Par di 1’ê Cotmehê de dema ku meclîs vebû Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî berê xwe da koma DEM Partiyê, destê xwe dirêjî wekîlan kir û silav da wan. Ev yek ne tenê kêliyeke protokolê bû, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kêliyeke krîtîk bû.
Piştî vê silavdayinê Bahçelî di 22’ê Cotmehê de di civîna koma xwe de ji Rêber Apo xwest, “Were li meclîsê biaxive û bibêje ku rêxistina xwe fesix kiriye.” Bahçelî bi dewamî got, “Eger ev îrade bê nîşandan, ji bo bikaranîna ‘mafê hêviyê’ heta dawiyê bila pêşî li sererastkirina qanûnî bê vekirin. Bila navnîşan ji Îmraliyê bigihêje DEM’ê.”
Serokkomarê AKP’yî Erdogan jî ev hewldan çend rojan bi bêdengî pêşwazî kir û piştre diyar kir ku ew piştgiriyê dide.
PEYAMA DESTPÊKÊ JI RÊBER APO
Biraziyê Rêber Apo parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan 23’ê Cotmeha 2024’an çû Îmraliyê.
Rêber Apo bi rêya Omer Ocalan ev peyam da: “Eger şert û merc bêne afirandin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkî me ku vê pêvajoyê ji ser zemîna şer û tundiyê derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bikim.”
BANGA DÎROKÎ HATE PARVEKIRIN
Heyeta ji 7 kesan a DEM Partiyê ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan, Tulay Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Ozgur Erol pêk dihat, di 27’ê Sibata 2025’an de çûn Îmraliyê.
Heyetê heman rojê bi civîneke çapemeniyê ‘Banga Aştî û Civaka Demokrtîk’ a Rêber Apo parve kir. Rêber Apo di banga xwe de got, “Weke her civat û partiyeke hemdem a ku hebûna wê bi zorê nehatiye bidawîkirin bike, ji bo bi dewlet û civakê re bibin yek kongreya xwe kom bikin û biryarê werbigirin; Divê hemû kom dest ji çekan berdin û PKK xwe fesix bike.”
Sirri Sureyya Onder ev gotin piştî daxuyaniyê parve kir ku di metna bangê de nebû, lê belê Rêber Apo bi taybetî xwest, ku bê ragihandin:
“Bêguman di pratîkê de ji bo çek bê danîn û PKK xwe fesix bike divê siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî bê naskirin.”
PKK’Ê BI YA BANGÊ KIR
PKK’ê li ser vê bangê, destpêkê di 1’ê Adarê de agirbest ragihand; meha Gulanê jî kongreya xwe civand û li gel fesixkirina xwe, biryar da ku li hemberî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî bisekinîne.
Her wiha bi banga Rêber Apo di 11’ê Tîrmehê de li pêşiya Şikefta Caseneyê ya li herêma Dûkanê ya Silêmaniyeyê bi rengekî sembolîk merasîma şewitandina çekan hate lidarxistin. Bi vî rengî ji bo aştî û civaka demokratîk îradeyeke xurt hate nîşandan.
OPERASYONÊN DEWLETÊ DEWAM KIRIN
Li gel van gavên dîrokî jî desthilatdariya AKP’ê demeke dirêj hem operasyonên xwe yên leşkerî nesekinand hem jî operasyonên siyasî dewam kir.
Di Mijdara 2024’an de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate desteserkirin û qeyûm lê hate tayînkirin. Her wiha li Hevşaredarê Colemêrgê yê ku wezîfeya wî hate desteserkirin Mehmet Siddik Akiş jî di 22’ê Mijdarê de 9 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak û Şaredarê Pilûrê Mûstafa Sarigul jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Piştî du rojan herdu şaredarî hatin desteserkirin.
Di 29’ê Mijdar’ê de Şaredariya Miksê ya Wanê hate desteserkirin.
Di demekê de ku hevdîtinên Heyeta Îmraliyê dewam dikir di 13’ê Çileya 2025’an de Şaredariya Akdenîzê, di 15’ê Sibatê de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di 24’ê Sibatê de jî Şaredariya Qaxizman a Qersê hatin desteserkirin.
Di navbera 18-21’ê Sibatê de vê carê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bû hedef û rêveberên partiyên siyasî, sendîkavan, hunermend û rojnamevan jî di nav de 52 kes hatin binçavkirin.
Ji Adarê û pê ve êrîş li şaredariyên CHP’yî hatin kirin, qeyûm hate tayînkirin ku operasyonên bi heman armancê hîn jî dewam dikin.
OXIRKIRINA QASIDÊ AŞTIYÊ
Di demekê de ku pêvajoyê dewam dikir, windahiyeke giran qewimî. Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder 15’ê Nîsana 2025’an ji ber qetandina rehê aortê ji ser hişê xwe çû û ew birin nexweşxaneyê. Ji ber ku dilê wî sekinî hate emeliyatkirin û demekê li beşa lezgîn hate ragirtin.
Li gel hemû hewldanan jî di 3’ê Gulana 2025’an de jiyana xwe ji dest da. Wefata Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsa Tirkiyeyê Onder li nava derdorên siyasî û raya giştî bû sedema xemgîniyeke mezin. Di 4’ê Gulanê de bi merasîmekê hate veşartin.
Rêber Apo peyameke bîranînê şand û Onder weke ‘zimanê aştiyê’, ‘hevrêyê gelan’ û ‘nasnameyeke rasteqîn a aştiyê’ pênase kir. Bi gotina ‘Ev hêvî wê nîvco nemîne’ destnîşan kir ku divê têkoşîna aştiyê ya Onder dewam bike.
GAVA HERÎ ŞÊNBER: KOMÎSYON
Di pêvajoyê de ku salek li pey xwe hişt, gava herî şênber a ji aliyê dewletê ve hate avêtin, bi derengî jî be avakirina komîsyonek ji hemû partiyên siyasî bû, ku tenê ÎYÎ Partî tevlî nebû.
‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniyê’ di 5’ê Tebaxê de rêbaza xwe ya kar û esasên wê diyar kir, di 8’ê Tebaxê de jî ji Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin agahî wergirt.
Di civînên xwe de li kesayetên ji beşên cuda yên civakê guhdarî kir. Ev pêvajoya guhdarîkirinê dewam dike.
DEMA SERERASTKIRINA QANÛNÎ YE
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş hefteya derbasbûyî daxuyaniyek da û got, “Êdî dema guhdarîkirinê diqede, em derbasî çarçoveya qanûnî dibin” û ragihand ku pêvajo wê derbasî qonaxa duyemîn bibe. Niha, piştî ku Meclîs di 1’ê Cotmehê de vebû, tê payin ku komîsyon li gorî pêşniyar û raporên wergirtî derbasî sererastkirinên qanûnî bibe.