În, 12 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Eren Keskîn: Pirsgirêk pirsgirêka Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahattîn Oncu yê ku berdana wî dihat astengkirin 31 sal şûnde hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Em dikarin bi gelê Tirk re bi hev re bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî dê bi Babacan û Bahçelî re hevdîtin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cengîz Çîçek: Em mecbûr in jiberkirinên xwe biterkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MHP’ê rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê radestî Serokatiya Meclîsê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Plaforma Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Nexede: Hevala Feraşîn bi rengê jinê fermandarî dikir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Pêwîste jin di destûra nû ya Sûriyeyê de xwedî rol û mîsyoneke girîng be’
Jin

‘Pêwîste jin di destûra nû ya Sûriyeyê de xwedî rol û mîsyoneke girîng be’

Di komxebata şêwreya jinan de hate diyarkirin ku pêwîste di destûra Sûriyeyê ya nû de jin xwedî rol û mîsyoneke girîng be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Çile 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Komxebata Kongra Star a bi dirûşma ‘Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’ li Hesekê bi beşdariya 500 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir, bi axaftinan dewam dike.

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd destpêkê axivî û got, “Di serî de em silav û hezkirina xwe ji hemû jinên hazir, tevahiya rêxistinên jinan, partiyên siyasî bi hemû pêkhate û baweriyan pêşkêş dikin.”

XWESTIN JINAN TÊK BIBIN

Evîn Siwêd di dewama axaftina xwe de anî ziman ku dewletên hegemon xwestin jinan têk bibin û jiyana wê biçewisînin û wiha pêde çû, “Bi çiruska destpêkê ya serhildana gelan di herêmê de ya ku ji Tunisê destpê kir û li tevahiya herêmê belav bûi rûyê herêmê tev dihate guhertin. Civakên ku bi xwesteka guhertineke demokratîk ji bo azadî, wekhevî û edaletê li kolanan qîr kirin, rastî siyaseteke qirêj a hêzên hegemon hatin. Bi rengekî ji rengan şoreşa gelan dihate dizîn û xwesteka heq a civakan dikirin wesîleya xêzkirina welatan, li gorî berjewendiyên xwe.”

Evîn Siwêd bi dewamî got, “Weke tê zanîn di dîrokê de jin di Rojhilata Navîn de xwedî rol û misyoneke girîng  bûn. Di nava Suriyeyê de jî jinên wekî Zenûbiya mohra xwe li dîroka dewlemend a Sûriyeyê dane û jinan di hemû aliyê jiyanê de ji siyasî bigire heta hunerî, her hebûna jinan di dîroka Sûriyeyê de balkêş bû. Lê ev rol û misyona jinê bi destê rejîma Baas hate astengkirin û di nava destûra Sûriyeyê de tu mafê jin nedihat parastin.”

Evîn Siwêd da zanîn ku jinê xwe bi rêxistin kir û li beramberî tevahî siyasetên qirêj sekinî û wiha got, “Bi mefhûmê xurtkirina yekîtiya xwe, jinan di her komînekê, taxekê, partiyekê, saziyekê xwe birêxistin kir, ji mijarên girêdayî malbatê û tehlîla wê û çareserkirina pirsgrêkên wê heta mijara avakirina sîstema xwe-birêvebirinê di her alî de jinan rêxistina xwe ava kir. Bi dehan rêxistin, sazî meclîsên jinan ava kirin. Armanc ew bû ku tu jin bê rêxistin nemîne û hêza jinê kom bibe, bi yek îrade xwe bide nîşandan rola xwe ya pêşeng bilîze û ew armanca xwe pêk anî.”

‘JIN BI BERXWEDANÊ GIHIŞT SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ’

Evîn Siwêd behsa têkoşîna jinan a bê hempa kir û wiha axivî “Bi destpêkirina şoreşê bi diplomasiyeke hundirînî xurt nêrîna jinan kire yek û di avakirina sîstema rêveberiya xweser de di sala 2014’an de kota temsîliyeta jinê ferz kir. Heya gihîşt asta temsîliyeta wekhev û sîstema hevserokatiyê. Êdî jin di hemû beşên jiyanê de di mekenîzma biryarê de xwedî nêrîn e. Îradeya xwe datîne holê û bi rêya rêxistinên xwe yên xweser ji bo xwe nîqaş dike û ji bo xwe biryar digre. Bêguman ev hemû bi kedeke mezin hate kirin ku hûn hemû beşek jê ne şahidê wê ne. Heta ku jinan ev heq kir têkoşîneke bê hempa da meşandin xwe di hemû waran de îsbat kir û nêzîkatiyên bi hurmet heq kir. Piştî ku bi salan bû piçuk dihate dîtin lê ew îro di ferhenga vê herêmê de nemaye. Sîstema baviksalar ku niha desthilatên netew dewletan nûnertiya wê dikin ev îradeya jinan qebûl nekirin û jin bûn armanca êrîşên qirêj ji êrîşên droneyan heta destdirêjiya li ser can û cesedê şervanan. Li herêmên di bin dagirkiriya dewleta Tirk de siyaseteke taybet li ser jinan tê meşandin, ji revandinê heta êşkencekirinê heta kuştinê, jin rastî hemû rengên êrîşan tên.”

‘PÊWÎSTE SÎSTEMA DEMOKRATÎK LI SÛRIYEYA NÛ WERE AVAKIRIN’

Evîn Siwêd diyar kir ku divê bi hilweşandina rejîma Baasê re Sûriyeyek demokrat û wekhev ava bibe û got: “Bi hilweşandina rejîma Baasê ya berê hêviyên xelkê Sûrî bilind bûn bi avakirina sîstemeke pirrengî demokratîk ku jin bikaribe rola xwe ya dîrokî bilîze.”

Evîn Siêd got, “Beriya şoreşê rewşa me weke jin çawa bû, êş û zilma ku ser me hate kirin çawa bû piştguhkirina, rola me di nava sîstema rêvebirinê de çawa bû û rewşa me ya di nava şoreşê de bi hemû zehmetiyên wê ve, xweşî nexweşiyê wê ve ya ku em anîn heta roja îro û tecrûbeya me di avakirina pergala jin de û şeklê xwe-rêvebirinê ku ji komîn heta meclîsan herkes bi reng û nêrînên xwe di nav de ji tevahiya pêkhate û baweriyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan Aşur, Ermen, Turkmen Çerkes, Êzidî û Elewî. Ev sîstema ku dikare bibe mînak ji bo avakirina Sûryeke demokratîk pirrengî nenavendî li ser esasê azadî wekhevî edaletê were birêvebirin. Divê li hember van kiryaran bertekên me zêde bin ku em  mehkûm û teşhîr bikin û bi rêya têkiliyên xwe tevahiya jinan hişyar bikin û pê re Sûriyeke çawa jin xeyal dikin divê ku em wê jî bînin ser ziman ya ku îro modela wê li Bakur û Rojhalitê Sûriyeyê heye. Divê ku nîqaşên girêdayî jinên Sûrî re bi jinan re em herin biryaran, divê ku em di nivîsandina destûra Sûrî ya nû de em pêşengtiyê bikin, tecrûbeyên xwe parve bikin, hevgirtina xwe xurtir bikin û îro ji her demê bêhtir pêwîstî bi hevpeymana jinê heye. Li ser vî esasî ev şêwra ku îro tê birêvebirin hem xwedî giringiyeke gelek cuda ye û hebûna me bi hev re mesajeke gelek girîng e û helbet wê encameke layiqê merheleyê derkeve ku bibe bersivê ji ked û têkoşîna ku tê meşandin bê dayin.”

Evîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de got, “Herî dawî li ser navê we tevan û di şexsê Ş. Bêrîtan Şoreş, Ronahî Yekta, Cîhan Bîlgîn bi rêzdarî tevahiya şehîdên şoreşê bi bîr tînin û sekna berxwedêr a şervanên QSDê bi pêşengiya YPJ ‘ê di çeperan de ku navê Pira Qereqozaxê û Bendava Tirşînê kirin rûpelê dîrokê, silav dikim. Her wiha hembêzkirina gelê me ya şervanên xwe re û xwedîderketina wan li Rêveberiya Xweser cihê rêzê ye. Her wiha sekn û piştgiriya tevahî Kurdistanî û dostên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin û tu rê ji bilî layiqderketina vê kedê û gihîştina serketinê tune ye. Ku em serdema 21’ê bikin serdema jinan û pê re Sûriyeke demokratîk pirrengî ne-navendî misoger bikin.”

‘DIJMIN WÊ NIKARIBE NAVÊ JINÊ DI DÎROKÊ DE WIDA BIKE’

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî diyar kirku bi navê tevahî jinan ew berxwedana şervanên xwe silav dikin û got: “Em şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî şehîdan ditewînin. Em di pêvajoyek girîng de de ne. Raste rejîma Baasê têk çû. Lê em niha di rewşek pir zehmet de ne. Em dibêjin berxwedana jinan yek ji sedemên sereke bû ya ku hişt sîstema Baasê têk here. Hewildanên dijmin ew e ku navê jinê di dîroka Sûriyeyê de were derxistin. Navê serokên jin ên di dîrokên Sûriyeyê de gelek in. Dijmin nikare navê jinan ji dîroka Sûriyeyê derxîne. Îro metirsî pir li ser me heye wek ku çawa li Efganistanê jin xistine nav çar dîwaran û wê çewisandine. Bi navê Îslamê dixwazin her tiştê jinê têk bibin û jinan ji tevahî mafê wê dûr bixin. Bi sîstematîk hewldan heye ku vê yekê li ser jinên Sûriyeyê pêk bînin. Em rê nadin ku Sûriyeyek bê îradeya jin were ava kirin. Ji vê demê ve em îradeya xwe li hember her kesî nîşan didin. Pêwîste di destûra nû ya zagonên Sûriyeyê nêzî 50 ji sedî jin tê de cihê xwe bigre. Çawa me têkoşîn da û berxwdanî da divê em cihê xwe di Sûriyeyê de jî wek jin bigrin. Pirsgirêka jin ne tenê pirsgrêka Sûriyeyê ye, ew bixwe pirsgirêka tevahî Rojhilata Navîne. Divê em bi hevgirtina tevahî jinê Sûriyeyê van hewildan û kiryaran dengê xwe bikin yek.”

Berdevka Jinên Sûryan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Corcêt Bersûmo jî got, “Ez wek jinek Sûryanî gelê me bi komkujiyên pir mezin re derbas bû. Di her zihmetiyê de derbas bû. Ji tevahî mafê xwe mehrûm bûn. Ev jî sedema wê dewletê ye, dema dewlet xwest jin têk bibe gel tevahî têk çû. Ji ber ku jin endama herî sereke di jiyanê de ye. Dema krîza Sûriyeyê dest pê kir gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di zehmetiyek pir mezin de derbas bû. Lê jin niha di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bû mînek ji tevahî jinên cîhanê re. Jin xwedî li doza gelê xwe derket. Xwîna me ji tevahî netewan bû yek û em tevahî bûn birayê hev. Di vir de jin sedema destpêkê ya vê pêşketinê bû. Di dawî de ji tevahî kesên ku dengê me dikin em dibêjin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştî yekin û azadiya jin xeta sore û divê azadiya jin xeta destpêka ya destûra nû ya sûriyeyê be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koreya Bakur fuzeya hîpersonîk a nû ceriband
Nûçeya Pişt re Gelê Kobanê piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê silav kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di lêpirsîna Kovara Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê

4 kesên ku di lêpirsîna Kovara Lemanê de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Aqûbeta windayan hate pirsîn

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, aqûbeta qurbaniyên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê otobusa ku heciyên Pakistanî tê de bûn qeza kir: 3 mirî, 48 birîndar hene

Li başûrê Îranê otobusa ku heciyên Pakistanî tê de bûn û ber bi Iraqê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên Kurd ên li Ewropayê Konferansa Yekîtiya Neteweyî lidar dixin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo şehîd Şîlan Çiya li Hesekê merasîma bîranînê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?