În, 16 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn: Elewî di nav pêvajoyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuzel: Aştiyeke bi rûmet berpirsyariya me hemûyan e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Hevrê Fûat ji bo biwatekirina rêxistinbûyînê roleke girîng lîst

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhejek çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê ji bo bîranîna mezin banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê berxwedana li dijî dorpêça Iraqê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bilikî: Em dilsozê stratejiya Rêber Apo ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besta Botan: PKK’bûyîn wê ji bo me timî serbilindî û rûmet be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabrî Ok: Ji xwe û Rêber Apo bawer bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Peyama Rêber Apo ya ji bo jinan
Jin

Peyama Rêber Apo ya ji bo jinan

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari peyama Rêber Apo ya ji bo jinan parve kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2025 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li meclîsê di civîna koma jinê de silav ji girtiyên jin re şand û polîtîkayên desthilatdariyê yên têkildarî jinê rexne kir.

 

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku li şûna xurtkirina mafên civakî û siyasî yê jinan, îktîdarê sala 2025’ê weke “Sala malbatê” ragihandiye û got: “Piştre jî hewl dan biryarê bidin ka dê jin biwelidin an na, dê çend zarokan bînin. Bi vê armancê jî lijneya polîtîkayên nifûsê û enstîtûya malbatê ava kirin. Em dixwazin ku li dijî van polîtîkayên di bin navê parastina malbatê û xurtkirinê de kedxwariyê li ser ked, beden û tenduristiya jinê dike û mudaxileyî hemû qadên wan ên jiyanê dikin paşvegav bê avetin. Ey îktîdar, destê destê xwe ji beden û tenduristiya jinan bikişîne.”

Tulay Hatîmogûllari, bang li îktîdarê kir ku di mijara cînayetên jinan de cidî tevbigere û ev tişt anî ziman: “Rêya pêşîlêgirtina tundiya zilam zelal e. Tavilê vegerin Peymana Stenbolê. Her wala Qanûna Hejmar 6284’ê pêk bînin. Dev ji xizaniya li jinan tê ferzkirin berdin. Jin rastî sepanên cihêkar tên. Divê rê û rêbazên temînata aboriyê û mafên civakî yên jinan bên dîtin. Dive muameleya xerab û binpêkirinên mafan ên li dijî jinên girtî tavilê bên bidawîkirin.”

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Qeyûm, beriya her tiştekî xespkirina îradeya jinan e. Tê wateya dûrxistina jinan a ji siyasetê û mekanîzmayên rêveberiyên herêmî. Mudaxileya mafên jinan û jiyana wan e. Mudaxileya li dijî modêla me ya nûnertiya wekhev, ekolojîk û azadiya jinê ye. Em weke êrişeke mezin a li dijî destkeftiyên jinan dibînin. Me tu caran qebûl nekir û dê nekin. Dê qeyûm biçin, jin û gel dê bimînin.”

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari, wiha got: “Divê em ji bîr nekin ku jin bi hev re bihêz in. Di 8’ê Adarê de em ê bi hev re li qadan bin. Tevî tevgerên jinan ên Tirkiyeyê, femînîst, tevgera jinên Kurd em ê bi destên hev bigirin û her çar aliyên Tirkiyeyê bi rengê binevş bixemilînin. Em ê tevî Meclisa Jinan bi dirûşma ‘Bi têkoşîna azadiyê ya jinan re em aştiyê birêxistin dikin’ li qadan bin. Hemû jin wê rojê dê li qadan bin. Em di berxwedanên 8’ê Adarê de bin.”

BANGA RÊBER APO PARVE KIR

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser hevdîtina bi Rêber Apo re û got: “Birêz Ocalan careke din baweriya xwe ya mezin a bi têkoşîna azadiyê ya gelan û berxwedana birûmet a jinan anî ziman. Birêz Ocalan bi zelalî wiha got; ‘Şîfreya bingehîn a serdema nû têkoşîna demokratîkbûnê ye. Kirdeya şoreşger a têkoşîna demokratîkbûnê, jin in. Şertê ewil ê şoreşgerî û sosyalîstbûnê ew e ku bi nêrîneke azadîxwaz nêzî meseleya jinan bibe. Em ê têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî û demokrasiyê bi jinan re tacîdar bikin ku di dîrokê de herî zêde ew rastî bindestiyê hatine.’ Birêz Abdullah Ocalan bal kişand ser hêvî û biryardariya têkoşîna azadiyê ya jinan afirandî û ji dil û can silavên xwe ji hemû jinan re şand. Di 27’ê Sibata 2025’an de hemû dinyayê şahidiya kêliyeke dîrokî kir. Birêz Abdullah Ocalan bi banga xwe ya aştî û demokratîk re li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyên aştî û demokrasiyê heta dawiyê vekir. Ev bang bû zemîna herî xurt a aştî û çareseriya sedsalê. Em nêzî serdema ku ne tirs, fikar û sendrom lê daxwazên demkrasî, wekhevî, edalet û azadiyê jiyana me diyar dikin. Divê serdemê de kesek nikare xwe bi ser kesekî re bibîne. Dema jiyaneke wekhev û adilane ye.

DIVÊ QADA SIYASET Û HIQÛQÊ BERFIREH BIKIN

Birêz Ocalan, bi banga aştî û demokratîk re esrek bi cisaretê girt. Manîfestoya aştî û demokrasiyê ku deriyê serdemeke nû vedike, bi tevahiya raya giştî ya cîhanê re parve kir. Muxatabê vê manîfestoyê ne tenê rêxistina wî PKK ye, di heman demê de dewlet e, îktîdar e, civak e û muxalefet e. Yek ji muxatabên herî girîng ên banga aştî û civaka demokratîk, Meclis e. Parlamento, divê bilezûbez qada demokratîk, siyaset û hiqûqê berfireh bike. Bi mezinkirina aştî û demokrasiyê re dikare rê li ber mekanîka derbeyê bigire û bi roleke dîrokî rabe. Binêrin Abdullah Ocalan di banga esrê de çi digot; dixwazim vê peyv bi peyv bi we re parve bikim. Dibêje; ‘Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e. Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde.’

Dînamîka sereke ya pêvajoya pêş a li Tirkiyeyê, demokrasî, edalet û azadî ye. Piştrast bin ku kêliya ku îktîdar û muxalefetê pêwîstiyên banga sedsalê bi cih anîn, ne tenê gelê Kurd dê hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê bi hev re gelek mezin qezenc bikin. Bi banga birêz Ocalan re dê hemî dînamîkên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê qezenc bikin û Tirkiye dê teqez aştiya xwe pêk bîne. Hem ji cîhanê hem jî ji herêmê û Tirkiyeyê piştgiriyeke gelek mezin ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan heye. Di dîrokê de piştgiriyên ewqas mezin kêmek caran hatine dîtin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Serokwezîrê Almanyayê, Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya DYA’yê, Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê, welatên Ingilistan, Almanya, Îran, Iraq, Erebistana Siûdî, Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Yêkitiya Ewropayê piştgiriyeke pir xurt dan banga birêz Abdullah Ocalan. Dixwazim hin piştgiriyên din ên hatine dayin jî bi raya giştî ay Tirkiyeyê re parve bikim. Di heman demê de Partiya Çep a Ewropayê ku partiya sîwan a patiyên çep ên Yekitiya Ewropayê ye û Partiyên Sosyalîst a Ewropayê ku partiya sîwan a partiyên sosyal demokrat a Ewropayê ye, piştgiriyeke gelek xurt dan. Di heman demê de lîderên gelê Kurd ên girîng birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talabanî, Mesrûr Barzanî, Bafil Talabanî, Selahedî Bahadîn û Elî Bapîr jî piştgirî dan û ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û aştiyê piştgiriyeke gelek mezin e. Li welatê jî birê Devlet Bahçelî ku ev pêvajo da destpêkirin, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û gelek aktorên din ên siyasî ku min navên wan negotin, piştgirî dan. Pêkhateyên me, tifaqên çep sosyalîst, rêxistinên girseyî yên demokratîk, gelek kesên ji gel û baweriyên cuda piştgirî dan. Bi rastî jî ev piştgiriyeke dîrokî ye.

PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li gorî banga birêz Ocalan tevbigerin. Vê bangê û ragihandina agirbestê hêviya me ya aştiyê gelek mezin kir. Ji bo ku ev hêviye mayinde bibe û ji bo PKK bikare kongreya xwe li dar bixe, divê demildest zemîna şer ji holê were rakirin. Divê operasyonên derveyî sînor tavilê bên sekinandin. Weke ku hûn jî dizanin PKK’ê agirbest ragihand û divê li vir jî operasyonên derveyî sînor bên sekinandin. Êdî dema avêtina gavan û berpirsyartiyê ya îktîdar û dewletê ye.

Binêrin, ji salên 90’î û vir ve ji 600’î zêdetir tecrubeyên pevçûn û çareserîyê çêbûne. Yên ku ji van tecrubeyan serkeftin bi dest xistine, pêvajoyên ku bi rêzikên siyasî û zagonî esas girtine. Wekî ku min nû jî behs kir, ji bo vê bangê qenciyeke pir berfireh a cîhanê heye. Îhtimala aştî û çareseriyê jî li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bûye sedema heyecanekê. Di vê rewşê de, li şûna ku atmosfera aştiyê hîn bêhtir zêde bibe, bi kêrî kesî nayê ku zimanekî dûrî cidiyeta pêvajoyê bi kar bîne. Bi heman rengî gelekî girîng e ku zimanê li medyayê zimanekî piştgiriyê li aştî û çareseriya demokratîk dike. Ji ber ku em dê pêşî bi zimanê xwe aştiyê ava bikin. Di vî warî de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê çapemenî û kedkarên çapemeniyê.

Gelekî girîng e ku birêz Erdogan li vê pêvajoyê xwedî derdikeve. Tenê axaftin têra demokrasiya Tirkiyeyê û pêkanîna aştiyê nake. Çalakî û pratik tê xwestin. Bi awayekî xwezî her kes li bende ye desthilatdariya rêveber a dewletê, yanî ji birêz Serokkomar pratîze bike. Divê bingeha vê pêvajoya ku aştî, hêvî û demokrasî ye, siyaseta demokratîk û hiqûq be. Birêz Ocalan bi bangawaziyê destpêkeke gelekî xurt ji avakirina komara demokratîk re kir. Ya dikeve ser me ew e ku em vê destpêkê mezin bikin û pêş bixin û bi demokrasiyê tacîdar bikin. Wisa xuya ye ku em dibihîzin ku dibêjin bi nêrîna serpêhatiyên berê zehmet e. Tu tişt ne hêsan e, lê dikare pêk were. Em ê li vir pişta xwe bispêrin têkoşîna xwe ya aştiyê, têkoşîna xwe ya komara demokratîk. Em ê xwe bispêrin têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî, em ê xwe bispêrin hêviya aştiyê. Em jin wê herî zêde ji xwe bawer bin.

Birêz Ocalan dixwaze ji bo aştiyê û ji bo bangê pir bixebite. Ji bo vê jî bi xwe di hevdîtina me de diyar kiriye ku ji hemû beşan kedeke mezin divê. Binêrin, eger şert û mercên jiyana azad û xebatê yên Ocalan neyên afirandin, wê zehmet be ku vê tevkariyê bike. Ji ber vê yekê divê bi lez û bez şert û mercên jiyan û xebatê yên azad ên birêz Ocalan bên avakirin. Dîsa yek ji gavên lezgîn ên divê bên avêtin jî avêtina gavên siyasî û hiqûqî yên vê pêvajoyê ye. Divê em hemû zanibin ku demokratîkbûyîn ti carî ne qelsî ye. Aştî ne karê lewazan e, aştî karê wêrekan e, aştî karê kesên bihêz e. Avakirina demokrasiyê karê egîdan, hêzdar û yên xwe rêxistinkirine ye. Divê tevahiya raya giştî ya Tirk zanibe ku mafên mirovan ên herî bingehîn û mafên herî bingehîn ên gelan divê ti carî neyên jibîrkirin. Ev pêvajo ne pêvajoya têkçûnê ye. Zincîra gavavêtinê ye ku her kes bi ser dikeve û bi bîr û baweriyê gavan diavêje. Hebûna gelê Kurd, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ewlekirina wekheviya hemû gel û baweriyên cuda yên li vî welatî dijîn bi taybetî Elewiyan û esasgirtina demokrasiya herêmî weke wezîfeyeke çareseriya demokratîk a lezgîn li pêşiya me ye. Gavên di vî warî de bên avêtin wê her kesî bêhnfireh bike.

Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotineke pir baş bi kar anî û got: “Demokrasî hunera ku bi awayekî azad hunera vekirina devê mirovan e.” Dem hatiye ku Tirkiye biaxive. Niha dem hatiye ku civak xwe bi awayekî azad îfade bike. Em jî dibêjin ku dema qenalên îfadeyê yên sed sal in hatine girtin bên vekirin wê bingeha demokrasiyê xurt bibe. Demokratîkbûyîn sîgorta siberoja vî welatî ye. Konsensûsa demokratîk û siyaseta azad, lingên herî girîng û bingehîn in ku em ê ji nifşên pêşerojê re bihêlin. Em dibêjin werin em pêşeroja xwe bi hev re ava bikin. Ez ji vir dixwazim xîtabî gelê Tirk bikim. Nefikirin ku bi aştî û çareseriyê encamgirtina van geşedanan tenê bi kêrî gelê Kurd tê. Hinekî serê me tevlihev e, hinekî bêtehemulî hene ku em tecrube dikin. Ji ber ku di van pêvajoyên ku heta niha pêk hatine de pergala ku ji aliyê îdeolojiya dewletê ya fermî ve hatiye avakirin, bûye sedema tevliheviyê.

Lê bawer bin ku gelê Tirk û hemû gelên din ên li vê erdnîgariyê dijîn wê li vir jî gelê Kurd bi ser bikevin. Ev yek wê bibe destketiya jiyana hevpar a hemû gelan. Divê ev pêvajo weke avakirina fermaneke ku em hemû bi karibin bi ziman û baweriya xwe azad bijîn, bê xwendin. Demokrasî û wekhevî ti gelan parçe nake. Hurmet, hezkirin û yekîtiya her gelî ya li hemberî hev zêde dike. Her ku dewreyek tê girtin û ya din jî vedibe, em weke DEM Partiyê amade ne ku li ser bingeha vê veguherîna demokratîk pêşerojeke hevpar ava bikin. Em ê gavên xwe yên ji bo aştiyê ne bi ketin û rabûnê, em ê bi bazdanê gav biavêjin.

Wekî birêz Selahattîn Demîrtaş jî gotî, dem hatiye ku em dilopek av bidin dara aştiyê. Ez bejna xwe li ber dayikên aştiyê ditewînim, ku bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan re tovê aştiyê veguherandine şitlên ku bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan em li dora dareke mezin a aştiyê berhev kirine û berdêlên herî giran dane, ditewînim. Xwediyên herî girîng ên vê pêvajoyê hûn in, dayikên aştiyê ne. Hûn jinên ku bi dehan salan li ber xwe dan û berdêlên giran dan, dayikên hêja ne.

Em ê ji bo mafên xwe, ked û nasnameya xwe bi hev re tevli pîrozbahiyên 8 ‘ê Adarê bin. Di heman demê de ji bo parastina vê banga birêz Abdullah Ocalan em ê di 8 ‘ê Adarê de li qadan bin. Û em ê di rojên pêş de tevli mîtîngên Newrozê bin. Em ê bi hev re agirê Newrozê ji bo aştî û civaka demokratîk gur bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koreya Bakur ji bo keştiya balafiran a DYE’yê got ‘provokasyon’
Nûçeya Pişt re Li Şedadê merasîma ji bo şehîdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê li Êlihê li wesayita polîsan xistin

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Êlihê bi bombeyên destan û molotofan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê Hozan Mizgîn bi stranên xwe hat bîranîn

Hozan Mizgîn li navenda Stiya Nexşa ya Şengalê bi stranên xwe hate bîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Fedaiyên mezûn bûn: Em ê bi şêwaza Zîlan şer bikin

Fedaiyên ku dewreya perwerdeyê di 30'ê Hezîranê de temam kirin, di merasîma mezûniyetê de gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Kongreya NADA bi panelan dewam kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî biryarên kongreyê yên PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê hatin bibîranîn: Ya ku dikeve ser milê me pêkanîna aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?