În, 11 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan ê ÎHD’î: Girtîgehên bi tîpa nû tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên şehîdan ên li Êlih û Semsûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêxistinên Jinên Kurdistanê peyama ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Şoreş pêvajoyeke zindî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Peyama KCK’ê ya Cejna Qurbanê
Rojane

Peyama KCK’ê ya Cejna Qurbanê

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li her kesî kir ku li dijî dewleta Tirk a qirker têkoşîneke bi rêxistintir û xurtir bidin meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê Cejna Qurbanê ya alema Îslamê pîroz kir û got: “Em hêvîdar in ku ev cejn ji bo gelên Misilman bibe sedema aştî, azadî, aramî, yekitî, xwişk û biratiyê.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Cejn di nava civakên Misilman de weke rojên aştî, piştevanî û parvekirinê tê pêşwazîkirin. Di heman demê de cejn li dijî mêtînger, desteserkerên vînê, li dijî kesên maf û hiqûqê nas nakin çanda têkoşînê temsîl dike. Em hêvîdar in ku Cejna Qurbanê ya 2024’an van hest û ramanan di nava gelê me de mezintir bike.

Weke cejnên berê di vê cejnê de gelên Misilman û gelê Kurd di bin êrîşên mezin de ne. Mezinkirina piştevaniyê ya gelê Kurd û derdorên Misilman ên rast ya li dijî êrîşên deweta Tirk a qirker û têkoşîna wan a li dijî zîhniyeta qirker wê li gelan bide qezençkirin. Li dijî dewleta Tirk ku Kurdan înkar dike, hebûna wan qedexe dike, vîna wan nas nake, Kurdan weke civakeke qels dibîne, çalakiyên bi her curê mafeke mafdar û rewa ye. Ya ku Îslama Muhammed li Misilmanên Kurd ferz dike ew e ku li dijî desteserkirina vînê ya zaliman, bêhiqûqiyan, tecrîd û êşkenceyan têkoşînê mezin bikin. Jixwe di roja me de îbadeta beyî têkoşîna li dijî tecrîd, êşkence, talan û desteserkirinê ne pîroz in.

 Mafê herî xwezayî yê civakan e ku li ser nasname, ziman, çand û axa xwe bijîn û xwe birêve bibin. Lê dewleta Tirk mafên xwezayî yên mirovî yên gelê Kurd ji destê wan digire. Desteserkirina mafên Kurd, nenaskirina vîna wan jî înkara Îslamê ye.

Kurd ku Rêberê wan di şert û mercên giran ên tecrîd û êşkenceyê de ye, vîna wan tê desteserkirin, mafên wan tê înkarkirin, di bin zilma zaliman de hewl tê dayîn bên qirkirin, divê têkoşîna xwe ya bidestxistina mafên xwe, xwedî lê derketina vîna xwe weke îbadetê pêk bînin. Em dixwazin careke din bi bîr bixin ku erka Misilmanan e ku vê cejnê bikin wesîleya têkoşîneke wiha. Di vê wateyê de Misilmanên ku xeta Muhammed de bawerî pê tînin, divê bizanibin ku heta li dijî mêtînkariya Tirk nerabin, tu îbadet wê negihe wateya xwe ya pîroz. Divê Misilmanên Tirk bizanibin ku têkoşîna li dijî polîtîkayên qeyûm, desteserkirina vînê û zîhniyeta mêtînkar a AKP-MHP’ê bi qasî îbadetê xêr e. Bi vê wesîleyê em bang li hemû Misilmanên dilsozê nirxên demokratîk ên Îslamê dikin ku di refên têkoşîna hevpar de cih bigirin.

Misilmanên Kurdistanî ên hêja, em dixwazin bi bîr bixin ku weke her cejnê ev cejn jî pêşî girîngî bidin serdana goristana şehîdan, malbatên şehîdan, malbatên girtiyan, nexweş, extiyar, hewcedaran. Gelê me yê alîkarî dikin û qurbanan didin ji bo alîkariyên wan bigire Kurdistaniiyên hewcedar alîkariyên xwe bi rêya Saziyên Welatparêz ên Demokratîk bikin.

Em tevgera azadiya Kurdistanê careke din bi van hest û ramanan cejna Misilmanên Kurdistanî û gelên Misilman pîroz dikin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî dewleta Tirk a mêtînger û qirker li eniyeke hevpar, rêxistintir û xurttir têbikoşin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rewşa girtiyên nexweş Gun û Ozelmali giran e
Nûçeya Pişt re PÎK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li Hesekê welatiyek qetil kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êrîşî Hesekê kir, welatiyek jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kuluyê Newroz hat pîrozkirin

Li navçeya Kulu ya Konyayê Newroz bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe",…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta DEM Partiyê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku ji bo hevdîtina sêyemîn a bi Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî û nûnerê Komîteya Serokkomariyê bi mijara pêvajoya entegrasyonê civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bîranînên şehîdan ên li Êlih û Semsûrê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Rêxistinên Jinên Kurdistanê peyama ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Şoreş pêvajoyeke zindî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?