Komun yek ji şêweyên rêxistiniya civakî ye ku ji dema beriya çînan a dîroka mirovahiyê heye û yek ji hêmanên herî girîng ên têkoşîna şoreşê ye. Ev şêweyê rêxistinî bi destpêkirina serweriya mêr re her çend bi paş hate xistin û ji ber pratîkên şaş ên reel sosyalîzmê ji aliyê tevgerên şoreşger ve girîngiya xwe hate kêmkirin jî di nava têkoşîna şoreşgerî ya serdema me de careke din eşkere bû bê çiqasî girîng û pêwîst e.
Gotina komunê vegotina civakîbûneke hevpar e. Lewma dewlet ji destpêkê ve li ber komunbûyîn û rêxistiniya komunê rabûye. Ji ber ku feraseta reel sosyalîz dewlet ji xwe re kir armanc, di dîroka sosyalîzmê de hilweşîn û dejenerebûnên mezin bi xwe re anî. Piştî pratîka komun a Parîsê, li ser rêxistina gel a bêyî dewletê kêm jî be nîqaşan destpê kirin. Lê belê ji ber ku ev nîqaş bi israr li paş hatin hiştin, rêxistiniya komunê careke din hedef hate nîşandan.
Eger dîrok bi şerê çînan were destpêkirin, ev yek wê bibe nîşaneya parastina dewletperestiyê. Avabûna çînan û şerê çînan li dema destpêkirina dewletan û gel rast hat. Lê belê di dema beriya dewletê de çi hebû, çi qewimî? Nedîtina vê serdemê û destpêkirina dîrokê bi dewletê re tê wateya asêmayina li nava sînorên modernîteya kapîtalîst.
Ji ber vê yekê Rêber Apo dîrokê ji mirovê destpêkê, ji komunê dide destpêkirin ku pratîka jiyanê û rêxistiniya xwe ya destpêkê ye. Bi vî rengî têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê derxist derveyî sînorên modernîteya kapîtalîst.
Komun ku Rêber Apo demeke dirêj e li ser disekine û di pirtûk û nirxandinên xwe de cih dide wê, di avakirina civakeke sosyalîst de yek ji gavên herî girîng e. Komun ku alternatîfa sîstema dîktatoriya proleteryayê ye, gava herî rast a wê yekê ye ku fikrê sosyalîst li nava civakê bê belavkirin. Dema ku mirov bûyerên vê serdemê diqewimin binirxînin wê bê dîtin ku komun gelekî girîng û pêwîst e.
Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê rêxistinya komunan avaniyeke xerîb nîne. Heta niha tenê navê xwe ne komun bû, lê belê hemû rêxistiniya xwe li ser rêbazeke jiyana komuna bi rêxistin kir. Ji ber vê jî ji bo tevgerê ev rewş pratîkeke xerîb nîne. Ji ber ku tevgera siyasî ya Kurd li ser zemînke rast pênaseya wê nekir, modelên rêxistiniya komunê ya Rêber Apo bi rengekî tam neket meriyetê.
Hin bûyerên ku dema dawî qewimîn bi şênberî radixin pêş çavan bê rêxistiniya komunê çima pêwîst e. Baş e ev bûyer çi ne?
Li Bakurê Kurdistanê di dema rabûna bahoza ji berfê de, bi taybetî rexneyên li şaredariya Amedê hate kirin, kêmaniya rêxistiniya şaredariyê yek ji mînakên şênber ên vê yekê ne. Ji ber ku rêxistiniyeke komunê tine bû, bar hemû li ser milê şaredariyê hate danîn û rewşeke welê derkete holê ku mirov li bendê bû ku şaredarî ber malan jî paqij bike.
Halbûkî eger rêxistiniyeke komunê hebûya, gel pêşiya mala xwe û kolana xwe paqij bihişsta gelo wê ne rasttir û nêzîkatiyeke hîn kolektîf bûya?
ŞAREDARÎ NE NAVENDA KOMUNÊ YE, LÊ QADA RÊXISTINIYA KOMUNÊ YE
Rêber Apo destnîşan dikir ku bi rêya şaredariyan rêxistiniyeke mezin a komunan dikare were pêkanîn; şaredarî tenê ew qad in ku vê rêxistiniyê digihîne civakê û feraseta jiyanê û sosyalîzmê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di pratîkê de ji civakê re radigihîne. Di asta heyî de eşkere bû ku komunên li ser xeteke polîtîk a rast hatine birêxistinkirin çiqasî pêwîst û girîng in; rastiya xeta polîtîk a Rêber Apo piştrast bûye.
Beriya her tiştî girîng e ev yek bê destnîşankirin: Şaredarî navenda komunan nîne, divê tenê qadeke rêxistiniya komunan be. Rêxistiniyên komunan ên girêdayî şaredariyan bêne avakirin, dawiya dawî wê girêdayî amûra dewletê ya navendî bin. Ji ber vê yekê jî rêxistiniya komunê divê girêdayî şaredariyan nebe, berevajî divê di wê astê de be ku şaredariyan kontrol dike. Dema ku bi taybetî li ser Amedê bê nirxandin, bahoza ji berfê ya dema dawî mînakeke şênber a vê rewşê ye.
Eger li taxan komun hatibûna avakirin, komunên kolan û taxan wê ji bo çareserkirina mercên neyînî yên bahoza berfê derfetên xwe biafiranda û şaredarî jî teşwîqî vê yekê bikira.
Avabûna komunan, birêxistinkirina wan li her qada jiyanê wê civakê bigihîne wê astê ku jiyanê bi rêxistin dike, hesab ji pêşengên xwe dipirse, kêmasiyên wan çareser dike. Eger hûn rêxistiniya gel tenê li ser wergirtina dengan binirxînin û bi nêzîkatiyeke serwer a bi rengê ‘Me ewqas deng wergirt’, ‘Ewqasî hêza me heye’ tevbigerin, gel jî wê bi feraseta ‘Me ewqasî deng da, wê demê xizmetê bikin’ wê li we binihêre û xwe ji têkoşîn û rêxistiniyê vegire. Halbûkî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ne ew tevger e ku tiştekî li ser gel ferz dike yan jî ji jorê lê dinihêre.
Gava ji vî alî ve bê nirxandin, şaredarî ew sazî ne ku ji aliyê komunan ve tê kontrolkirin û di çareserkirina pirsgirêkên gel de amûrek e. Ji bilî vê yekê şaredar an jî rayedarekî li şaredariyê nikare tiştekî li ser gel ferz bike.
Ji ber helwestên kêm û şaş ên qada siyasî ya Kurd îro li Kurdistanê gel xwe ji şaredariyan vedigire. Bi taybetî piştî hilbijartinên dawî hin şaredaran û endamên meclîsa şaredariyê tenê ji bo neyên girtin derbasî nava partiya desthilatdariyê bûn ku ev yek pirsgirêkeke ji ber vê qutbûn û nebûna komunê ye.
Halbûkî eger rêxistiniyeke komunê ava bûya û li ser xeteke rast a polîtîk bimeşiya; di pêvajoya diyarkirina kesên tevlî hilbijartinê bibin de eger têkiliyeke rast bi gel re hatibûya danîn û nêrîn hatibûya wergirtin, bûyerên ku qewimîn di asteke girîng de dikarîbûn bihatina astengkirin.
KOMUN DIVE EW QAD BIN KU ENTEGRASYONA CIVAKÊ LÊ PÊK TÊ
Taybetmendiyeke din a komunan girîngiya wê ya li avakirin û birêxistinkirina pêvajoya entegrasyonê ye. Komun ne tenê bi pirsgirêkên rojane re eleqedar dibin; di mijara birêxistinkirina jiyanê de amûreke girîng e. Gava herî girîng a avakirina jiyaneke kolektîf birêxistinkirina komunan a li ser zemîneke rast e. Jiyana kolektîf yek ji hêmanên herî girîng ên feraseta jiyana nû ye ku şoreşê nîşanî me daye. Li gel cihêrengiyên xwe kombûna li ser bingeheke hevpar, avakirina jiyaneke hevpar li ser vê bingehê yek ji wezîfeyên esasî yên komunan e.
Avakirina jiyaneke hevpar û birêxistinkirina jiyaneke kolektîf bi pêvajoya entegrasyonê re dibe. Aliyê herî girîng ê pêvajoya entegrasyonê ew e ku hemû beşên civakê ji jiyaneke kolektîf û hevpar re bêne amadekirin.
Rêxistiniya komunê ne kombûneke ku tenê ji mirovên ji heman fikrî pêk tê. Ji ber vê yekê Rêber Apo komun, demokrasiya muzakereyê û entegrasyon weke hersê lingên herî girîng ên dema nû pênase kiriye. Dema ku ev hersê lingên pêvajoyê li ser xeteke polîtîk a rast û bi hev re hate pêşvebirin, kevneşopiya têkoşînê ya ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê heta roja îro mezin kiriye wê hîn xurt bibe; ji bo çûyîna ber bi sosyalîzma neteweya demokratîk wê gel birêxistin bibe.
Ji bo jin, zarok, karker, bêkar û hemû beşên din ên civakê komun bi armanca diyarkirina pêwîstiyan, destnîşankirina şêweyê bersivdayina li van pêwîstiyan û kontrolkirina pêvajoyê ava dibe. Şaredarî jî ew amûr in ku biryarên komunan bi cih bîne û di pratîkê de bixe meriyetê. Eger şaredarî weke armancekê bê dîtin, ev wê bê wateya avakirina rêxistiniyeke berevajî feraseta komunê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê. Şaredarî armanc nîne; ew qad in ku feraseta sosyalîst a dema nû ji gel re vebêje û vê ferasetê bixe pratîkê.
Eger em bi gotinên Rêber Apo vebêjin: “Têgeha civaka polîtîk exlaqî vegotineke din a nirxandina komunê ye. Li hemberî dewletê vegotina komunê ye. Zimanê dema aştiyê ya nû wê polîtîk be. Em ê azadiya komunê biparêzin. Ji xwe nav li ser e, em zimanê netewe-dewletê diterikînin. Em têgehên xwe dispêrin netewe-dewetê diterikînin, em têgehên polîtîk û exlaqî yên ku xwe dispêrin komunê ji xwe re dikin esas.
Me got, ‘civaka polîtîk exlaqî’, lê belê ev komunê azadbûyî ye. Tiştekî exlaqî û polîtîk e; ne hiqûqî ye. Hiqûq heye, wê bi pêş bikeve; weke qanûna şaredariyê. Em ê bixwazin ku di qanûnê de bê vegotin; ev yek şertek e û wê bibe pîvana me. Vegotina zanistî ya vê yekê azadiya komun e. Em ê ji niha û pê ve komunalîst bin. Li şûna têgeha çînî bicihkirina komunê wê hîn balkêş û zanistî be. Şaredarî hîn komun e. Di nava me d ‘kom’ heye. Ma exlaq nîne? Bêguman heye. Ji xwe komun ji qanûnan wêdetir mijareke ku bi exlaqê bimeşe. Komun her wiha demokrasî ye. Tê wateya siyaseta demokratîk. Navê komunê sifetê exlaqî-polîtîk e. Komun exlaqî û polîtîk e; yek jê nav e, ya din jî sifet e.”

