Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Dawiya vê rêyê azadî ye!
Kurdistan

Bakirhan: Dawiya vê rêyê azadî ye!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Newroza Amedê axivî û got, "Em ê bi ruhê Newrozê, bi baweriya Kawa, bi wêrekiya Mazlûm bimeşin. Dawiya vê rêyê aştî ye, dawiya vê rêyê demokrasî û azadî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di Newroza Amedê de ji sed hezaran kesî re axivî.

 

Tûncer Bakirhan got, “Dilê Rojhilata Navîn îro li Amedê lê dide. Ne tenê Rojhilata Navîn bala çar aliyên cîhanê li qada Amedê ye, li qada Newrozê ye. Ji ber Amed Newroz e, Newroz Amed e. Hûn Newroz in. Em cejna Newrozê li Birêz Ocalan pîroz dikin ku gelê Kurd kiriye gelê Newrozê.

Ev bang li Mezopotamya û Anatoliyê banga çareseriyê û ji nû ve destpêkirina dîrokî ye. Birêz Ocalan di meşa çareseriya demokratîk de ku sala 1993’an da destpêkirin, gava herî dîrokî di 27’ê Sibatê de bi banga sedsalê avêt. Ev bang nîşandana rastiya gelekî ye ku sed sal in li ber xwe dide û bi dehan sal in ji bo çareseriya demokratîk têdikoşe. Ev bang manîfestoya jiyana bi hev re ya gelên Mezopotamya û Anatoliyê ye. Cewhera Banga Aştî û Civaka Demokratîk lihevkirina demokratîk e. Ev bang mîladek e, xwediyê vê bangê hûn gelê me yê bi rûmet ê li qada Amedê ne.

We berdêlên giran dan û em gihandin ber serketineke bêhempa. Ji pirsgirêkeke dîrokî em ber bi çareserî û aştiyeke dîrokî ve diçin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku nêzîkatiya antî-demokratîk, tekperest, înkarê ya pirsgirêka Kurd ji bo gelên Tirkiyeyê sed sal da windakirin û got, “Xizanî û birçîbûn ji gelên Tirkiyeyê re anî. Lê belê bi banga sedsalê re êdî berê me li paşerojê ye, em dixwazin aştiyê ava bikin. Kilîta deriyê aştiyê çareseriya pirsgirêka Kurd e, Tirkiyeya demokratîk e. Rêya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, ruhê wê banga sedsalê ya Birêz Ocalan e ku di 27’ê Sibatê de kir. Çareseriya vê pirsgirêkê êdî nikare bê taloqkirin.

Ji ber ku li herêmê em di nava senaryoyeke qiyametê de ne. Rêya rizgariya ji vê qiyametê tifaqa Kurd-Tirk, wekhevî û demokrasî ye. Ji ber vê yekê em dixwazin destnîşan bikin: Avjenî li hemberî herikîna avê nabe, siyaseta şaş nabe cihekî rast. Rêya me komara demokratîk e. Hevalên hêja, binihêrin hemû rêyên ku zanin bi ku ve diçin vekirî ne. Em bi rêya xwe zanin. Nirx û dilxwaziya me ya aştiyê rêya me diyar kir. Berê rêya me li komara demokratîk e. cewhera rêya me bi banga 27’ê Sibatê xwe nîşan da. Em di siyasetê de li aliyê kesî nînin. Em li aliyê demokrasî, edalet, wekhevî û nirxên azadiyê ne. Rêya me şaş nîne, rêya me rêya 3’yemîn e ku jiyaneke azad, wekhev û demokratîk diafirîne. Em ê meşa xwe ya li ser rêya 3’yemîn dewam bikin. Bi ruhê Newrozê, bi baweriya Kawa, bi wêrekiya Mazlûm em ê bimeşin. Dawiya vê rêyê aştî ye, dawiya vê rêyê demokrasî û azadî ye. Ev xak sed sal in hesretê aştiyê ye. Niha dem hatiye ku dengê aştiyê bê bihîstin û hîn bi xurtî bê bilindkirin. Aştiya ku li pêşiya me ye, divê em pêk bînin.”

PEYAMA MESÛD BARZANÎ

Endamê Polîtburo ya PDK’ê Serbest Lezgîn jî peyama Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî li Newroza Amedê xwend.

Di peyamê de hate gotin, “Hêvî dikim ku Abdullah Ocalan di dema herî nêz de bê berdan. Em piştgiriyê didin pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê. Ji bo çareseriya pirsgirêkan aştî rêya yekane ye. Hêvîdar im êşên Kurdên li Sûriyeyê bi lezgînî bi dawî bibe.”

NÊÇIRVAN BARZANÎ JÎ NEWROZ PÎROZ KIR

Serokê herêma Kurdistanê ya Federe Nêçirvan Barzanî jî peyamek ji Newroza Amedê re şand. Barzanî Newroz li hemû Kurdistaniyan pîroz kir. Barzanî bal kişand ser banga Rêber Apo û spasiya hemû aktoran kir ên ku piştgiriyê didin pêvajoyê.

Barzanî diyar kir ku divê her kes bi dil û can ji bo aştiyê bixebitin û got, “Ji bo aştiyê çi bikeve ser milê me em amade ne bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karayilan: Divê mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin
Nûçeya Pişt re Rêber Apo divê bi fîzîkî azad bibe!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya 120ˊan…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Ciwan wê civaka demokratîk bi rêxistin bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku bendewariyeke mezin a Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Narîn a 8 salî hate veşartin

Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî li taxa bejahî ya Çulî ku lê hate qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

 2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?