destê Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê tê bicih kirin. Ev axa ku ji destê DAÎŞ’ê hatibû paqijkirin, dixwazin dîsa li vir DAÎŞ’ê bi cih bikin û bikin gola xwînê.”
Çigdem Kiliçgun Uçar bang li PDK’ê kir û wiha pêde çû: “Li vir gotinên me ji gelek kesan re heye. Di serî de em dixwazin ji PDK’ê re çend tiştan bibêjin. Em nikarin daxwaza gelê başûr û daxwaza sê parçeyên din ên gelê kurd ji hevdû cuda bikin. Bêaramiya ku li başûr pêş dikeve, bandora xwe li parçeyên din jî dike. Di rewşek wisa de divê PDK bi AKP’ya ku talan dike, wêran dike, kurdan tecrîd dike, li zindan û goristanan kurdan rehet bernade, re tev bigere? An divê li dijî politikaya şer a AKP’ê raweste ye! Divê em van pirsan ji PDK’ê bikin. PDK di pêşengiya Barzanî de li Başûrê Kurdistanê bûye AKP. Di kuştina gelê kurd de rol daye ser xwe. Di referanduma 2017’an de Tirkiye aşkere li dijî referanduma başûr derket. Di hilbijartina Rojava de Tirkiye aşkere li dijî hilbijartinê derdikeve. Hilbijartinê dike hinceta şer û dîsa li Bakur hewl dide qeyûmên nû tayin bike û kurdan bê vîn bihêle. Li gel vê yekê PDK hevkariya AKP’ê dike. Em wate nadin vê helwesta PDK’ê. Em dizanin ku gelê başurê Kurdistanê jî wate nade vê helwesta PDK’ê. Li gorî me PDK û AKP di heman rêyê de ne. Her du jî xwînê û hêzê winda dikin. Ya rast divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bibin yek û pêşengiya vê yekê bike. Lê rêya ku PDK ketiye dê şikandinek mezin bi xwe re bîne. Li dijî vê helwesta PDK’ê di raya giştî de bertekên mezin hene. Kesên li dijî vê dagirkeriyê bûne yek keda wan sax be. Divê dijberiya vê dagirkeriyê bêtir mezin bibe û bi hêz bibe. Divê hemû hêz bibin yek û seknek ji bo azadiyê û dijberiya dagirkeriyê nîşan bide.”
Uçar ji AKP’ê xwest dest ji polîtîkayên şer berdin û wiha bi dawî kir: “Dîsa çend gotina me ji AKP’ê re ye. Divê ji vê rêyê vegere. Divê biha bi hesasiyeta gel nelîzin. Di pêvajoya 2013-2015’an de me sekna gelê kurd û Tirkiyeyê de dît. Dîsa bi politikaya tecrîdê dixwaze bingeha şer bêtir xurt bike. Di aştiya cîhanê de rola Birêz Ocalan pir giring e. Ji ber vê yekê li şûna şer divê bi birêz Ocalan re diyalogê pêş bixin û dîsa rê li pêş aştiyek mayinde vekin.”
Li ser navê Dayiken Aştiyê Havva Kiran jî axivî û wiha got: “Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Ev şer di rêça mala Barzanî de tê domandin. Zarokên Kurdistanê li wan çiyayan ji bo azadiya mala Barzanî û ji bo azadiya vî gelî şer dikin û li ber xwe didin. Gelo nayê bîra wî ku DAÎŞ ket Kerkûkê? Heke ne ji zarokên vî gelî bûya wê Herêma Kurdistanê jî ji dest biçûya. Xwe dan pêşiya DAÎŞ’ê û gotin em nahêlin. Gelo nayê bîra ku DAÎŞ hewl dida êrişî Hewlêrê bikira û Hewlêr biqedanda. Lê ji bo ku zarokên vî gelî edaletê dixwazin xwe dan pêşiya DAÎŞ’ê û gotin ev jî xwişk û birayên me ne û em kurd in.
Lê xiyaneta wan bi salane berdewam dike. Ev dewleta tirk di bin siya mala Barzanî de diçin zarokên vî gelî şehîd dixin. Xiyaneta wan ji ji roja roja ve heta îro berdewam dike. Destê wan di xiyanetê de ye. Ew dibêjin ‘Ji me pê ve kes tune ye. Em tenê hene. Em tenê kurd in’. Lê kurdên ku heqîqetê diparêzin û kurdên dibêjin; ez însan im û mafê însaniyetê diparêzim belî ye. Heke însanên ku ji bo berjwendiyên xwe zarokên vî gelî ji dewleta tirk re bike qurban, ev êdî nayê qebûlkirin.
Em banga xwe li mala Barzanî dikin. Ew zarokên ku di wan çiyayan de ji bo azadiya xwe li ber xwe dide, gelo tu zirara wan zarokan ji we re heye? Rojekî zirar dane we? Ji karê wêdetir tiştekî bi we nekirine. Lê çima hûn dijmanatiya gelê kurd dikin, ne hûn jî kurd in. Hûn rabûne qirêjiyên xwe bi kurdan didin paqijkirin. Wê dawiya saltanata te jî were. Em aşiqî azadî û yekitiya gelê kurd in. Em ne aşiqî sifr û sêniyan e. Em ne aşiqê berjwendiyên xwe şexsî ne. Lê hûn ji ewilî ve ji bo şexsiyeta xwe di nava xiyanetê de ne.
Îro li çiyayên Kurdistanê xwîn dibare. Êdî bes e ji xiyaneta we re. Em wek dayikan êdî we qebûl nakin. Em dibêjin; dev ji vê xiyanetê berdin. Werin rêya rast. Îro heke te rê neda dewleta tirk, wê nikaribûya bihata wir. Lê mixabin hûn ji xwe pê ve kesî nabînin. Em wek Dayikên Aştiyê û dayikên kezebşewitî êdî xiyaneta we qebûl nakin. Destê xwe êdî ji rijandina xwîna gelê kurd bikişîne. Hê ku îro sifre li erdê ye, werin bêjin em xwişk-birayên we ne. Em îro şîv bin, tu sibê paşîv e. Te gund û çiyayên Kurdistanê hemû vala kiriye. Te wan gundiyan hemû ji gundan derxistiye. Wê Tirkiye û DAÎŞ li wan gundan bi cih bibe û wê we jî wek pariyek biçûk daqûrtînin. Însanek ji nijada xwe re, ji însanên xwe re, ji namûsa xwe re, ji şerefa xwe re, ji axa xwe re, ji ava xwe re, ji hesasiyeta xwe re nebe, ji tu kesekî re nabe. We para xwe ji însaniyetê û kurdîtiyê negirtiye. Em dibêjin vegere ser rêya rast. Destê xwe ji nav xiyanetê derxe û destê xwişk-biratiyê û aştiyê dirêj bike.
Em ji bo herikandina vê xwînê bang li her kesî dikin; vê xwînê bidin sekinandin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku li ber vî şerî rabin û êrişên Tirkiyeyê bidin sekinandin.”
Li ser navê MED DUHAD-FED’ê Omer Işik jî axivî û wiha got: “Dema em li operasyonên niha yên Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku polîtîkayên wê ji polîtikayên salên 1990’î ne cudatir in. Di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund vala kirin. Kurdistan bê mirov hiştin. Îro heman politika li Başûrê Kurdistanê pêk tînin. Di politikaya înkar û îmhayê de israr dikin. Îro AKP-MHP-PDK û DAÎŞ di heman kozikê de cih digirin. Ev şerê heyî bandorek pir mezin li aboriya Tirkiyeyê dike. Qeyrana heyî çavkaniya xwe ji şer digire. Îro tecrîd heye. Ev tecrîd ji Îmraliyê li hemû erdnigariyê belav dibe.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç jî axivî û wiha got: “Demek dirêj e li ser welatê me û li ser gelê kurd êrîşek bêhempa û erîşek bêexlaq heye. Em vê êrîşê şermezar dikin. Em dixwazin van êrîşan bi dawî bikin. Sûcê herî mezin û giran çiye? Li gorî olê sûcê herî mezin şirîkê xwedê ye. Li gorî şaristaniyê sûcê herî giran êrîşa li ser gelan e. Tunekirina gelan û bişaftina gelan e.”