Cîgira Serokatiya Giştî yê PÎA’yê û aktîvîsta Îslama Demokratîk Menîce Rûmeysa Gulmez anî ziman ku hikûmeta AKP’ê ya ku di her şert û mercî de hesasiyeta olî ya civakê bi kar tîne, bazirganekî olî ye. Gulmez da zanîn ku desthilatdaran li şûna pêkanîna Îslamê pêwîstî bi pêkanîna qanûnên Emewiyan ango ferzkirina rejîmeke dîktatorî li ser gelan pêwîst dîtine û wiha got: “Heke Rojhilata Navîn bi Îslama rasteqîn were birêvebirin, wê xwîn û hêsir nebe. Dê şer nebe. Îslam bi eslê xwe ola aştî, edalet û rizgariyê ye.”
MISILMAN BI OLA XWE TÊN XAPANDIN
Gulmez destnîşan kir ku hêzên desthilatdar li ser navê olê hewl didin gel bixapînin û wiha pê de çû: “AKP’a ku tu eleqeya wê bi Îslama rast re nîne, olê jî îstîsmar dike. Heke em pratîka Hz. Muhammed a rast li ber çavê gelên Rojhilata Navîn eşkere bikin, dê li tu welatekî neheqî û zilm nebe. Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn gelekî nêzî olê ne, mixabin dibînin ku hestên wan bi rêya olê tên bikaranîn. Misilman bi rêya ol têne xapandin. Gotinên serdest weke gotinên olê ji mirovan re tên gotin û di bin navê olê de îbadet li serdestan dikin. Divê raya giştî vê bizane; ne hewce ye ku ew ji hêla hikûmetek olî ve bêne birêvebirin. Ya girîng ew e ku mirov di çarçoveya edalet, hiqûq û wijdanê de were birêvebirin. Seddam Huseyîn jî bikaranîna olê Iraqê bi rê ve bir û encam jî diyar e. Dema em li van mînakan dinêrin, em dibînin ku li hemberî zaliman çi dibe bila bibe divê em serî netewînin.”
‘EDALET, HIQÛQ Û AŞTÎ PÊWÎST E’
Gulmez, ji DAÎŞ’ê heta AKP’ê bal kişand ser mînakên bikaranîna olê û wiha got: “Polîtîkayên ku ji gelên herêmê re pêşkêş dikin diyar in. Ev jî nîşan dide ku gel bi rêya Îslamê çiqas zû manîpule dibe. Ji vê axê re aştî, edalet û hiqûqê pêwîst e. Divê ev ax ji şeran rizgar bibin. Divê em ne îtaetî Muawiye û ne jî Yezid bikin. Dînê ku em pê bawer in hînî me dike ku divê em îtaat nekin. Em ê li hemberî dîktator serî netewînin. Weke gelên ku mafên me hatine desteserkirin, rastî qetlîaman hatine û di her warî de nayên hesibandin, em ê li dijî dagirkeran serî netewînin.”