Yekşem, 1 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kamile Kandal: Bêyî ku deriyên sînor vebin krîza mirovî nayê derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Hindistanî bang li piştgiriya Şoreşa Jinê ya Rojava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Canan Demir: Li Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heger deriyê sînorê Mûrşîtpinar venebe, ji mirinên ku bên jiyîn, Tirkiye berpirsiyar e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên ji bo Rojava dewam dikin: Bila deriyên sînor werin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Di lihevkirina Sûriyeyê de aktorê herî bingehîn Abdullah Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kurdistaniyên li Osloyê piştgirî dan serhildana li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bi ser malan de hate girtin: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer gihişte Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Ewropî ku ji bo piştevaniya Rojava çûn bakurê Kurdistanê, hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Rewandizê: Statuya Rojava nas bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa VIM çû serdana Kongra Star

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê ya Ereb: Me Kurd û Ereban timî bi hev re jiyan kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Jinan a Rojhilat: Bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan gotinên nefretê yên li hemberî jinên şoreşger şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Peyama festîvala Brescia’yê: Azadî ji Abdullah Ocalan re
Çand û Hûner

Peyama festîvala Brescia’yê: Azadî ji Abdullah Ocalan re

Li bajarê Brescia yê Îtalyayê, rojek ji festîvala kevneşop a herêmê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate veqetandin. Bi hezaran kesên di çalakiyê de li hev kom bûn peyama 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li bajarê Brescia yê Îtalyayê, rojek ji festîvala kevneşop a herêmê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate veqetandin. Bi hezaran kesên di çalakiyê de li hev kom bûn peyama ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ dan.

Bi armanca ‘Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, statu ji Kurdistanê re’ ji havîna 2022’an û vir ve li bajarên cuda yên Îtalyayê bi dirûşma ‘Dema Hêviyê’ rêze çalakî têne lidarxistin. Radio Onda d’Urto li bajarê Brescia yê Îtalyayê 31 sal in bi rengekî kevneşop festîvaleke bi heybet li dar dixe. Rojeke festîvala îsal ji Abdullah Ocalan û Kurdistanê re hate veqetandin. Di çarçoveya festîvalê de Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê, Radio Onda d’Urto û Rete Kurdistan Italia panel û konserek lidar xistin. Bi hezaran kesên ku tevlî festîvalê bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ’ê hildan. Pankartên bi nivîsa “Kurdistanê biparêze”, “Azadî ji Ocalan re” li qadê hatin daliqandin û li standan pirtûkên Abdullah Ocalan ên bi zimanên cuda hatin weşandin, hatin nasandin.

Danê êvarê bi mijara “Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan û şoreşa jinê” panelek hate lidarxistin. Nûnerê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê Yilmaz Orkan û rojnamevan-aktîvîst Zîlan Diyar beşdarî panelê bûn.

ZÎLAN DIYAR: JIN DI NAVENDA ŞOREŞÊ DE NE

Zîlan Diyar destpêkê axivî û li ser Şoreşa Jinê ya Kurdistanê pêşkêşiyek kir. Zîlan Diyar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Pêngava 15’ê Tebaxê û anî ziman ku berxwedana beriya 40 salan destpê kir îro li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Zîlan Diyar destnîşan kir ku ji dema destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û vir ve jinên Kurd di navenda vê şoreşê de ne û ji têkoşînên li çar parçeyên Kurdistanê mînak da.

Zîlan Diyar anî ziman ku weke jinên Kurd ew bi jinên li Fîlîstîn, Afganistanê û hemû jinên cîhanê re ne yên ku zilm û zordarî li wan têne kirin û qala êrişên bi rêk û pêk ên hêzên mêtinger ên li Kurdistanê yên li dijî jinan kir.

Zîlan Diyar êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê jî bi bîr xist û qala qirkirina DAÎŞ’ê ya li Şengalê kir, ku hîn jî bi hezaran jinên Êzidî winda ne û dîlgirtî ne.

Zîlan Diyar destnîşan kir ku li gel êrişên hêzên mêtinger jî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd dewam dike û got, “Jinan sîstema xwe ya konfederal ava kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku Kurd lê ne bi sedan meclîsên jinan, sazî û hêza xweparastinê ava kirin. Di cewhera vê sîstema konefederal de meclîs, akademî û kooperatîf hene. Garantiya vê sîstema ku xweparastin û mejiyê civakî ava dike, sîstema hevserokatiyê ye. Û temsîliyat wekhev a jinê ya li nava siyasetê ye. Nepêkane ku bi êrişan me jinan bêbawerî bikin.”

Zîlan diyar di dawiya pêşkêşiya xwe de qala rola jinan a li Rojava û çiyayên Kurdistanê kir.

YILMAZ ORKAN: DI NAVA PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN DE ÇARESERÎ HEYE

Nûnerê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê Yilmaz Orkan jî li ser paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan pêşkêşiyek kir. Orkan anî ziman ku li gel şerê li dijî gelê Kurd ev paradîgma di serî de li Rojava li hemû deverên ku Tevgera Azadiyê ya Kurd lê bi rêxistin e, ketiye meriyetê.

Orkan diyar kir ku paradîgmaya azadîparêziya jinê û demokratîk a Abdullah Ocalan her roj hîn bêhtir ji aliyê gelên cîhanê ve tê fêhmkirin û got, paradîgmaya konfederalîzma demokratîk çareseriyê pêşkêşêı krîzên li cîhanê dike.

Di dewama axaftina xwe de Orkan bi bîr xist ku li dijî tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan kampanya azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan û çareserî ji bo pirsgirêka Kurd tê meşandin û got, “Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya Rêber Apo pêwîstiya me hîn bêhtir bi piştevaniyê heye.”

BI BEŞDARIYA BI HEZARAN KESÎ KONSERA ‘AZADÎ JI ABDULLAH OCALAN RE’

Piştî panelê hunermendên Îtalyayî Kaos One, DJ Craim, Claver Gold û La G konserek lidar xistin.

Ji nûnerên Radio Onda d’Urto Michele Borra û Nûnerê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê Yilmaz Orkan li qada konserê ji gel re axivîn, bal kişandin ser girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê.

Di dema konserê de ciwanên Îtalyayî çend beş ji pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRESCIA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cîhan dixwaze bibe muntehîr
Nûçeya Pişt re Festîvala Çanda Kurd a 8’êmîn li Brukselê destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Ya ku divê bala me li ser be derfetê aştiyeke mayinde ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Mûşê axivî û got, "Ya ku divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Serlêdana têkildarî Veysî Aktaş hate redkirin

Serlêdana li dijî taloqkirina salekê ya berdana Veysî Aktaş hate redkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amûdê bingehê perestgeheke Êzidiyan hat danîn

Li gundê Dugir ê Amûdê bi boneya salvegera 11’emîn a Qirkirina Êzidiyan de çalakiyek bîranînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Yelda Ebbasî hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?