Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) sala nû ya gelên cîhanê bi taybet ya gelê Kurd pîroz kir.
PÎK’ê diyar kir ku di sala 2024‘an de dewleta Tirk a dagirker, hilweşandina rejima Esadê ji aliyê HTŞ’ê ve, li hemberî gelê Kurd ê li Rojava ji bo berjewendiyê xwe yê qirêj wekî firsendê bikartînê û got, “Bêyî ku derfetê ji dest bidin, bi çeteyên hevkarê xwe Artêşa Neteweyî ya Sûriye re êrîş dibin ser Rojavayê Kurdistanê. Dewleta Tirk hemû destkeftinên gelê Kurd kiriyê hedefa berjewendiyên xwe yên qirêj.”
PÎK’ê diyar kir ku Komara Tirkiyeyê li ser înkarkirina bawerî û nasnameyên cuda, asîmîlasyon, sirgûn, xwîn û komkujiyan hatiye avakirin û got: “Dewleta Tirk ji maf, edalet û demokrasiyê bêpar e. Heya îro jî bi heman awayî berdewam dike. Ne tenê Tirkiye, hemû dewletên dagirkerên Kurdistanê li her deverê Kurdistanê li dijî gelê Kurd siyasetekî inkar û îmhayê dimeşînin.”
PÎK’ê got ku pêwîstiya gelê Kurd di sala 2025’an de bi aştiya navxweyî, xwişk- biratî û yekîtiyê heyê û wiha got: “Hêvîdarim ev sala nû ji zilm û komkujiya zalim û dîktatoran azad derbaz be. Daxwaziya me di serî de ji partî, rêxistin û hemû gelê Kurd ewe ku, sala 2025 de wekî sala yekîtî û aşîtiya navxweyi biparêzein. Em hêvî dikin, ev sala nû ji bo gelê me yê bindest bibe wesîleya Kurdistana serbixwe û azad. Ji bo hemû gelên cîhanê jî bibe wesîleya aramî û aşitîyê.”