Şemî, 12 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Peyama Rêberê Gelê Kurd li Newrozê hate xwendin
Kurdistan

Peyama Rêberê Gelê Kurd li Newrozê hate xwendin

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên salên derbasbûyî, li Newroza Amedê ya bi heybet hate xwendin. Zêdeyî milyonek mirovî bi dirûşman peyam silav kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ku bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin didome. Di Newrozê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di demên berê de ji bo Newrozê kiribûn hatin xwendin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek nirxandin xwend. 

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd wiha ne: “Silav ji gelê kurd re ku ji gelên herî qedîm ên vê xakê ye, Newroz watedar kiriye û ji quntarê çiyayên Zagros û Torosan heta newalên çemên Dîcle û Firatê; ji xakên Mezopotamya û Anatoliyayê yên pîroz heta şaristaniyên çandinî, gund û bajaran re DAYIK’tî kiriye! 
 
Silav ji kesên rêya mezin a azadî û wekhevî ji xwe re kirine rêber,
 
Gelê kurd û civakên din ên xwişk-bira ku bi hezaran salan ev şaristaniya mezin bi nîjad, ol û mezhebên cuda re jiyaye. Hewldan hatiye dayîn ku bi zextên siyasî, mudaxileyên derve û li ser esasê berjewendiyên komî berê wan bidin hev û pergalên heq, hiqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin di nav wan de bên avakirin. 
 
Bi şerên fethê yên di du sedsalên dawî ve, bi mudaxileyên hêzên emperyalîst ên rojavayî ve hewldan hatiye dayîn ku ferasetên zextker û înkarger bên avakirin, civakên erebî, tirkî, farisî û kurdî weke netewe dewletên biçûk dabeş bikin û di nava sînorên xeyalî û pirsgirêkên sunî de bifetisîne. 
 
Polîtîkayên zext, tunekirin û pişaftinê yên ku bingeha xwe ji modernîteya kapîtalîst a sedsala dawî digirin; hewldanên komeke elît a îktîdarê ya bijarte ku tevahiya dîrok û hiqûqa xwişk-biratiyê înkar dike îfade dike. Avakirina erdnîgariyên etnîk û yekneteweyî, berhemeke ji hedefên modernîteya kapîtalîst a dermirovî ye ku esl û cewhera me înkar dike. 
 
Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn êdî şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji bo avakirina pergaleke modernîteya alternatîf û demokratîk bingeha xwe ji cewhera dîroka rasteqîn digire di nava lêgerînê de ye. Êdî dixwaze li ser koka xwe dîsa zindî bibe, mil bide milê hev û raber ser pêyan.
 
Me, bi dehan salên xwe tenê ji bo îspatkirina hebûna gelê kurd bi navê yekperestiyê tune dihat hesibandin feda kir, me bedelên mezin dan. Tu fedekarî û têkoşîna ji bo vê hatiye dayîn vala neçûn. Gelê kurd careke din xwebûna xwe ya cewherî û nasnameya xwe bi dest xist. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesibîne, înkar dike û cihêkariyê dike serûbin bû.
 
Di salên 1973’yan di rojeke Newrozê de em bi biryardariya berxwedaniya ji bo parastina hebûna kurdan ên li ber tunebûnê û ji bo azadiya wan derketin rê, me ruhê berxwedan-azadiyê yê Newrozê jinûve zindî kir û heta îro anî. 
 
Komploya navneteweyî ya li dijî şexsê min, li dijî ruhê azadiyê yê gelê kurd hate kirin. Komploya ku di pêvajoya Îmraliyê de jî li min hatî ferzkirin, mîna ya li gelê min hatibû ferzkirin bû ku bi qasî misqalê jî hêvî nedihişt. Di rojên ewil ên li Îmraliyê de di min nêrîneke wiha çêbûbû; ‘Ma hûn dê bi milyonan kesan di odeyeke biçûk û teng de çawa ragirin! Bi rastî jî weke Rêbertiya Gelê Kurd, di şert û mercên zindanê de min xwe kiribû senteza bi milyonan û yan jî wisa bi min kiribûn. 
 
Di rewşeke ku mirov nikare xwe li ber dûrmayîna ji malbat û zarokên xwe bigire, gelo dê min çawa bikariya demekî dirêj xwe li ber dûrmayîna ji milyonan kesên heta mirinê bi hev ve hatine girêdan ragirta! 
 
Diviyabû sedemên min ên pir mezin hebûna ku min bikariya xwe li ber tecrîdê ragirta û di tecrîdê de jî bim bikarim jiyaneke mezin raber bikim. Ez vê difikirîm; ji bo daxwaza jiyana azad bikim divê civaka kurd a girêdayî wê me jî azad bibe û xwedî statûyeke civakî be. Lê belê jiyana kurdan, ji zindaneke reştarî ya dora wê bi dîwaran hatiye dorpêçkirin xerabtir bû. 
 
Bi dehan sala ye ez hewl didim Aqilekî Kurd ê jiyana azad, mirovê azad û di nava lêgerîna civaka azad de tevdigere ava bikim. Lê belê hêj jî me nekariye xwe ji prangayên xwe azad bikin. Kurdên di vê rewşê de xwe li derve azad dibînin, xwe pir mezin dixapînin. Jiyaneke di bin serdestiya xeletî û derewê de derbas dibe, jiyaneke hatiye windakirin e û rastî xiyanetê hatiye. Encama min ji vê derxistî ev bû; li derve tenê bi şertekî dikare were jiyîn, ew jî divê kurd di her bîst û çar saetên rojê de di nava şerê ji bo hebûna kurdan û azadiyê de be. Ev yek bi vê pêkan e. Jiyan, ji bo kurdeke biexlaq û birûmet teqez tenê bi şerê bîst û çar saetan ê ji bo hebûnê û Şervantiya Azadiyê pêkan e. 
 
Girêdayî jiyana min a li Îmraliyê, yek ji mijara ku gelê me mereq dike jî ew e ku heke ji girtîgehê derkevim dê li ku û çawa bijîm. 
 
Ez kesekê zêde xeyalperestiyê dike nînim. Divê baş bê zanîn ku ez xwedî şêwazekî jiyanê yê jê re Rastiqîniya Şoreşger tê gotin im. me. Ez pir bi kurtasî bibêjim ku ji bo min jiyan, heke azad were jiyîn pêkan e. Jiyana mirovan tenê heke ji hêla civakî be azad be, tenê dikare di nava cudahiyan de wekhev û demokratîk were jiyîn. Şêweyên jiyanê yên derveyî vê, derketina ji rê ye û nexweşî ye. 
 
Wê demê heke weke îxtîmal ez ji girtîgehê derbikevim; ez li ku derê jî bim, ez di kîjan kêliyê de jî bijîm dê heta dawiyê bi gotin û şêweyê çalakiyê di nava têkoşîneke domdar de bim. 
 
Di nava çar dîwaran de jî ez her roj deh caran xwe têk dibim, xwe nû dikim û şoreşan pêk tînim. Her pirsgirêkeke civakî ez weke sedema deh şoreşan dinirxînim. Yên ku îro li derve ne, yên ku derfet-mercên wan hene hûn in. Ji Amedê re, ji Botanê re û ji gelek cihên din re min silavên xwe şandibûn. Lê belê divê bê zanîn ku ya girîng ew e bê ka bersiveke çawa ji vê silava min re hatiye dayîn! 
 
Mesele heke ez bûma, ji gundê min heta Çiyayê Cûdî, quntarê Çiyayê Cîloyê, derdora Gola Wanê, çiyayên Agirî, Munzur û Çewligê, qeraxên Firat, Dîcle û Zapê, deştên Riha, Mûş û Îdirê, rêya min bi ku derê biketa, dê mîna ku tofaneke tirsnak pêk hatibe û ez jî ji Keştiya Hz. Nûh daketibim tevbigeriyam, mîna reva Hz. Îbrahîm a ji Nemrûdan, mîna reva Hz. Mûsa ya ji Fîrewnan, mîna reva Hz. Îsa ya ji Împaratoriya Romayê re û mîna reva Hz. Muhammed a ji nezaniyê ji mordernîteya kapîtalîst bireviyam, ji van kesayetên dîrokî û rastiyên civakî hêz bigirta û min dest bi kar û bar bikira. 
 
Ez we li ser esasê van fikran; ji hêla beden, ruh û li ser bingeha felsefeya hebûnê we tevan vedixwînim ku em bi hev re, bi zanebûn û îradeyeke têrker bimeşin û Modernîteya me ya demokratîk ava bikin. 
 
Silav ji kesên hêz didin azadiyê re, 
 
Bi hezkirin û silavên bêdawî ve..
 
Bijî Newroz!
 
ABDULLAH OCALAN”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bayik: PKK paşeroja gelê Kurd e!
Nûçeya Pişt re KJK’ê bang li jinan kir: Pêşengiyê ji têkoşîna li dijî dagirkeriyê bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wekîla berê ya HDP’ê Dersîm Dag hate binçavkirin

Wekîla berê ya Amedê ya ji HDP'ê Dersîm Dag li Stenbolê hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Myanmarê ji 6 hezar girtiyan re efû derket

Rêveberiya Myanmarê ji ber salvegera serxwebûna welat daxuyand ku wek tedbîrên ku her sal tên…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG û MKG’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser rojnamevanan dan

DFG û MKG'ê nerazîbûn nîşanî binçavkirin û zexta li ser rojnamevanan dan û diyar kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîmenê merasîma şewitandina çekan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?