Kongreya 6’emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi rojev, nîqaş û biryarên xwe weke kongreyeke avaker, kongreyeke guherîn û veguherînê hate lidarxistin. Di kongreyê de yekîtiya Êzidiyan, misogerkirina mafên civaka Êzidî li gor destûra Iraqê û avakirina komînan weke rojevên sereke derketin pêş. Civaka Êzidî bi vê kongreyê re xwe gihand bernameyeke civakî û siyasî ya stratejîk ku karibin di nav şerê cîhanê ya sêyemîn de hebûna xwe biparêzin, statuya xwe bidestxistin.
Nûnerên sazî û dezgehên ku beşdarî kongreyê bûn, balê kişandin ser têkoşîna 11 salan a Rêveberiya Xweser û diyarkirin ku 6. Kongreya MXDŞ’ê ji bo yekîtî û hebûna civaka Êzidî û çareserkirina pirsgirêkên Şengalê zemîneke nû ava kiriye.
‘EM Ê BI YEKÎTIYÊ BIGIHÊJIN AZADÎ Û ÇARESERIYÊ’
Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hesen di destpêka nirxandina xwe de anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo parastin û hebûna civaka Êzidî heya roja me ya îro bedelên giran dane û wiha axivî: ‘’Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hewl dan ku karibin bibin dengê gel. Îro jî di nav şert û mercên zehmet de em vê kongre lidardixin. Rewşa Iraqê tê zanîn, êrîşên li ser deskeftiyên Şengalê berdewam dikin. Di demeke wisa de lidarxistina vê kongrê, bersivek e. Emê weke civaka Êzidî bi yekîtîyê bigihin azadiyê û çareseriyê.’’
Riham Hesen derbarê Meclîsa Gel a Şengalê de jî diyar kir ku herkes dikare di bin banê vê meclîsê de cihê xwe bigire û îradeya xwe temsil bike û got: ‘’Ev meclîs temsîla hemû Êzidiyan e, ji ber ku Şengal navenda Êzidiyan e.
‘ÊZIDÎ DI ÇAVÊ DEWLETA IRAQÊ DE QEDEXE NE’
Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hesen derbarê nîqaşên entegrasyona demoakratîk de jî ev nirxandin kir: ‘’Destûra Iraqê federal e, mafê hemû komên çandî û baweriyan tê de heye, em jî weke civaka Êzidî hemwelatiyê vê dewletê ne lê heya roja me ya îro jî dewleta Iraqê bi çavê qedexe li me nêriye. Em hêvî dikin ev kongre bibe wesîle ku em bigihin mafên xwe yên destûrî ku ev mafê me yê rewa ye. 11 sal in em têkoşîna xwe berdewam dikin, heya ku em karibin bi ziman û nasnameya xwe, bi hebûna xwe ya azad li Şengalê bijîn, emê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Em hêvî dikin ku ev kongre bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkan.’’
‘KONGRE BINGEHA CIVAKÊ, BINGEHA TIFAQÊ YE’
Hevberdevkê Şaredariyên Gel Ên Şengalê Xwedêda Ilyas jî ku di heman demê de yek ji endamên Meclîsa Gel a Şengalê ye, 6.Kongreya MXDŞ’ê weke bingeha civakê û bingeha tifaqê binavkir û wiha axivî: ‘’Meclîsa Avaker a Şengalê di sala 2015’an de di nav zor û zehmetiyan de hate avakirin. Ji wê demê heya niha 6 kongre hatin lidarxistin. Ji fermanê heya roja me ya îro Rêveberiya Xweser a Şengalê kedeke mezin da, kar û xebatên girîng meşand. Divê em li vê kedê, li keda şehîdan xwedî derkevin. Di kongrê de plansaziyên nû bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Her guhertin, pêşve gav avêtin e. Ji bo parastina civakê, parastina axê, parastina nirxên mirovahiyê ye.’’
Di kongreyê de yek ji rojevên esasî jî pêşxistina yekîtî û tifaqa civaka Êzidî bû, Xwedêda Ilyas derbarê vê mijarê de jî ev nirxandin kir: ‘’Divê yekîtîya civaka Êzidî were avakirin. Yekîtî lazim e ji bo ku em karibin xwe û axa xwe biparêzin. Me yekîtî divê ji bo careke din fermana 2014’an bi ser me de neyê. Eger beriya 2014’an em xwedî sîstemeke rêxistinî û hêza parastinê bûna, ew fermana giran ferman bi ser me de nedihat. Eger civak xwe ava bike, dewlet ne tiştek e. Îro Şengal mala me ye, me divê em ava bikin.’’

